• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Hesabên MAyê yên Xê hatin astengkirin

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Abdullah Altuntaş piştî 32 salên girtî hat berdan

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

    Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

    Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

    Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

    TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

    TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

    Mazlum Ebdî hêrişê vera Herêma Kurdîstanî şermizar kerdê

    Mazlûm Ebdî: Şam dîlgirtiyan weke zextê bi kar tîne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Doza kuştina Narîn Guran taloqî 16ê nîsanê hate kirin

Navenda Nûçeyan / AW

6 NÎSAN 2026 - 18:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Danişîna doza kuştina Narîn Guran li Amedê didome. Dozger xwest ku cezayê muebbeda girankirî li bersûc Nevzat Bahtiyar were birîn. Şandeya dadgehê doz taloqî 16ê nîsanê kir.

Narîn Guran a 8 salî di 21ê Tebaxa sala 2024an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Yek ji bersûcan Nevzat Bahtiyar ku ji ber sûcê “Tunekirina delîlan, veşartina delîlan an jî guherandina cihê wan” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, jinûve tê darizandin. 1emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryar da ku Bahtiyar di çarçoveya sûcê “alîkarîdayîna sûcê kuştina biqesdî ya biwesf” were darizandin û biryara dadgehê betal kir.

Danişîna ewil a jinûvedarizandinê ya Bahtiyar, li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Endamên malbata Narîn Guran, parêzerên wan, Nevzat Bahtiyar û parêzerên wî li eywanê amade bûn. Di rûniştina duyemîn a danişînê de dadgehê diyar kir ku bi piraniya dengan biryara Dadgeha Bilind qebûl kirine.

Parêzerên malbata Guran diyar kirin ku parastinên di dozê de bi kamerayan tên kişandin, gelek dirêj in, xwestin van qeydan bibin aliyan û daxwaza wan a berfirehkirina lêpirsînê bê qebûlkirin.

Her wiha parêzerên malbata Guran xwestin dîmenên kêliya Narîn Guran ji hevrazî diçe jorê bên temaşekirin. Dadgeh, daxwazên parêzeran red kir. Her wiha dadgehê da zanîn ku daxwazên parêzerên malbata Guran ên ji 10 xalan pêk tê hene û ev daxwaz ji ber qebûlkirina biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind red kiriye.

Piştre jî dadgehê saet û nîv navbera da danişînê. Piştî danişînê jî dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ji ber sûcê “kuştina biqesdî” cezayê muebbeda girankirî li Bahtiyar were birîn. Bahtiyar û parêzerên wî gotin ew tev li mutalaayê nabin.

Dadgehê biryara berdewamiya girtina Bahtiyar da û danişîn taloqî 16ê nîsanê kir.

Etîket: cezadanişînNarin GuranNevzat Bahtîyar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgeha Bilind a Iraqê biryara darvekirina Tikrîtî weşand

Dadgeha Bilind a Iraqê biryara darvekirina Tikrîtî weşand

20 GULAN 2026
‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

6 GULAN 2026
19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

29 NÎSAN 2026
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

28 NÎSAN 2026
Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

27 NÎSAN 2026
‘Girtina Nedîm Orûç binpêkirina mafê kesane û rojnamegeriyê ye’

‘Girtina Nedîm Orûç binpêkirina mafê kesane û rojnamegeriyê ye’

20 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Şam dîlgirtiyan weke zextê bi kar tîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bêkarî me neçarî koçê û karên xeternak dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyên tahliyeya wan tê asteng kirin giliya Lijneya Çavdêriyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (559)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne