Serokê Parlamentoya Îranê diyar kir ku eger Amerîka êrişî Îranê bike ew ê baregeh û keştiyên DYAyê yên li herêmê bikin hedef.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di rûniştina parlamentoyê de axivî. Qalîbaf ragihand ku di demekê de ku xwepêşandan li welatê wan berdewam dikin, eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişî Tehranê bike ew ê baregeh û keştiyên wê yên li herêmê bikin hedef.
Qalîbaf li ser egera êrîşê gef li Amerîkayê xwar û got: “Di egera her êrîşeke leşkerî ya Amerîkayê de, ‘axên dagirkirî’ (herêmên Îsraîlê dagir kirine) û baregeh û keştiyên artêşa DYAyê dê bibin hedefên me yên rewa.”
Di nava parlamentoyê de parlamenteran dirûşmên “Mirin ji bo Amerîkayê” bilind kirin û behsa wê yekê kir ku eger metirsiyê hîs bikin dibe ku ew “pêşwext” êrîş bikin.













