• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanên Êzdî: Em ji seferberiyê re amadene

19 ÇILE 2026 - 15:41
Kategorî: CIWAN
A A
Yekîtiya Ciwanên Êzdî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiva banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava û KCKê ya li dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk da û hate gotin, ew ji seferberiyê re amade ne.

 

Tevî peyman û hevdîtinan êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Çete hewl didin çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de derxin derve. Ev geşedana di serî de ji bo kurd û civaka êzdiyan, ji bo hemû gelên li herêmê xeteriyeke mezin e.

Yekîtiya Ciwanên Êzdî (YCÊ) û Yekîtiya jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar bersiva bangên ji bo seferberiya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê dan. Daxuyanî li Meclisa Gel a Sinûnê hat dayîn. Berdevka YCÊ Lîza Xêrî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wêneyên berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin rakirin.

‘Îradeya şervanên Apoyî bi hêz e’

Lîza Xêrî şehîdên berxwedana Helebê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di vê dema ku li Rojhilata Navîn de gelek geşedanên girîng rû didin de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê DAIŞ’ê komkujî tên kirin. Bi awayeke hovane êrişê taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin ku Êzidî jî tê de hebûn. Hêzên Asayîşê li wir bi riheke fedayî bersiva êrişan dan û gel parastin. Em di şexsê pêşengê berxwedana Helebê Şehîd Ziyad de hemû hevalên canê xwe feda kirin bibîrtînin. Em wan şehîdan tev birêzdarî bibîrtînin û sonda xwedî derketina li bîranîna wan didin. Mirovahî careke din li Rojava dît, îradeya şervanên Apoyî ji hemû hêzên desthilatdar bihêztir e.”

‘Em ê wekî berê li ber xwe bidin’

Ciwanên Êzidî diyar kirin wan çawa berê li ber xwe dabe, ew ê îro jî li bi heman awayî li ber xwe bidin axaftina xwe wiha domand: “Dewlet neteweyên îro ji bo berjewendiyên xwe mafên gelan binpê dikin û dixwazin xwe li ser gelên azadîxwaz serwer bikin. Di van şerane de destpêkê îradeya jina azad hedef dikin. Ev jî dide nîşan tehemûla wan ji van jinên azad re nîne. Em dizanin ev çeteyên bêserûber êrişê gelê me dikin, çeteyên dewleta Tirk in. Hêzên navnetewî jî çavê xwe ji van hovîtiyan re girtîne. Em ji dîrokê heya niha bi hêza xwe ya cewherî li berxwe didin û bîrdozaiya xwe ya netewa demokratîk têdikoşin. Çawa me di fermanê de li berxwedabe û li pêş dagirkeriyê sekinîbin emê niha jî li gel Rojavayê Kurdistanê bin.”

‘Em ji seferberiyê re amade ne’

YCÊ di daxuyaniyê de eşkere kir, ew bersiva banga seferberiyê ya ji bo Rojava didin û wiha hate gotin: “Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin de ev êriş nayên qebûlkirin. Rêber Apo got, ev rewş hewldana têkbirina pêvajoyê ye. Rêbertî, xwest pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalogê were çareserkirin. Dîsa Rêber Apo ragihand ku amade ye berpirsyariyên xwe bi cîh bîne. Em jî weke ciwanên Êzidxanê her timî û her demê ji bo serxistina pêvajoyê li gel Rêberê xwe ne. Em weke ciwanên Êzidxanê berxwedana gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê silav dikin û diyar dikin, li pişt wan in. Em ji banga seferberiyê ya KCK’ê re amade ne û em ê ji bo azadiyê têkoşîn bikin.”

Etîket: Berdevka YCÊ Lîza Xêrîdaxuyaniya piştgiriya rojavaYekîtiya Ciwanên Êzdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Berxwedana gelan nayê şikandin’

‘Berxwedana gelan nayê şikandin’

26 ÇILE 2026
‘Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ye, tedawiya wê aştî ye’

‘Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ye, tedawiya wê aştî ye’

22 ÇILE 2026
Platformê Kede û Demokrasî yê Dêrsimî: Hêrişanê vera Rojava bivindarnê!

Platforma Dêrsimê: Feraseta DAIŞê didome

20 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala hevdîtinên ciwanan dest pê dike: Armanc hevgirtin û jiyana komunal e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Kopê şitil li jinan belav kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bi dawî bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Erxeniyê bi navê Gulîstan Dokûyê parkek vekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (328)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne