* DEM Partî ya ku parastina zimanê Kurdî weke “xeta xwe ya sor” pênase dike, di qada dîjîtal de di nav paradoksekê de ye. Digel ku X platforma herî çalak a parlamenterên DEM Partiyê ye jî, ji analîza 5 hezar û 700 twîtên 57 parlamenterên DEM Partiyê dide nîşan ku rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî tenê di asta ji sedî 19,10an de maye. Ji her 10 twîtan kêmtirî 2 twîtan bi Kurdî ne û siyasetmedarên li metropolan hema bêje qet Kurdî bi kar naynin.
* Welatiyê bi navê Mûhsîn Demîr tevî ku nikare biaxive û bibîhîse bi salan e di nava têkoşînê de ye. Rêveberê DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê Huseyîn Atbaş qala têkoşîna Mûhsîn Demîr kir û got: “Ez 8 sal in hevalê Mûhsîn Demîr nas dikim. Heval Muhsîn her tim tê li vir. Bêyî ku yek bang li wî bike, ew komê dişopîne û tevlî çalakiyan dibe. Girêdan û cîdiyeta wî ji ya herkesî pêştir e.”
* MEBYA-DERa Wanê, dê 4emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya Wanê li dar bixe. (10:00)
* Mihrîcana Ked û Jinan a Berhmedariyê ku şaredariyên DEM Partiyê yên Wanê bi pêşengtiya Şaredariya Rêya Armûşê li dar dixin dê îro dest pê bike. (11:00-19:00)
* Nobeta Edaletê ya ji bo 4 endamên Egîtîm Sen û SESê ku ji kar hatine dûrxistin dê di hefteya 2yemîn de li Qada Komarê ya Şirnexê berdewam bike. (17:00-19:00)
* Şaredariya Peyasê bi hevkariya Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in dê bi dirûşma “Bi Ciwanên Azad Ber bi Siberoja Azad ve” 1emîn Hevdîtinên Ciwanan a Spor û Çandê ya Peyasê li Parka 75an a Peyasê li dar bixe. (19:00)








