Şêniyên bajarê Hesekê li ser bangewaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi karwaneke mezin çûn bendava Tişrînê.
Êrîşên Tirkiyeyê û komên çekdar zêdeyî mehekê ye bi top û balafirên şer li dijî bendava Tişrînê didomin. Di êrîşan de zirarên mezin gihişt bendavê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh daxuyaniyek da û têkildarî encamên bombebarana dewleta Tirk gelê Hesekê bi karwanek mezin berê xwe dan bendava Tişrînê. Rêveberiyê diyar kir ku zirarên gihiştine bendavê dê encamên xerab bigînin gelê herêmê û wiha gotibû: “Dê zirarê bi bendava Firatê bike, rûbarên berfireh ên zeviyan li dora çemê Firatê li Reqa, Tebqa û heta Iraqê bin av bike.”
Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî, NY, rêxistinên mirovî yên navneteweyî û xwecih û tevahî aliyên mirovî kir ku ji bo rawestandina êrişan li ser bendavê demildest bixebitin. Dîsa bang li şêniyan kir ku li bendavê çalakiyeke protestoyî li dar bixin. Li ser bangewaziya Rêveberiya Xweser, bi sedan şêniyên bajarê Hesekê ji saetên sibehê ve li çerxerêya Panoramayê kom bûn û bi karwanekî mezin ê erebeyan berê xwe dan bendavê. Şêniyan destnîşan kir ku ew diçin bendavê ji bo ku helwesta xwe ya li hember êrişên dewleta tirk nîşan bidin û teqezî bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) li hember êrişan û parastina navendên stratejîk, bikin. Şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Firatê jî dê biçin bendavê.