• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Bi skêç û dengbêjiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hat pîrozkirin

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    Li Balafirgeha Amedê sefer hatin betalkirin: Rêwî mexdûr bûn

    AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    AVA TV piştî bertekan ji DEM Partiyê lêborîn xwest

    DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

    DBP: Sansurkirina wêneyên Birêz Abdullah Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin

    Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

    Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Xelfetiyê dar çandin

    Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin

    Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Karwana enternasyonal gihîşt Viyanayê

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 18:47
Kategorî: ROJANE
A A
“Karwana ji bo Parastina Mirovatiyê” (Caravan for the Defence of Humanity) ku ji ciwanên enternasyonalist ên ji çar aliyên cîhanê pêk tê, bi beşdariya zêdetirî 100 kesî gihîşt bajarê Viyana yê Avusturyayê.

Enternasyonalist ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê û li dijî dorpêçê, ji çar rêyên cuda ber bi Kobanê ve bi rê ketin. Beşdarên Karawana Enteryonalîst ji gelek deverên Ewropayê yên wekî Îtalya, Fransa, Elmanya, Avusturya, Katalonya û Înglandê hatin. Kesên ji Kolombiyayê jî piştî rêyeke dirêj tevli karawanê bûn.

Çalakgerên karawanê yên gihîştin bajarê Viyanayê, li vir daxuyaniyek dan. Daxuyaniya çapemeniyê ya li Heldenplatzê bi beşdariya gel veguherî mîtîngê.

Kobanê nabe ku bi tenê bê hiştin

Berdevka Karawana Gelan Gesa Jonasson wiha got: “Îro nûçeya ku îkmalên diçin bajarê Kobanê hatine birîn, gihîşt me. Artêşa Sûriyeyê ya îslamî hemû rêyên diçin bajêr girtine. Di navbera van komên çeteyan de endamên DAÎŞê yê çend salan berê êrîşî bajarê Kobanê kiribû hene û ev xetereya herî mezin e. Çawa dibe ku ev bajarê ku bûye sembola berxwedana li dijî DAÎŞ’ê û niştecihên wê di vê rewşa giran de bi tenê werin hiştin?”

‘Têkoşîna jinên Kurd bandorê li min kir’ 

Lalo Londono yê Kolombiyayî jî bal kişand ser zehmetiyên şer û wiha got: “Em Kolombiyayî dizanin ku jiyana di nav şer de tê çi wateyê. Welatê me jî wêran bû. Lê belê jinên Kurd ên li Reqayê ku min di sala 2025an de di dema gera xwe ya li herêmê de nas kirin, bi wêrekî û berxwedana xwe ya li dijî DAIŞê, bandorek pirr zêde li ser min kirin.”

‘Hikûmeta demkî ji bilî komkujiyê tiştek nake’

Londono her wiha ev yek anî ziman: “Şara yê ku xwe wekî hikûmeta demkî îlan kiriye, ji dema hatiye ser desthilatdariyê ve, li Sûriyeyê li dijî kêmneteweyên cuda komkujî hatin kirin.”

Zozan Kisa ya ku tevli karawanê bûye, wiha axivî: “Xweseriya demokratîk; demokrasiya rasterast, azadiya jinê û jiyana bi hev re ya di nav aştiyê de ya gelên wekî Druzî, Kurd, Asûrî û gelekên din diparêze. Gava ku ev mirov wekî li Kobanê bi karesateke mirovî re rû bi rû ne, em nikarin bêdeng bimînin.”

Karawana Gelan plan dike ku ji Viyanayê şûnde, di ser Sirbistan, Yewnanistan û Tirkiyeyê re ber bi sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ve rêwîtiya xwe bidomîne.

Etîket: Berxwedana RojavaKarwanê enternasyonalîstKobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

30 ADAR 2026
PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026
Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026
Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

16 ADAR 2026

Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

14 ADAR 2026
Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

13 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd: Statuya Serok Apo qebûl bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (89)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne