• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Federasyona Astengdaran: Li Rojava rûmet û mafê jiyanê dorpêçkirî ye

Amed / AW

31 ÇILE 2026 - 12:04
Kategorî: MANŞET
A A
Federasyona Astengadaran tekîldarî êriş û binpêkirinên mafên mirovan yên li Rojavayê pêk tên daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li Rojava rûmeta mirovahiyê û mafên mirovan di bin dorpêçeke giran de ne.” 

 

Federasyona Astengdaran têkildarî êrişên li ser Rojava û mafên mirovan ên tên binpêkirin û astengiyên ku li herêmê derdikevin holê daxuyaniyek nivîskî da. Federasyonê di daxuyaniya xwe de got ku ew bi helwesteke gerdûnî, mafê jiyanê yê welatîyan li ser her tiştî digirin Gelek saziyên sivîl, aktîvîst, parastvanên mafên mirovan û mafên astengdaran jî di daxuyaniya hatiye dayîn de cih girtin.

Şer mexduriyetên piralî çêdike

Federasyon bal kişand ser xetere û binpêkirinên li herêmên şer lê diqewimin û têkildarî şerê li Rojava tê meşandin wiha got: “Di çileya 2026an û vir de, şerê ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê rû daye, li seranserê Rojava belav bûye û veguheriye qeyraneke mirovî ya giştî. Tiştên ku diqewimin ji şerekî leşkerî wêdetir in, tunekirina sîstematîk a mafê jiyanê, rûmeta mirovahiyê û hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Di encama êrişên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li ser qadên jiyanî, tesîsên enerjiyê û embarên genim ên li herêmê zirar dîtine û gel raste rast hatiye hedefgirtin. Ev rewş bi taybetî ji bo astengdar, kal û pîr, jin, zarok û kêmneteweyan dibe sedema mexdûriyetên piralî û mayînde.”

Federasyon da zanîn ku şer ne tenê wek fîzîkî şer qeyranên piralî bi xwe re tîne û derbarê mijaraê de ev tişt gotin: “Di şer de bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û bi deh hezaran mirov jî, ji cih û warên xwe bûn. Şer ne tenê hilweşandina bajaran e, hilweşandina hemû têkiliyên civakî, ji holê rakirina hesta ewlehiyê û binpêkirina sîstematîk a mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e. Em wekî Federasyona Astengdaran, sazî û kesên ku navên wan li jêr in, bang li cîhanê dikin ku; Şer ne tenê tundiyeke fizîkî ya ku avahiyan diroxîne ye; şer tevahiya civakê, mafê jiyanê û rûmeta mirovahiyê hedef digire. Wekî ku otorîteyên bijîşkî û civaka sivîl, bi dengekî hevpar destnîşan dikin, şer di heman demê de tê wateya negihîştina xizmetên tenduristiyê.”

Ji astengdarekê re jiyan hêj zehmettir e

Federasyna Astengdaran da zanîn ku şer ji bo astengdaran şert û mercên jiyanê gelek zehmet dikin û di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Ji bo astengdaran, hawirdora şer dibe sedema derve mayînê û cihêkariyeke hîn kûrtir. Rewşa astengdarekî/ê ku bi kursiya xwe ya biteker di nav kavilan de asê maye, kesekî/ê kerr ê ku ji ber nebûna amûrê bihîstinê anonsên tehliyeyê nabîhîze, mirovên kor ên ku di kolanên wêrankirî de nikarin bimeşin, kesên norocudahiyên wan hene ku neçar mane mal û kolanên xwe yên ewle biterikînin, an jî kal û pîreke nexweşê kronîk ê ku nagihîje dermanên xwe, sûcekî giran ê mirovahiyê ye.”

Berdewama daxuyaniya Federasyona Astengdaran wiha ye:

“Xala 11emîn a Peymana Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Sûriyeyê jî aliyekî wê ye, parastina astengdaran di dema şer û rewşên awarte de wekî erkekê eşkere ya dewletan pênase dike. Tevî vê yekê jî, tehliyeya ewle ya astengdaran nayê pêkanîn, stargehên guncav nayên avakirin, gihîştina amûrên alîkar, xizmetên tenduristiyê, derman, xurek û pêdiviyên bingehîn bi awayekî fiîlî tên astengkirin ku zarokên astengdar di dema êrişan de nagihîjin qadên ewle, kal û pîrên nexweş nagihîjin dermanan û ev rewş veguheriye binpêkirina mafê jiyanê ya hatiye hêdîkirin.

Ragihandinên “korîdorên mirovahiyê” heta ku derfetên stargehekê peyda kirin, tenê di asta gotinê de dimînin. Rêyên bi kavilan ve tije bûne, kêmasiya wesayîtên guncav û ji bo astengiyên ragihandinê, astengiyên tehliyeyê derdixin holê. Alîkariya mirovî maf e, ne kerem e. Îdiayên ku taybetî jî astengdar û kal û pîr, wek “mertalên zindî” têne bikaranîn hene û ev yek ji binpêkirinên herî giran ên li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Bikaranîna welatîyan wekî parçeyek ji stratejiya leşkerî, sûcekî eşkere yê şer e. Astengkirina gihîştina ava paqij a bi milyonan mirovî, binpêkirina xalên eşkere yên Peymanên Cenevreyê yên di derbarê parastina mafê welatiyan e. Em dizanin ku mirovahî di wan kêliyên ku li hemberî xerabiya li ser laş, goristan, nirxên civakî û rûmeta mirovahiyê bêdeng maye, herî zêde rastiya xwe winda kiriye. Banga me ji bo civaka navneteweyî û her kesê xwedî wijdan e. Federasyona me, li gorî armanca hebûna xwe, li ser bingeha mafên mirovî yên gerdûnî û mafê jiyanê tevdigere. Wekî pêdiviyeke vê helwestê; em banga lezgîn a rawestandina êrişên li ser qadên jiyanî ên li Rojava, pêkanîna tehliyeya ewle ya astengdar û kesên bêparastin ya bi alîkariya tîmên pispor dikin. Em bi helwesteke gerdûnî ve, mafê jiyanê yê welatiyan ser her tiştî digirin û li dijî tundiya mêtinger a dagirker, diparêzin.”

Navê sazî û aktîvîstên daxuyaniyê îmze kirine wiya ye:

“Federasyona Astengdarên Akdenîzê, Klûba Werzîşê ya Astengdarên Çavan a Amedê, Civaka Amedê ya Gihîştî û Serbixwe, Şaxa Sendîkaya Malnişînên Yekbûyî ya Amedê, Komeleya Astengdarên Fîzîkî ya Bismilê, Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê, Federasyona Klûbên Werzîşê yên Amator a Amedê, Şaxên DİSK Genel-İşa Hejmar 1 û 2yan ên Amedê, Sendîkaya Meclîsên Malnişînan a Amedê, Klûba Werzîşê ya Astengdarên Çavan a Amedê, Klûba Werzîşê ya Astengdarên Bihîstinê a Amedê, Komeleya Têkoşîna Dijî Penceşêrê ya Jiyana Nû ya Amedê, Komeleya Alîkariya Nexweşên SSPE û Malbatên Wan a Amedê, Komeleya Mafên Astengdaran û Pêşeroja Bêasteng, Platforma Çavdêrên Lihevhatina Normên Gerdûnî, Konfederasyona Astengdaran, Komeleya Şopandinê ji bo Mafên Wekhev, Navenda Hunera Mordem, Komeleya Wergeriya Zimanê Nîşankirinê û Şêwirmendiyê ya Pêşxistina, Jinan a Cîhanên Rengîn, Komeleya Tevgera Jinan a Dijî Teqezparêziyê, Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê, Komeleya Astengdarên Çavan a Sêwregê, Komeleya Antrenoran a TUFADê Şaxa Amedê, Komeleya Astengdarên Fîzîkî ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Astengdaran a Gola Wanê, Meclîsa Astengdaran a Konseya Bajar a Wanê, Komeleya UnîKuîr, Partiya Çep a Kesk û Aktîvîsta HDKê Hazal Battaloğlu, Abdulaziz Dayan, Ayhan Çelîk, Çağlar Karsanti, Esengul Demîr, Mukaddes Angay, Necmettin Ozen, Nigar Baştug, Nazike Seçîl Hayirci, Omer Şaybak.”

Etîket: Federasyona Astengdaran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fedarasyona Astengdaran: Berpirsiyar bi hestiyar tevnagerin

Fedarasyona Astengdaran: Berpirsiyar bi hestiyar tevnagerin

14 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (35)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne