• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Stenbol / AW

31 ÇILE 2026 - 13:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1088emîn de li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn. Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: ‘Tirkiye mukelefê biryarên DMMEyê ye. Windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Mirovên ango Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 1088emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya heftane berdewam kir. Dayikên Şemiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê jî li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz hat pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hat xwendin.

‘Pirsgirêkên civakê bi tundiyê çareser nabe’

Îkbal Eren diyar kir ku salên 1990î ji ber ku rêyên siyaseta demokratîk girtîbûn, komkujî pêk hatin û got: “Bi sedema polîtîkayên ewlehiyê şer hê zêdetir dijwar bû û gelek siyasetmendarên Kurd hatin înfazkirin. Bûyerên ku di wê demê de qewimîn di bîra civakê de wekî binpêkirina mafên mirovan cihê xwe girt. Êş û jana ku qewimî nîşan da ku pirsgirêkên civakê bi tundiyê çareser nabe. Em di hefteya 1088emîn de ji bo li aqûbeta siyasetmendarên Kurd Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz bipirsin, hatin cem hev.”

‘Sûcê mirovahiyê hate kirin’

Îkbal Eren bal kişand ser serpêhatiya windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz û destnîşan kir ku tevî hemû serlêdan û lêgerînan jî lêpirsînek baş pêk nehat û ser dosyeyê hate girtin û got: “Malbatan di 17ê Tirmeha 2015an de serî Dadgeha Destûrî da lê li wir jî biryara demborî hat dayîn. Lê di sala 2005an de DMME biryar dabû û gotibû ku lêpirsînek baş pêk nehatiye û Tirkiyeyê mehkûm kiribû. Em di hefteya 1088emîn de dîsa bang dikin; Tirkiye mukelefê biryarên DMMEyê ye. Windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz sûcê li dijî mirovahiyê ye. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz û windayan hemû bipirsin.”

‘Ev der Komara Şirnexê ye û li vir gotinên min derbas dibe’

Paşê Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn axivî û anî ziman ku di windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz de şahid hebûn û got: “Şahidan gotin Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz bi hev re çûne qeroqolê, fermandanar Levent Ersoz got em nizanin li ku ne. Paşê dema em çûn qerekolê Levent Ersoz ji me re got, ‘Ev der Komara Şirnexê ye û li vir gotinên min derbas dibe’. Piştî vê gotinê me fêm kir ku winda nayên dîtin.”

‘Hêvîdarim ku kiryar bên darizandin’

Birayê Serdar Taniş, Yusuf Taniş jî axivî û destnîşan kir ku ew îro di emrê birayê xwe de ye û got: “Birayê min ji bo vekirina partiyê dixebitî. Levent Ersoz gef li birayê min dixwara. Jixwe paşê ji Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz hatin windakirin. Em hêvîdarin ku kiryar bên darizandin.”

Piştî axaftinanan beşdarên çalakiyê qerenfîlên di destê xwe de avêtin Qada Galatasarayê ku ji aliyê polisan ve hatiye dorpêçkirin.

Etîket: Dayikên ŞemiyeEbûbekîr DenîzSerdar Taniş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

6 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

28 ADAR 2026
31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (741)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne