• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Destkeftî divê werin parastin’

Abdullah Esen / AW

3 SIBAT 2026 - 09:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Rêveberê ÎHDa Êlihê Alî Karadogan diyar ku tevî paymana di navbera HSDê û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê heye jî dijminatiya Tirkiyeyê didomen û wiha got: “Divê destkeftî werin parastin.”

 

Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞê û yên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ji 6ê Çileyê di encama berxwedana gelê Kurd ên Rojava, her çar aliyê Kurdistanê û li Ewropayê encam da û di navbera Hêzên Sûriyê yên Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de peymanek hate îmzekirin. Tevî ku peymana hatiye îmzekirin bajarên rojavayê Kurdistanê di bin dorpêça çeteyan de ye.

Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Alî Karadogan derbarê geşedanên li rojavayê Kurdistanê diqewimin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Tirkiye nahêle alîkarî biçin’

Alî Karadogan bal kişand ser bûyerên ji sala 2011an vir ve li rojavayê Kurdistanê tê domandin û got “Ev êrişên ku bi rêk pêk li ser Rojava tên kirin bi alîkariya dewletên navneteweyî ye. Li dijî vê yekê dîsa jî gelê Kurd li ber xwe dide. Di êrişên dawiyê de jî wekî her car, li dijî dagirkeran şer kirin. Her wiha gelê Bakur jî bi her awayekî alîkariyê didin Kurdên li Rojava. Ji ber ku alîkariya xurek û hwd. tê kirin, li ser sînoran astengî derdixin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi birçîbûnê rû bi rû bimîne. Lê mixabin dewleta Tirk bi navê ewlehiyê deriyê Murşîtpinarê yê ku diçe Kobanê girtiye û nahêlin alîkarî ji gelê Rojava re biçe.”

“Tev şirîkên şer in”

Di berdewama axaftina xwe de Alî Karadogan bal kişand ser êriş û astengiyên bi hevkarî tên kirin û wiha pê de çû: “Li ku derê mafên mirovan bê binpêkirin em qebûl nakin. Ev nêzîkî mehekê ye gelê Rojava di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Gelek kes di nava van şert û mercên giran de jiyana xwe ji dest dane. Di nava van şeran de bi tenê leşker jiyana xwe ji dest nadin, welatiyên sivîl jî bi qasî wan jiyana xwe ji dest didin. Dewletên weke Amerîka, Ingîlîstan, Rusya û Fransa tişta ku li Rojava didin meşandin, tev şirîkên şerê heyî ne. Bi taybetî jî divê dewleta Tirk bi awayekî erênî nêzîkî vê pêvajoyê bibe.”

‘Kurdên li bakur û Rojava xizmên hev in’

Alî Karadogan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li Rojava ji xeynî Kurdan Ermen, Çerkez û Suryan jî hene. Karadogan got ku piraniya gelê li wê derê Kurd in û wiha pêde çû: “Kurd ên li Rojava xizmên Kurdên li Bakur in yên Bakur jî xizmên wan in. Zextên ku li ser Kurdên Rojava tê kirin dilê Kurdên Bakur diêşê. Li Tirkiyeyê jî pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ev 40-50 sal in li Kurdistanê bê navber şerekî dijwar diqewime. Ji bo ku destkeftiyên Kurdên Rojava ji destê wan bistînin, her tiştî dikin. Em dixwazin dewleta Tirk vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin baş bimeşîne û di encamê de tiştekî baş derbikeve holê. Divê bi vî awayî bi neyartî li gelê Kurd nenêrin. Em zanin ku bandora rêveberiya Tirkiyeyê li ser Hukûmeta Suriyeyê jî heye. Em dixwazin li hemû herêman têkiliyên gelan bi hev re çêbibin.”

‘Divê ji vir şûn ve xebat û çalakî baş bin’

Di dawiya axaftina xwe de Alî Karadogan anî ziman ku di demên dawî de li hevhatinek di navbera HSDê û hukûmeta demkî ya Şamê de çêbûye û got: “Ev peyman ji bo sekinandina şer û pêşîlêgirtina kuştinê gelek baş e. Divê dewletên derve jî bandorê li ser van peymanan nekin. Jixwe piraniya gelên ku li wir dijîn jî gelê Kurd û Ereb in. Her wiha di nava axa Sûriyeyê de gelek gelên cuda jî hene û divê mafên wan jî li ber çavan bê girtin. Weke parêzvanên mafên mirovan em erênî li vê peymanê dinêrin. Destpêk nebaş be jî divê ji vir û şûn ve xebat û çalakî baş bibin. Destkeftinên ku hatine bidestxistin divê ji holê neyên rakirin. Û divê ji vir şûnde bi awayekî fermî Kurd jî di zagonên Sûriyeyê de cih bigirin.”

Etîket: Alî KaradoganÎHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026
ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

26 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026
Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

6 HEZÎRAN 2026
‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (4)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne