Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz beriya civîna komîsyonê ya li Meclîsê axivî û got: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara berdana Demirtaş da. Divê mirov li gorî biryarên dadgehê tevbigere.”
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz beriya civîna Komîsyona Meclîsê dest pê kir, bersiva pirsên rojnamegeran da. Yildiz diyar kir ku ew ê metnekî çarçoveyê amade bikin û xebat dê zêde dirêj nekin. Yildiz got: “Dibe ku ev civîna dawî be an jî ya beriya dawiyê be. Em ê metnekî çarçoveyê amade bikin. Ez bawer nakim zêde dirêj bike.”
Li ser pirsa rojnamegeran a derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş de, Fetî Yildiz bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha axivî: “Dadgeh biryara berdana Demîrtaş didin. Divê mirov li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere. Heke DMMEyê binpêkirinek dîtibe û daxuyaniyek li ser berdana wî hebe, divê were berdan. Jixwe serokê me Devlet Bahçelî daxuyaniyeke da. Piştî gotinên wî, hewce nake em tiştekî din bibêjin.”
Yildiz îdiayên ku dibêjin di navbera AKPê û MHPê de li ser vê pêvajoyê nakokî hene red kir û diyar kir ku ew di nav hevsengiyek de ne û got: “Em ê vê pêvajoyê bi serkeftî bi dawî bikin. Êdî ji vê saetê pê de veger tune ye, ev kar qediya.”













