Maça Amedsporê û Sakaryasporê ku bi kelecanek mezin hat lîstin, bi 1-1 bi dawî bû. Amedsporê 2 puan winda kir û di lîgê de ket rêza sêyemîn.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Sakaryaspor di hefteya 25emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Maçê saet di 16.00an de dest pê kir lê alîgirên Amedsporê ji saet 13.30an ve li stadê cihê xwe girtin.
Bi ser 30 hezarî re alîgirên Amedsporê li trîbûnên stadê cihê xwe girtin û li ber stranan govend gerandin û dirûşm berz kirin. Lîstikvan bi pankarta “Em aşiqî futbolê ne, li dijî çêra ne” derketin sehê û dema lîstikvanên Amedsporê hatin stadê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Di beşa ewil a maçê de Amedsporê derfetê avêtina çend golan dît lê nekarî gol biavêje. Dema deqîqe bû 21 alîgiran ronahiya telefonên xwe vekir û strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin û balonên kesk û sor û zer rakirin.
Alîgirên Amedsporê di tevahiya beşa ewil a maçê de bêrawestan dirûşm berz kirin û her wiha al û stûmal hejandin.
Beriya ku beşa ewil a maçê biqede lîstikvanê Amedsporê Florent Hesenî di deqîqeya 45an de golek avêt û beşa ewil 1-0 bi dawî bû.
Piştî navberê beşa duyemîn a maçê dest pê kir. Di vê beşê de Sakaryasporê jî golek avêt û skor bû 1-1. Di vê beşê de jî Amedsporê gelek caran derfet dît ku gol biavêje lê nekaribû biavêje. Di beşa duyemîn de 6 deqîqe din jî li maçê hate zêdekirin û 96 deqîqe maç hat lîstin. Di dawiyê de maç bi 1-1 bi dawî bû. Amedsporê tenê karibû puanek bi dest bixe.














