Serokê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê ragihand ku ew ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de 2 deriyên nû yên sînor vekin.
Serokê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê Umer Weîlî derbarê vekirina deriyên sînor yên bi Suiryeyê re daxuayanî da. Li gorî Umer, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo pêşxistina bazirganî û bikaranîna deriyan, xwestiye di demek zû de deriyên sînor yên Welîd û Rebîe yên bi Suriyeyê re werin vekirin.
Umer Weîlî got ku ew ê di rojên pêş de şahidiya vekirina her du deriyan bikin. Di berdewama axaftina xwe de Umer Weîlî diyar kir ku dê vekirina deriyan bandorek erênî li dahatê bike û got derî asta bazirganiya bi rêya Iraqê jî dê bilind bikin.








