Şirnex – Zimanhez Farûq Cîlasûn bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê di heman demê de parastina zimanê Kurdî kiriye, ziman li pêş xistiye û got: “Dîroka me jî, zimanê me jî bi xêra vê tevgerê hat îro. Berê jî hinek tevger hebûn lê ne bes bûn. Xebatên domdirêj nedihatin kirin.”
Ji aliyê UNESCO ve di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat ragihandin. Gelê Kurd wek her sal îsal jî amadekariyên 21ê Sibatê dikin. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi taybetî zimanê Kurdî û gelek zimanên din tên astengkirin û qedexe ne. Welatî nedikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin û ne jî xizmetê werbigirin. Gelê Kurd nikare zimanê xwe li Meclîsê, saziyên giştî, qadên xizmetguzarî û perwerdehiyê bi kar bîne, bi salan e ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî têdikoşe. Kurdên ku nikarin xizmetê bi Kurdî werbigirin bi pirsgirêk û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin, dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.
Yek ji damezrênerê Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn a ku girêdayê Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) li Cizirê 2004an de hate avakirin û aktivîstê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) ya berê Farûq Cîlasûn bal kişand ser astengiyê ziman û bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê çandek nû afirand, zimanê Kurdî her dem parast û bi saya vê têkoşînê zimanê Kurdî zindî maye.
‘Saziyên me girîngiyê bidin ziman wê gelê me şanaz bibe’
Farûq Cîlasûn anî ziman ku windakirina ziman ji bîrkirina ziman ve girêdayî ye û got: “Di nava malbatê de eger dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin, siyasetmedar bi Kurdî biaxivin, dema di nav gel de digerin û xebatan dimeşînin teqez divê zimanê Kurdî xeber bidin. Di dinyayê de ji hêla dewlemendiyê ve bi qasî zimanê Kurdî dewlemendtir ziman tune ne. Zimanê Kurdî di koma zimanê Hînt-Ewrûpa de ye. Di cîhanê de bi milyaran kes zimanê di nava vê komê de diaxivin. Pergal îro jibîrkirina ziman li me ferz dike. Hebûn û xwebûna miletekî girêdayî sê tiştan e; yek jê ziman e, yek jê dîrok e û yek jî çand û huner e. Bi hezar salan e pergalê nehiştiye dayikên me, bavên me, hunermendên me, wêjevanên me bi zimanê xwe berhemekî derbixin, girîngiya zimanê Kurdî bidin pêş, wê gelê me jî pê şanaz bibe. Ev tişt hê nebûye.”

‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir’
Farûq Cîlasûn girîngiya Tevgera Azadîyê a li ser zimanê Kurdî bi bîr xist û wiha axivî: “Di van salên dawî de Tevgera Azadiyê di nav gel de çandek xurt afirand. Vê tevgerê ev ziman ji nû ve zindî kir. Dîroka me jî, zimanê me jî bi xêra vê tevgerê hat heta van rojan. Berê jî hinek tevger hebûn lê ne bes bûn. Xebatên domdirêj nedihatin meşandin. Ehmedê Xanî û gelek kesên din xebat kirin. Mem û Zîn ku ne bi Kurdî bihata nivîsandin dibe ku di cîhanê de gelek cara Xelata Nobelê bigirta. Di hêla wêje û evîndarîye de hê jî berhemek mîna Mem û Zîn nehatiye nivîsandin.”
‘Dive malbat peywira xwe baş bicih bîne’
Farûq Cîlasûn bang li hemû kesî kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin û wiha got: “Banga min li gelê me ew e ku zarokên xwe bi ruhekî Kurdewarî mezin bikin û bi wan re biaxivin. Çiqas biçin dibistanê pergalê jî divê di nava malê de teqez bi Kurdî biaxivin. Hînkera bidin wan, peyvê Kurdî hînî wan bikin. Ev di destê bav û dayikê de ye. Divê malbat peywira xwe baş bicih bîne. Ez hêvî dikim ku hemû xebatkarên me yên saziyan dikim ku Kurdiya xwe rast bikin û hemû xebatan bi Kurdî bi rê ve bibin. Divê rewşenbîrên me, zanayên me, pêşengên me pêşî bi Kurdî biaxivin û Kurdewar jiyana xwe berdewam bikin. Zimanê Kurdî di cîhanê de di rêza 8emîn de ye, zimanek dewlemend e. Zimanek xwedî hezarên sala ye. Divê em hemû bi hev re xwedî lê derkevin.”
‘Zimanê me hebûna me ye’
Farûq Cîlasûn anî ziman ku divê zimane Kurdî bibe zimanê zanistê û zimanê perwerdehiyê û got: “Em bi zimanê rojane diaxivin ev tenê têr nake. Rêveberiyê xwecîhî dikarin taybetmendiyek mezin bidin vî karî. Zimanê me hebûna me ye. Dema ti nikaribî bi zimanê xwe biaxivî û xwe pê îfade bikî wê demê ti îdiaya te ji bo hebûna te namîne. Divê tevahiya jiyana me bi Kurdî be. Yê ku Kurdî nizane divê di rêveberiyê xwecîhî de cih negire. Divê şaredarî bernameyek taybet ji bo Kurdî bikin. Her şaredarî divê meseleya ziman ji bo xwe ferz bibîne.”
‘Kurdî xeta me ya sor e’
Farûq Cîlasûn bal kişand ser pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Komîsyona Meclîsê wê were amadekirin. Di raporê de heke xala qebûlkirina zimanê Kurdî nebe, ti wateya vê rapore namîne. Dayikê Aştiyê çûn civîna Komîsyonê lê nehiştin bi Kurmancî baixivin, qedexe kirin. Divê em baş ji vê komîsyonê re bêjin zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Eger ziman di dibistanan de nebe, ziman qels dimîne.”












