TJA, DBP, DEM Partî û Konseya Bajêr a Amedê ku bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daxuyaniyên nivîskî parve kirin, diyar kirin ku pirzimanî hêmanek dewlemendiya jiyana giştî ye û destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bi awayekî lezgînî bigihe statûya xwe û bi makeqanûnê were parastin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) , Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclisa Ziman a Konseya Bajêr a Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê daxuyaniyên nivîskî weşandin.
TJAyê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên yekzimaniyê û wiha got: “Li Tirkiyeyê nêzî sed salê ye ku ji bilî zimanê Tirkî hemû zimanên heyî hatin qedexekirin û ji qadên civakî hatin dûrxistin û bi awayekî pergalî rastî asîmilasyonê hatin kirin. Li gor daneyên UNESCOyê li Tirkiyeyê 18 ziman winda bûn û yên mayî jî bi tunebûnê re rû bi rû mane. Dema em bala xwe didin rewşa Zimanê Kurdî ya li Tirkiyeyê ew rûyê dewletê yê ku bi polîtîkayên Qanûna Şark Islahatê polîtîkayên qedexekirin, tunekirin, înkar, tunehesibandin û asîmîlasyonê ji sed salî zêdetire ku li ser zimanê kurdî dimeşîne, derkeve pêşîya me. Li gel ku li Tirkiyeyê nêzî nîvê nufûsa wê Kurd in jî heta niha di ti warê fermî de ziman û mafên Kurdan nehatine nasîn. Ev feraseta dewleta mêrperest a li Tirkiyeyê bi heman awayî heta îro jî zimanê asîmîlasyonê berdewam kir lê vê carê asîmîlasyoneke bi reng û şêweyên cuda meşand. Qirkirina zimanê kurdî bi qedexekirin û girtina rojname, kovar, sazî û dezgehên ziman, sitran û konser, cil û bergên kurdî û hwd berdewam kir.”

‘Têkoşîna gelê Kurd ziman ji ber devê kêra asîmîlasyonê xelas kir’
TJAyê daxuyaniya xwe wiha domand: “Bêguman li hember vê feraseta heyî ji 40 salî zêdetire di encama têkoşîna gelê Kurd û bi taybetî jî di encama mûzakereyên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê, sazî û dezgehên din ên welatparêz de ango di encama têkoşîna Gelê Kurd de Zimanê Kurdî ji ber devê kêra asîmalasyona dewletê hat xelas kirin. Lê bêguman ji ber bandora asîmîlasyona sedsalî îro xeteraya herî mezin a li ser Zimanê kurdî bi asimilasyoneke navxweyî li Bakûrê Kurdistanê didome. Berwedan û parastina Zimanê Kurdî îro tenê bi sazî û dezgehan ne mimkûn e. Ji ber vê yekê jî divê bi lezgînî statûya Zimanê Kurdî were qebûlkirin û bingeha wê ya makeqanûnî were rûniştandin.”
‘Ziman hebûn û xwebûna gelan e’
TJAyê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em weke Tevgera Jinên Azad çawa ku bi salane li her cihî parastina mafê jinan dikin bi heman awayî parastina zimanê zikmakî jî dikin. Ziman û jin rehikê heman darê ne.
Em jin careke din ji vir dibêjin ku bi awayekî lezgînî divê zimanê kurdî bigihêje statûya xwe û bi makeqanûnê were parastin. Pirrengîya ziman, dewlemendiya civakên heyî divê bê parastin. Bêgûman divê demildest li gor vê xalê gav bên avêtin û divê hemû qedexe, zext û dorpêçkirinên li ser zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Her wiha ji bo pêkanîna vê divê têkoşîn li her qadê bê bilindkirin û berfirehkirin. Di vê çarçoveyê de em 21ê Sibatê Roja Zimanê Cîhanê li tevahiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Ziman hebûn û xwebûna gelan e.”
DBP: Ji bo ku Kurdî nekeve goristanan zimanan gelê Kurd tim têkoşîna xwe domand
DBPê jî bi serenavê “Ji Kurdî re Statu, Perwerdeya bi Zimanê Dayikê!” daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji bo gelên bindest xwedî cîhekî girîng e. Ev roj bi taybetî ji bo Kurdan him watedar him jî taybet e. Gelê Kurd sed sal e ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoşe. Polîtîkayên înkar û îmhayê nikare îradeya Kurdan bişkîne. Ji bo ku zimanê Kurdî nekeve ‘goristana zimanan’, gelê Kurd tim têkoşîna xwe domand û dê bidomîne.”

‘Di avakirina civaka demokratîk de perwerdehiya bi zimanê dayîkê xala bingehîn e’
DBPê anî ziman ku zimanê dayikê ne tenê ji bo axaftinê, di heman demê de ji bo hebûnê jî girîng e û wiha domand: “Çimkî ziman hêlîna hebûnê ye. Heta îro desthilatdaran xwestin Kurdan asîmîle bikin û hebûna wan tune bikin. Lê belê ev hewldanên wan pûç bû û di sedsala 21an de dewlet li hember têkoşîna Kurdan neçar ma. An divê mafên gelê Kurd bidin, an jî pergala netewe-dewletê dê têk biçe. Rêyek din an jî çareseriyek din tune ye. Wekî ku Birêz Ocalan di banga xwe ya di 27ê Sibatê de diyar kir ‘Di avakirina civaka demokratîk de, perwerdeya bi zimanê dayikê xala bingehîn e.’ Divê her gel zimanê xwe pêş bixe, nasname û çanda xwe biparêze. Tenê pergaleke ku bi rêzdarî nêzî van mafan dibe, dikare pêşerokeje demokratîk, wekhev û azad ava bike.”
‘Armanca me ya sereke statuya zimanê Kurdî ye’
DBPê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em wek Partiya Herêmên Demokratîk dîsa bang dikin ku bila desthilat ji bo parastina hemû zimanan gavên şênber û demokratîk biavêje; li gorî mafên mirovan tevbigere. Bila baş were zanîn ku armanca me ya sereke statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Bi ve mebestê, em 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz dikin.”
DEM Partî: Zimanê dayîkê sedema hebûna gelekî ye’
DEM Partiyê jî li ser hesaba xwe ya Xyê bi deh zimanan 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz kir û ev peyam parve kir: “Zimanê dayikê sedema hebûna gelekî ye û mafekî bingehîn e. Em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên xwe pîroz dikin.”

Konseya Bajêr: Pirzimanî hêmanek dewlemendiya jiyana giştî ye
Meclisa Ziman a Konseya Bajêr a Amedê jî diyar kir ku ziman berdewamiya çandî, kombûna civakî û îradeya jiyana bi hev re ya bajarekî hildigirin û wiha got: “Avahiya dîrokî û çandî ya pirzimanî ya Amedê mînakek berbiçav û zindî ya vê rastiyê ye. Nêzîkatiya me wekî Meclîsa Ziman a Amedê zelal e: Di navbera tu zimanên ku li bajêr têne axaftin de serdestî an jî cudahî nayê kirin. Pirzimanî hêmanek yekgirtî ya dewlemendiya jiyana giştî û demokrasiya herêmî ye. Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, ku îsal ji hêla Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi mijara ‘Dengê ciwanan di perwerdehiya pirzimanî de’ tê bîranîn, careke din eşkere dike ku pirsgirêka ziman ne tenê çandî ye, lê di heman demê de rasterast bi derfetên wekhev di perwerdehiyê, beşdariya civakî û jiyana demokratîk de ve girêdayî ye.”
Konseya Bajêr destnîşan kir ku di daxuyaniyên rêxistinên civaka sivîl, komeleyên pîşeyî û avahiyên saziyî yên cûrbecûr ên li Tirkiyeyê de xaleke hevpar ew e ku zimanê dayikê pêkhateyek bingehîn a mafê xwe-îfadekirinê, fêrbûnê, gihîştina xizmetên giştî û azadiya ji cudakariyê ye û wiha domand: “Nedîtina zimanê dayikê di qada giştî de an jî pêşîgirtina bi bandor a karanîna wê dibe sedema newekheviyên di perwerdehiyê de, pirsgirêkên gihîştina xizmetên giştî û lawaziyên civakî.”
Konseya Bajêr li gorî li gorî prensîbên beşdarbûn, şefafî, qedexekirina cudakariyê, pirzimanî û demokrasiya herêmî xalên “Di xizmetên giştî de pirzimanî, perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayîkê, têkoşîna li dijî cudakariya li ser bingeha ziman, parastina zimanên di xetereyê de, hevrêzkirina navsaziyan û têgihiştina hevpar” rêz kirin.
‘Divê statuya qanûnî ya hemû zimanên dayîkê bê naskirin’
Konseya Bajêr di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Avakirina çarçoveyek hevkariyê ya birêkûpêk û domdar di navbera saziyan, rêxistinên civaka sivîl, û derdorên akademîk ên ku di warê ziman de dixebitin de ji bo pêşxistina polîtîkayên ziman ên mayînde û bibandor pêwîst e. Wekî din, divê statuya qanûnî ya hemî zimanên dayikê yên ku li bajarê me têne axaftin, nemaze Kurdî, bi zelalî were nas kirin û bi destûrî were garantî kirin. Divê zimanê dayikê ne tenê di qada takekesî de were bikar anîn; Ji bo misogerkirina bikaranîna bi bandor û wekhev a zimanên dayikê di hemû astên perwerdehiyê û di saziyên giştî de, rêziknameyên qanûnî yên zelal, girêdayî û bicîhanîn pir girîng in.”
‘Meclisa Ziman ji bo wekheviya hemû zimanan piştgiriya xwe diyar dike’
Konseya Bajêr bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Meclîsa Ziman a Meclîsa Bajarê Amedê, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 21ê Sibatê de, careke din piştgiriya xwe ji bo wekhevî û xuyabûna hemû zimanên ku li bajêr têne axaftin di jiyana giştî de diyar dike. Em bi rêzdarî raya giştî agahdar dikin ku em ê bi biryardarî hewlên xwe ji bo parastin, pêşxistin û parastina wekhev a zimanên dayikê di hemû waran de, ji perwerdehiyê bigire heya xizmetên giştî, di çarçoveya demokrasiya herêmî de bidomînin.”














