• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

    Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê tê vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

Stenbol / AW

21 SIBAT 2026 - 13:30
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1091emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn.

Mirov ango Dayikên Şemiyê bi daxwaza winda werin dîtin, kujer bên darizandin di hefteya 1091emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Murat Yilmaz ê ku di sala 23ê Sibata 1995an de hatibû windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Masîde Ocak xwend.

Diçe qerekolê û venagere

Masîde Ocak diyar kir ku di heftaya 1091emîn de Murat Yildiz ê ku berî 31 salan di binçavan de hatiye windakirin dipirsin û got: “Murat Yildiz ê 19 salî li Îzmîrê dijiya. Murat Yildiz tev li bûyerekê bûbû, polîsan ji dayika Murat Yildiz re gotibû ‘bila Murat were îfadeyê, piştî îfadeyê em ê wî berdin’. Piştî vê Murat Yildiz di 23yê Sibata 1995an de bi parêzerê xwe re çû qerekolê û îfade da komîser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî. Piştî 3 rojan Murat Yildiz venegeriya mala xwe. Dayika wî Hanîfe Yildiz çû qerekolê û polîsan got ‘dema Murat bi polîs Ramazan Kaya û Tahîr Şerbetçî re diçû Stenbolê xwe ji ferîbotê avêtiye behrê û reviya’.”

‘Em ê her dem li aqûbeta windayan bipirsin’

Masîde Ocak anî ziman ku Hanîfe Yildiz paşê serî li Dadgeriya Bornova û Gebzeyê da û wiha got: “Doz hat vekirin lê îfadeyên polîsan esas hatin girtin û tenê li ser xala ‘di pêywirê de xemserî kirine’ 1 lîra û 18 qirûş ceza li wan hate birîn. Di sala 2015an de parêzer Gulseren Yolerî serî li Dadgeriya Gebzeyê da, piştî du salan biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn. Çend sal derbas bibe jî em ê li aqûbeta Murat Yildiz û windayan hemû bipirsin.”

Piştî daxuyaniyê Mirovên Şemiyê qerenfîlan danîn Qada Galatasarayê û çalakî bi dawî bû.

Etîket: Mirov-Dayikên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

16 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

2 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

25 NÎSAN 2026
‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DBP ji bo pêkanîna aştî û azadiyê dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (346)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne