Saziyên ziman û çandê li Stenbolê bi boneya 21ê Sibatê panelek lidarxistin. Zimanzan Samî Tan di panelê de diyar kir ku divê Kurd zimanê xwe li pêş bixin û got: “Pêdivî bi xurtkirina ziman, amadekirina termenelojiyê heye û divê plansaziya pêşiya 20 sala were çêkirin. Divê Kurdek xwe wekî aktivîstê ziman bibîne û pêşengî bike ku bandorê li derdora xwe jî bike.”
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Ma Music, NÇM, Komîsyona Ziman a OHDê û HDK bi sermijara “Nêrînek li zimanê zikmakî” panelekê li dar xist. Panel li avahiya Konfederasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD-KON) ya li Semta Şîrînevlerê hat lidarxistin. Gelek nûner û rêveberên sazî û dezgehan, gelek welatî tev li panelê bûn. Li eywana panelê pankartên, “Statu seba ziwanê dayîke, demokrasî seba komelî”, “Statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî” hatin daliqandin.
Zimanzan Samî Tan li ser mijara “Polîtîkayên zimanê dayikê” û hiqûqnas Ekrem Koçbaşi jî li ser mijara “Cihê mafên zimanî di hiqûqê de” û Umut Gunduz jî li ser mijara “Huner û zimanê dayikê” axivîn û gotûbêj kirin. Asli Gulseren moderatortiya panelê kir.

Panel bi axaftina Samî Tan ya li ser “Polîtîkayên zimanê dayikê” dest pê kir.
‘Divê em li ser televîzyonan dersa Kurdî bidin’
Samî Tan diyar kir ku piştî êrişên li ser Rojava wan dît ku hêza herî bilind ya Kurdan yekîtî ye û wiha axivî: “Yekîtî divê di qada ziman de jî çêbibe. Divê em di qada ziman de xebatên xwe pêk bînin û zimanê xwe li pêş bixin. Pêdivî bi xurtkirina ziman, amadekirina termenelojiyê heye û divê plansaziya pêşiya 20 sala were çêkirin. Ev dikare helwesta cîhanê biguherîne. Cîhan guheriye divê em jî li gorî wê xwe biguherînin. Mînak divê li ser televîzyonê em perwerdehiya zimanê Kurdî bikaribin bikin. Divê her Kurdek xwe wekî aktivîstê ziman bibîne û pêşengî bike ku bandorê li ser derdora xwe bike. Em ê bi ser bikevin û wê zimanê me heta dawiyê bijî.”
Piştî Samî Tan hunermend Umut Gunduz jî li ser mijara “Huner û ziwanê dayikê” axaftina xwe pêk anî.

‘Bi sedema polîtîkayên bişaftine axaftina zimanê Kurdî gelek kêm e’
Umut Gunduz jî anî ziman ku divê li her qadê Kurdî bê axaftin û wiha got: “Ji bo zimanê me Kirmanckî pirtûk kêm in. Ev ne tenê derdê ye, saziyên me jî divê ji bo zimanê me bixebitin. Îro bi sedema polîtîkayên bişaftine di nava nifşê nû de axaftina zimanê Kurdî gelek kêm e. Îro tenê hinek cihan zaravayê Kirmanckî tê axaftin. Êdî nifşên nû bi Tirkî bersiva didin me.”
Di dawiyê de hiqûqnas Ekrem Koçbaşi jî li ser mijara “Cihê mafên zimanî di hiqûqê de” axivî.
‘Mafê zimanê di hiqûqa navnetewî de cih digire’
Ekrem Koçbaşî diyar kir ku li ser mafê zimanî gelek axaftin tên kirin lê divê gelê Kurd kîjan mafan dixwaze bê zanîn û got: “Mafê zimanê di hiqûqa navnetewî de cih digire. Netewên Yekbûyî bi armanca parastina ewlehiyê ya cîhanê ye, parastina mafê gerdûniye, çareserkirina pirsgirêkan e. Ji ber vê armanca mafê mirovan di nava hiqûqa navnetewî de cih digire. Mafê zimanê jî di nava mafê mirovahiyê de ye. 500 peymanên hiqûqana navnetewî heye, lê tenê bi qasî 20 peyman li ser mijara mafê mirovahiyê ye. Di peyamanan de tê gotin divê dewlet di nava welatiyên xwe de tu cudahî çêneke.”

‘Em bi perwerdehiyê dikarin pêşî li têkçûna zimanê xwe bigirin’
Ekrem Koçbaşî bi bîr xist ku ji wan ya herî girîng mafê ziman e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di peymanan de tê gotin divê mafê axaftina zimanê zikmakî hebê. Lê di mafê perwerdehiyê tune ye. Li Tirkiyeyê jî tenê bi dersên hilbijartin tu dikarî perwerdehiya zimanê xwe bibinî. Lê em dixwazin ku mafê zimanê ya perwerdehiyê ye. Bi perwerdehiya zimanê dayikê tu dikarî pêşiya têkçûna zimanê xwe bigirî.”
Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.














