• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Têkoşîna dijwar û muzakereyên bênavber – 1

Serdar Altan / AW

24 SIBAT 2026 - 11:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Ew roj rojek ne ji rêzê bû. Li çar aliyê welat û li tevahiya cîhanê her kes nefesa xwe girtibû li benda wê daxuyaniyê bûn. Ew daxuyanî deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê bû. Di nava salekî de gelek geşedanên girîng pêk hatin. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKK xwe fesix kir, çekan şewitand, xwe ji nav sînorên Bakurê Kurdistanê vekişand. Her çiqas dewletê gaveke şênber neavêtibe jî Abdullah Ocalan ji bo pêvajo bi rê ve here gelek caran hewl da. Di hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re, di muzakereyên bi dewletê re, ji bo çareseriyê pir tişt anî ziman. Niha piştî salekê em ê berê xwe bidinê ka gelo Abdullah Ocalan çi gotiye û nirxandinên çawa kiriye.

Salek berî niha, di 27ê Sibata 2025an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xwe ya bi navê “Aştî û Civata Demokratîk” kir. Ev di heman demê de dihat wateya destpêka pêvajoyekî. Ev pêvajo wê pêvajoyek wisa bûya ku êdî her tişt dê nebûya wek berê. Bi vê deklarasyonê her tişt serobino dikir Ocalan. Ne tenê rêxistina wî û gelê Kurd, li seranserê cîhanê tevahiya dewlet û rêxistin bi balkêşî şopandin vê daxûyaniyê. Ocalan bi vê deklarasyonê bang li rêxistina xwe, ango bang li PKKê dikir ku xwe fesix bike û çekan ji destê xwe deyne.

Vaye ev pêvajo salek li du xwe dihêle. Di vî sala ku dê bikeve nava rûpelên dîrokî û demek dirêj behsa wê bê kirin de gelek tişt qewimîn. Di vê rêzedosyeya xwe de em ê hewl bidin ku ji 27ê Sibatê heta roja îro çi geşedan çêbûn yek bi yek bidin xuyakirin. Her wiha di rêzedosyeyê de em ê hewl bidin ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, xwefesixkirina PKKê û çekdanînê de, gotinên wî ji bo entegrasyona demokratîk û yasayên azadiyê, têkiliyên di navbera Kurd û Tirkan de, li ser yektîtiya netewî, sosyalîzm û enternasyonalîzmê û têkoşîna jinan, li ser têkiliyên navdewletî, Rojhilata Navîn û dewletên herême, li ser Rojava û Sûrî, beş bi beş em ê bi we re parve bikin û naveroka wê binirxînin.

Heta niha nêrîn, perspektîf û nirxandinên Abdullah Ocalan car caran ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Lê belê hêjayî gotinê ye ku ev rêzedosye gelek agahî û nirxandinên Ocalan yên ku hunê cara yekem bibîhîsin di nav xwe de dihewîne. Her wiha piştperdeya hin hevdîtinan û hin biryar çawa hatine girtin emê hewl bidin bi rêya çavkaniyên ku yekser di nava pêvajoyê de cih girtine vekolin û ji we re ragihînin. Em vê yekê jî weke erkek sereke yê rojnamegeriyê dibînin û civakê agahdar dikin. Bi xwendina vê dosyeyê her xwînerek dê nêrînên Abdullah Ocalan ên derbarê mijaran de bi awayek rêk û pêk ji çavkaniyên yekemîn hîn bibe.

Rêzedosyeya me di beşa yekem de wê bi geşedanên di nava salekê de ya derbarê banga 27ê Sibatê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dest pê bike.

Ji 27ê Sibatê heta roja îro

Dîrok 1ê Cotmeha 2024an bû. Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku her roj êrişî siyaseta Kurd û gelê Kurd dikir, derket kursiya Meclîsê, axaftina xwe kir, hat jêr, berê xwe da aliyê ku koma DEM Partiyê lê rûniştîne û destê xwe dirêjî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û parlamenteran kir. Tevahiya Tirkiyeyê ev dîmen bi baldarî şopand. Gelo Bahçelî xwestibû çi bike? Ev nêzîkatiya balkêş bi banga 22yê Cotmehê ya li TBMMyê berdewam kir. Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku “were û di bin banê Parlamentoyê de biaxive.” Her wiha yekem car behsa “mafê hêviyê” jî kir.

Piştî salên dirêj bi Ocalan re hevdîtina yekemîn

Di 23ê Cotmehê de biraziyê Abdullah Ocalan, parlamentere DEM Partiyê Omer Ocalan çû Îmraliyê û silavên Ocalan ji bo tevahiya gelan anî. Di 30ê Cotmehê de Erdoğan bêdengiya xwe şikand û piştgiriya xwe ji bo Bahçeli ragihand. Got ku “bi kêleka nîşandana ku hemû laşê xwe xistiye bin kevir, em gihîştin fersendeke pir mezintir” û ji Kurdan xwest ku destê aştiyê bigirin. Lê di heman demê de jiyana pratîk berevajî meşiya. Di 30ê Cotmehê de Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin û roja piştê qeyûm li şaredariyê hat tayînkirin. Di 4ê Mijdarê de li Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê qeyûm hatin tayînkirin. Ev polîtîkaya qeyûman di rojên pêş de jî her berdewam kir.

Li Sûriyê geşedanên girîng

Di 8ê Kanûnê de rêxistina çete Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), li dijî rejîma Beşar Esad dest bi êrîşan kir ku piştgiriya xwe ji hêzên navdewletî digirt. HTŞ li Şamê kontrolê bi dest xist û rejîma Esed hilweşiya. Ev geşedanên ha pêşketinên girîng bûn û careke din pirsgirêka Kurd ya li Rojhilata Navîn anî rojevê. Di vê navberê de êrîşên Tirkiyeyê jî hem li ser xaka Rojava, hem li Başûrê Kurdistanê berdewam dikirin. Di van êrîşên piştî destpêkirina pêvajoyê pêk hatîn de 41 kes hatin qetilkirin, 245 kes birîndar bûn.

Hevdîtina yekem ya DEM Partiyê li Îmralî

Ber bi dawiya sala 2024an ve geşedanek girîng pêk hat. Pervin Buldan û Sırrı Süreyya Önder weke Heyeta Îmraliyê di 28ê Kanûnê de çûn girava Îmraliyê. Rojek şûnde peyama Ocalan hat: “Ez xwedî layiqî û biryardariyê me ku di paradigmaya nû ya ku Bahçeli û Erdoğan hêz danê de beşdariyek erênî bikim.” Ev peyam ji hêla tevahiya civakê û rayedarên dewletê ve bi awayeke erênî hat pêşwazîkirin. Di destpêka sala 2025an de, heyeta Îmraliyê dest bi têkiliyên berfireh kir. Li du hev daxuyanî û hevdîtin pêk hatin. Hêdî hêdî ber bi encamekî ve dihatin ev hevdîtin.

Banga dîrokî ya 27ê Sibatê

Dema rûpelên dîrokê 27ê Sibata 2025an nîşan dida daxuyaniyek dîrokî hat ji girava Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê ya ji 7 kesan pêk dihat çûn girava Îmraliyê. Heyet ji Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan, Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan, Ahmet Turk, Faîq Ozgur Erol û Cengîz Çîçek pêk dihat. Şande çû giravê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Paşî vegeriyan Stenbolê û li wir bi daxuyaniyekî berfireh peyama Rêberê Gelê Kurd ji tevahiya raya giştî re ragihandin.
Li salona daxuyaniyê li ser ekranan wêneyek diyar kir. Piştî salên dirêj cara yekem sûretê Abdullah Ocalan xuya dikir. Heyeta ku çûbûn giravê û girtiyên din yên li giravê li gel Ocalan bûn. Di wêneyê de xuya dikir ku Abdullah Ocalan metna banga xwe bi xwe xwendiye. Ev peyam bi awayekî Kurdî û Tirkî ji hêla endamên heyetê ve hat xwendin. Bi sedan rojnamevan ji bo şahidiya vê roja dîrokî bikin li salona daxuyaniyê bûn.
Di wan kêliyan de li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya cîhanê gelê Kurd nefesa xwe girtibûn û li benda banga Ocalan bûn. Di serî de li Amed û Wanê, li gelek bajaran li meydanên fireh perdeyên mezin hatin vekirin û ew kêliyên civîna çapemeniyê zindî hatin weşandin.

Naveroka banga Ocalan girîng bû helbet. Ev dihat wateya bi dawîbûna serdemek û vekirina rûpelekî nû. Abdullah Ocalan di daxuyaniyê wiha digot:
“…Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.”

Di qada navneteweyî de deng veda

Ev bang li seranserê cîhanê deng veda. Tevahiya medya û çapemeniya cîhanê bangê derxistin manşetan, weke nûçeya lezgîn hate parvekirin. Netewên Yekbûyî û gelek welatên cîhanê peyamên piştgiriyê weşandin û banga Ocalan wekî gavek dîrokî nirxandin.

KCKê bersiva erênî da, gel bi Newrozê piştgirî da

Bi bangê pêvajo jî derbasî merhaleyeke nû bû. Di 1ê Adarê de Konseya Rêvebiriya KCKê ragihand ku ew bangê bi xweşbînî pêşwazî dikin û da zanîn ku ew ji îro û pê de agirbestkê îlan dikin. Gelê Kurd jî li seranserê Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bi tevlêbûna milyonan Newroz pîroz kir û piştgiriya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan deklere kir.

Onder jiyana xwe ji dest da

Di 10ê Nîsanê de Heyeta Îmraliyê cara yekem bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan tevlî vê hevdîtine bûn. Piştî civînê Sirri Sureyya Onder ragihand ku civîn pir erênî bûye û hêviyên wan mezin kiriye. Lê mixabin piştî vê hevdîtinê di 15ê Nîsanê de Onder qeyrana dil derbas kir û 4ê Gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Rêberê Gelê Kurd Ocalan Onder weke şehîdê aştiyê binav kir.

Piştî 26 salan dîmenên Ocalan

Di vê navberê de hevdîtin û muzakereyên bi Abdullah Ocalan re berdewam dikirin. Nîqaş li ser gelo dê PKK çawa xwe fesih bike û pêvajoya çekdanînê dê çawa pêk bê bû. Di navbênka van nîqaşan de PKKê di 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastina Medyayê, Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û di 12ê Gulanê de jî ragihand ku xwe fesix kiriye. Bi riya kongreyê hesretek 26 salan jî dawî dibû. Piştî 26 salan gel deng û dimenên Ocalan li ser ekranê didît. Ocalan li Girava Îmraliyê bi dîmen bangek dîrokî dikir. Dîmen di 9ê Tîrmehê de bi raya giştî re hat parvekirin. Di dîmen de girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî amade bûn. Abdullah Ocalan di banga xwe de anî ziman ku PKKê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga ‘Derbasbûna li nava demokrasiyê’ li Tirkiyeyê kir. Ocalan bal kişand ser komîsyona ku li Meclîsê bê avakirin kir û xwest her kes bi pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Dîmenê Ocalan ê piştî 26 salan hat weşandin di serî de li Kurdistan û li cîhanê deng veda. Bi milyonan Kurdan piştî 26 salan deng û dîmenê Ocalan dîtin û bi kêfxweşî û hestiyarî ew dîmen pêşwazî kirin.

Cîhan bû şahidê rojeke dîrokî

Vê carê rûpelên salnameyan 11ê Tîrmehê 2025 nîşan didan. Li Başûrê Kurdistanê Komeke gerîlayan ku navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” li xwe kirin li Şikefta Casenê ya Silemaniyê bi merasîmeke dîrokî çekên xwe şewitandin. 15 jê jin û 15 jê jî zilam 30 şervan tevli merasîmê bûn. Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî di merasîmê de cih digirt. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê şande û kesayetên navdar û rojnameger beşdarî merasîmê bûn. Bese Hozat û Behzat Çarçel banga çaresiriya pirsgirêka Kurd kirin. Dîmenên merasîmê dengek mezin veda li tevahiya cîhanê. Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê merasîm bi kelecan hate temaşekirin.

Erdogan avakirina komîsyonê qebûl kir

Serokkomar Erdogan di 12ê Tîrmehê de merasîma çek berdanê wekî gavek girîng nirxand û diyar kir ku dê li Meclîsa Tirkiyeyê komîsyonek bê avakirin û wiha got: “Niha emê rûnin û biaxifin. Ne bi çekan, rû bi rû, dil beramberê dil emê biaxifin.”
Helbet ev daxuyaniyek girîng bû lê ne bes bû. Pêdivî bi gavavêtinê hebû lê dewlet di vê derbarê de gavek şênber nedavêt.

Endamên Tevgera Azadiyê ji Bakur vekişiyan

Digel vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo pêşî li pêvajoyê veke hewldanên xwe domandin. Di çarçoveya van hewldanan de yek ji gava dîrokî vêkişîna endamên Tevgera Azadiyê ji Bakur bû. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de bi daxuyaniyek li Qandîlê ragihand ku ji bo pêşî li pêvajoyê vekin hemû hezên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. Komek şervanên ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan di merasîmê de cih girtin.

Avakirina komîsyonê li Meclîsê

Her çiqas gelek caran pêvajoyên çareseriyê dest pê kirin jî tu carî di bin banê Meclîsê de nehat nîqaşkirin. Cara yekem li Meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5ê Tebaxê de bi navê “Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Neteweyî” ava bû. Komîsyonê gelek kesayet, sazî û dezgehên civakî yên dewletê guhdar kir. Piştî nîqaşên dirêj di 21ê Mijdarê komîsyonê biryara çûna Îmraliyê da. Di 24ê Mijdarê de jî komisyona TBMMyê ku ji Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman pêk dihat Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin jî di dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê de xwedî cihekî taybet bû. Dewleta Tirk di dîroka xwe de yekem car bi serokek Kurd re bi fermî rûdinişt.

Rapora Komîsyonê bi kêmasiyan hate qebûlkirin

Komîsyona Meclîsê piştî raporên partiyên siyasî dest bi amadekirina metneke hevpar a raporan kir. Komîsyona Meclîsê ev rapor di 18ê Sibatê de di civîna dawî ya komîsyonê de erê kir û ji raya giştî re ragihanad. Her çiqas rapor ji hêla hin kêmasiyan ve hatibe rexnekirin jî, weke gavekî nû hat pêşwazîkirin. DEM Partiyê bi boneya têgihên wekî ‘terorê’ û bi zelalî pênasekirina mafên gelê kurd şerh danî ser hin xalên raporê, partiyên TÎP û EMEPê jî bi hincetên nêzîk hev rapor îmze nekirin.

Pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê

Lê belê dema em derbasî saleke nû, ango 2026 bûn bûyerek gelek girîng ku dê pêvajoya aştiyê ji bin ve xirabikira pêk hat. Di Çileyê 2026an de komployek navneteweyî li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. HSDê ji bo pêşiya şerê Kurd û Ereban bigire û destkeftiyan biparêze xwe ji Reqa û Dêrazorê vekişand û hêzên xwe li herêmên Kurdan ji nûve bi cihkirin. Êrişên Tirkiye û çeteyên wê li ber deriyên bajarên Rojava hatin sekinandin. Gelê Kurd li çar perçeyan bi ruhê neteweyî rabû ser piyan. Di encama berxwedanê de Tirkiye, HTŞ û hêzên hegemonîk bi neçarî Peymana 29ê Çile qebûl kirin. Helbet rêkeftina di 29ê Çile de pêk hat dîsa bi saya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû. Paşê derket holê ku Ocalan ji bo êrîş rawestin û lihevhatinek pêk bê dîplomasiyek gelek xurt û piralî meşandiye.

Encama salekî

Di encamê de pêvajoya bi banga Ocalan ku di 27ê Sibatê de destpêkiriye salek li duv xwe dihêle. Bahçeli di 12ê Îlonê de gotibû ku, “Aştî ne çûkek yekbaskî ye. Baskê yekemîn ê aştiyê ji aliyê Ocalan ve hatiye kirin. Niha gihîştiye qonaxa destnîşankirina şertên jiyana bi hev re.”

Erê, Bahçeli peyvên dîrokî got, Ocalan bangên girîng kir, PKK fesixkirinê ragihand. Lê di pratîkê de guhertinên bingehîn hê jî nehatine pêkanîn. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di yek saliya xwe de hîn jî di navbera hêvî û nezelaliyê de didome.

SIBÊ:
* Ocalan bi paradîgmaya nû dixwaze çi bike?
* Gelo tevgera Kurd a mezin bi dawî dibe?
* Bi fesixkirina PKKê û bidawîkirina şerê çekdarî çi tê armanckirin?
* Ocalan ji şandeya ku diçû gel wî re çi got?
* Armancên paradîgmaya “civaka demokratîk a kominal”

Etîket: Abdullah OcalanAhmet TurkBanga 27ê SibatêBanga Aştî û Civaka DemokratîkPervîn BuldanRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSerdar AltanSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

23 SIBAT 2026
Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

Di çapemeniya cîhanê de nirxandina rapora pêvajoyê: Firsendek dîrokî

21 SIBAT 2026
Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

21 SIBAT 2026
Pervîn Buldan: Ma do demêko nêzdî de şêrê Îmrali

Buldan: Ocalan naskirina ziman, nasname û çandê wekî şertê bingehîn dibîne

20 SIBAT 2026
Fetî Yildiz: Divê Demîrtaş bê berdan

Fetî Yildiz: Dikare beşek zagonan bêşert û merc bên çêkirin

20 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mehmet Alî Ertaş hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Têkoşîna dijwar û muzakereyên bênavber – 1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PSKê tifaqa hêzên Kurdistanî yên li Rojhilat pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Divê statuya zimanê Kurdî bê nasîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (870)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne