• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Divê statuya zimanê Kurdî bê nasîn

Amed / AW

23 SIBAT 2026 - 15:52
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang rayedarên dewletê yên Tirkiyeyê kir ku statuya zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn.

 

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Fakulteya Perwerdehiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekarên ku tev li daxuyaniyê bûn pankarta “Perwerdehiya bi zimanê dayîkê maf e divê ev were bicihanîn” vekirin.

‘Têkoşîn, ji bo zimanên din hêvî ye’

Xwendekara beşa Ziman û Wejeya Kurdî Sozda Yalûr metna daxuyaniyê xwend. Sozda Yalûr girîngiya 21ê Sibatê û dîroka têkoşîna Bengaliyan a ji bo ziman bi bîr xist û destnîşan kir ku ev têkoşîn ji bo zimanên din hêvî ye û rê nîşan dide. Sozda Yalûr di berdewama axaftina xwe de wiha got: “21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji bo gel û neteweyên weke me gelek girîng e. Ev roj ji têkoşîna xwendekarên Bengalî ku ji bo zimanê xwe can dan hatiye afirandin.”

‘Heke xwendekar neparêzin kes nikare ziman biparêze’

Sozda Yalûr bi lêv kir ku Kurd jî mîna neteweyên din ji bo zimanê xwe têdikoşin û destnîşan kir ku hê jî statuyeke zimanê Kurdî tune ye. Sozda Yalûr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hê zimanê me ne fermî ye û ev yek nayê qebûl kirin. Heke em weke ciwan û xwendekar zimanê xwe neparêzin, tu kes dê neparêze û zimanê me dê ber bi windabûnê ve biçe.”

Xwendekaran daxwazên xwe rêz kirin

Sozda Yalûr daxwazên xwe yên ji dewleta Tirk wiha rêz kirin: “*Divê saetên dersên Kurdî ku li dibistanan da tên dayîn zêdetir bin û her wiha ne tenê ji bo xwendekarên dibistana navîn ji bo hemû zarokên me bên dayîn.

*Divê rêya zêdekirina prestîja Kurdî bê vekirin.
*Divê li qadên giştî û fermî de zimanê Kurdî were bikaranîn.
*Divê kontenjanên beşên Kurdî werin zêdekirin.
*Dawîya dawî jî divê statûya Kurdî bi awayekî fermî bê naskirin.”

Sozda Yalûrê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em li dijî asîmîlasyonê bisekinin û zimanê xwe biparêzin. Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin, tu kes dê dernekeve. Ziman koka me û jiyana me ye.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî Zimanê Kurdî”, “Bijî Roja Zimanê Zikmakî” û “Bijî 21ê Sibatê” bi dawî bû.

Etîket: Daxuyaniya 21ê SibatêSozda YalûrXwendekara beşa Ziman û Wejeya KurdîXwendekarên Zanîngeha Dîcleyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

26 KANÛN 2025
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bibîr anîn

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bibîr anîn

26 MIJDAR 2025
Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

22 COTMEH 2025
‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

15 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mbaye Dîagne peyama bi Kurdî: Em qet dev jê bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (523)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne