• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mustafa Karasu: Pêvajoyê girêdayî nêzîkatiya li hember Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd e

Navenda Nûçeyan / AW

27 SIBAT 2026 - 10:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasu, diyar kir ku ew rapora Komîsyona Meclîsê kêm dibînin û xwest ku serarastkirin di raporê de bê kirin. Karasu bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan îlan kirine û divê nêzîkatiya dewletê jî li gorî vê mijarê be û wiha domand: “Rêber Apo dê pêvajoyê bi rêve bibe. Pêşeroja pêvajoyê jî girêdayî nêzîkatiya dewletê ya li hember Rêber Apo ye. Ji bo wê divê di aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd û şertên Rêber Apo de gavên şênber bên avêtin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu, di bernameyeke taybet a li Medya Haber TVyê de li ser geşedanên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. Karasu, li ser salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ya Rêber Apo, rapora Komîsyona Meclîsê, pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandinên girîng kirin. Karasu, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînek mezin dimeşîne û wiha got: “Rêber Apo piştî ku hat dîlgirtin jî, ji bo hebûna gelê Kurd û têkoşîna azadiyê sekneke girîng nîşan da. Xebateke girîng meşand. Rastiya Rêbertiyekê ku bibêje ‘Ez ketim zindanê, ez hatim dîlgirtin’ û dest ji têkoşîn û kurbûna xwe berde, tune bû. Berovajî, hewl da bersiva pirsa ‘Ez çima ketim zindanê? Çima hatim dîlgirtin?’ bibîne. Dema bersiva vê pirsê didît, li ser mijara jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd çawa pêkan e lêhûrbûnek mezin pêk anî. Di vê aliyê de ev 28 sal ji bo Rêber Apo lêhûrbûnek mezin a ramanî derxist holê.
Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî li ser mijarên jiyana azad û demokratîk bi lêkolîneke mezin gihîşt encamên girîng.” Karasu bi bîr xist ku Abdullah Ocalan lêhûrbûna xwe wekî ‘paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojik û azadîxwaz a jinê’ daniye holê û wiha dewam kir: “Têgihiştineke sosyalîzmê ya ne dewletparêz, dîsa têgihiştineke sosyalîzmê ya li ser bingeha azadiya jinê û li dijî kapîtalîzm, sosyalîzma reel û endûstriyaliya ku xwezayê talan dike, felsefeyeke nû ya jiyanê û rêgezeke nû danî holê. Ev kûrbûnên xwe berdewam kirin.”

‘Fesihkirin nedihat hişê tu kesê’

Karasu bal kişand ser banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo Abdulla Ocalan û bi bîr xist ku bersiva “Ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şidetê veguhêzim zemîna siyaset û hîqûqê” daye. Karasu wiha domand: “Paşê di 27ê Sibata 2025an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Sernavên pir girîng di nav de bûn. Sedemên dîrokî yên pevçûnan datanî holê. Çima têkoşîna me dest pê kir, li dijî kîjan neheqî û kêmasiyan ev têkoşîn hat destpêkirin. Yanî li hemberî înkar û zexta dewletê berê xwe daye têkoşîneke wiha, ev nîşan da. Di vê pêvajoyê de di bin bandora sosyalîzma reel de man û neyîniyên vê hebûn, lê di qonaxa hatî de êdî li şûna çareserkirina pirsgirêkan bi şer û têkoşîna çekdarî; diyar kir ku çareseriya demokratîk rêya herî rast e. Di vê aliyê de di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de bangeke çareseriyê bû. Lêgerînek danî holê. Û ji bo vê jî Rêbertiyê, fesihkirina PKK’ê xwest û banga rawestandina têkoşîna çekdarî kir. Li ser vê yekê partiya me biryara fesih kirinê girt û têkoşîna çekdarî rawestand. Ev gaveke pir girîng bû. Niha em wiha dibêjin lê tu kesî nedikarî vê bîne bîra xwe. Tu kesî nedikarî vê bike. Rêber Apo got ku vê berpirsyariyê digire ser xwe.”

‘Divê êdî Rêber Apo pêvajoyê bi rêve bibe’

Di berdewa mirxandinên xwe de Karasu ani ziman ku gavên Abdullah Ocalan xwestîn wekî partî bi cih anîne û wiha axivî: “Divê ji niha û pê ve Rêber Apo pêvajoyê bi rêve bibe. Muzakerevanê me yê sereke ew e, me biryar girt ku di bin rêveberiya wî de ev pêvajo dikare bi pêş bikeve. Ev helbet biryareke girîng bû. Damezirandina vê partiyê ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin. Heta îro rêgeza wê Rêber Apo dabû. Me hemûyan jî di bin îdeolojî, xet û polîtîkaya Rêber Apo de têkoşîna xwe meşandibû. Di vê aliyê de me biryar girt ku piştî fesihkirinê jî dema nû ya têkoşînê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Ji ber ku ev fesihkirin bi xwe pêvajoyeke nû ya têkoşînê bû. Em ketin dema nû. Me di vê mijarê de bi rastî gavên girîng avêtin. Bi pêşengiya hevala Besê 30 hevalan çek şewitandin. Dîsa hevalê Sabrî bi hêzên ji welat hatine re civînek kir. Diyar kir ku derketina gerîlayan a ji Tirkiyeyê pêk hatiye. Jixwe ji wê rojê heta îro çekek nehatiye teqandin. Hawîrdoreke tam a bêçalakîtiyê, di rastiyê de fiîlî hawîrdoreke aştiyê pêk hat. Ev girîng e. Vê yekê Tirkiye jî, her kes jî rehet kir. Di rastiyê de gava wiha û pêvajoyeke wiha çiqas bi qîmet e, mirov dikare di vê hawîrdora aştiyê û bandorên wê de bibîne. Ev hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo gelê Kurd bû sedema rehetiyê. Lê pirsgirêkeke pir cidî heye; banga Rêber Apo heye lê em nikarin bibêjin ku Dewleta Tirk têrker bersiv daye vê bangê. Heke gaveke wisa cidî hatibe avêtin, heke rêxistineke mîna PKK’ê ku 50 sal in têdikoşe xwe fesih dike, heke têkoşîna gerîla ya 45 salan hatiye qedandin, diviyabû qîmet bidana vê. Pirsgirêka Kurd, ev pirsgirêk pirsgirêkeke pir girîng bû lê nêzîkatiya pêwîst nehat nîşandan.”

‘Dewletê dikarî gavên girîng bavêjin’

Helwesta dewletê ya li hemberî pêvajoyê ji aliyê Karasu ve hate nirxandin û ev dahurandin hate kirin: “Di vê sal û nîvê de gavên pir girîng dikaribûn bihata avêtin. Saziya siyasetê dikaribû qanûnên girîng derxista û bi vî rengî dikaribû piştgiriya civakê jî bigirta. Di vê aliyê de Tirkiye bêhtir rehet dibû. Ji bo Rojhilata Navîn jî encamên pir girîng derdixistin. Ji vê perspektîfê, em nikarin bibêjin ku nêzîkatiyeke li gora girîngî û cidiyeta bangeke wiha, pêvajoyeke wiha hatiye nîşandan. Ev nêzîkatiyeke kêm e. Heger dewleta Tirk, heger siyaset li Tirkiyeyê di van gavan de cidî bin, heger aştiya Tirkiyeyê mijareke cidî be, heger demokratîkbûna Tirkiyeyê mijareke cidî be, nexwe diviyabû di nav nêzîkatiyeke cuda de bûna, diviyabû helwesteke cuda nîşan bidana. Lê me ev nedît. Helbet hawîrdoreke nermbûyî heye. Carinan gotinên erênî jî tên kirin. Lê carinan jî pir tund, wek mînak Omer Çelîk, wek Wezîrê Karên Derve, nêzîkatiyên ku li karakterê pêvajoyê nayên, heta pêvajoyê sabote dikin nîşan didin. Em her tim bi sebir tevgeriyan. Rêber Apo jî bi sebir tevgeriya û ev pêvajo gihîşt van rojan. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve, nêzîkatiyên kêm ên heta îro hatine nîşandan bên derbaskirin û nêzîkatiyeke bêtir bi berpirsyarî bê nîşandan.”

‘Di nav dewletê de dudilî heye’

Karasu, derbarê rapora ku ji aliyê Komîsyona Meclisê hatiye amadekirin de ev tişt gotin: “Ev sal û nîvek e gavek li gora vê pêvajoyê nehat avêtin. Nêzîkatiyeke li gora wê nehat nîşandan û pêvajo nehat pêşxistin. Di rastiyê de raport bi xwe jî hinekî wisa ye. Belê, hem hinek nirxandin hatine kirin. Ji demokratîkbûnê tê behskirin. Tê gotin ‘Êdî tenê bi ewlehiyê ev nabe’. Dibêjin divê hinek qanûn derkevin. Ya herî balkêş jî dibêjin divê neheqî û bêhiqûkiyên ku heta niha wan bi xwe kirine bên derbaskirin. Yanî tê gotin ‘Bila dewleta hiqûqê pê bê û ev bêhiqûkî bên derbaskirin’. Bi rastî pir balkêş e. Her kesî jî bi ecêbmayî pêşwazî kir. Nirxandinên mîna ‘Nexwe kerem bikin, bikin. Ma kesî destê we girtiye?’ çêbûn. Niha rapor kêmasiyên cidî dihewîne. Yanî ev pirsgirêk ne pirsgirêka terorê ye. Ev pirsgirêka Kurd e. Ew bi xwe jî vê dizanin, cîhan jî dizane, her kes jî dizane. Niha divê mirov bi cidî nêzî mijareke wiha cidî bibe. Carekê divê navê wê bê danîn. Bêbiryariyek, dudiliyek heye; yanî sekneke biryardar tune ye.

‘Pirsgirêka Kurd neyê qebûl kirin rapor encam nade’

Li ser gotinên Tirkiyê yên li ser pêvajoyê jî Karasu ev setpîn kirin: “Dibêjin, ‘Em Tirkiyeyeke bêterorîst biafirînin, em ji vê xebatê rizgar bibin’. Baş e, hûn dê çawa rizgar bibin? Bêyî ku navê wê were danîn, çareseriyên rast nayên dîtin. Biryarên rast nayên girtin. Ji vê aliyê ve bi rastî jî diviyabû ev rapor ne wiha bûya. Diviya bû pirsgirêka Kurd, hebûna Kurd bihata pejirandin. Niha ji berê ve gelek rapor hene. Raporta CHPê heye, pirsgirêka Kurd qebûl kiriye. Yên din hene, pirsgirêka Kurd qebûl kirine. Suleyman Demîrel jî gotibû ‘Ez realîteya Kurd nas dikim’. Yanî ji mêj ve ewqas serokwezîr, serokên meclîsê hene ku gotine ev mijar pirsgirêka Kurd e. Tevî van, helbet gotin, rewşeke cidî ye. Divê ev teqez bê derbaskirin. Dîsa ev pirsgirêk ne pirsgirêka terorê ye. Ji vê aliyê ve em helbet bi rexne nêzî raporê bûn. Heger ev kêmasî neyên rakirin, heger ew kêmasî neyên derbaskirin, ew rapor tu encamekê dernaxe holê. Ha tê gotin ku ‘Di raporê de hinek gotin û nîşaneyên erênî hene.’ Lê heger ev kêmasî bên derbaskirin, wê demê ew gotin watedar dibin, encameke tiştên hatine diyarkirin dibe. Nexwe heger rizgarbûn ji van nêzîkatiyên mîna nav lê nekirin, gotina ‘teror’ çênebe dibe 50 caran behsa demokratîkbûnê hatiye kirin wê demê ew demokratîkbûn pêk nayê. Lewra bi dehan salan e, heta 100 sal e, bi hinceta ku Kurd dê jê sûd wergirin, Kurd dê jê sûdê bibînin, rêya pirsgirêka Kurd dê vebe, ji demokratîkbûnê hatiye revîn.”

‘Dewlet bi nakokî nêzîk mijarê dibe’

Derbarê sedema nedemoratîkbûna Tirkiyeyê de jî Karasu axivî û anî ziman ku sedema vê yekê ya bingehîn hebûna pirsgirêka Kurd e. Karasu wiha domand: “Ji ber ku dema gavên demokratîkbûnê bên avêtin, her wiha di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî dê gavan biavêjin. Hem tu yê demokratîkbûnê bikî û bibêjî ‘ez demokrat im, demokratîkbûn heye’, hem jî tu yê bibêjî ‘pirsgirêka Kurd nikare wiha bimîne. Pirsgirêka Kurd nikare bêçareserî bimîne.’ Ji ber vê yekê ji xwe li Tirkiyeyê demokrasiyeke rast tune ye, çênebûye. Heta niha demokrasiyeke rastîn tune ye. Sedema wê çaresernebûna pirsgirêka Kurd e. Di vê aliyê de helbet em ê van rexne bikin. Belê, avakirina komîsyoneke wiha ji aliyê Meclîsê ve, bangkirina mirovan û axaftina bi wan re girîng e. Ji ber ku mirovên ku bang kirine hemû mirovên têkildarî pirsgirêka Kurd in. Encamên ku pirsgirêka Kurd afirandine hatine nîqaşkirin. Li dor 150 yan 170 kes û saziyan re hatiye axaftin. Û di vê aliyê de hem dê komîsyoneke wiha bê avakirin, hem dê bang bê kirin, hem jî paşê komîsyon wiha çawa yanî? ‘Ev çi ye? Ev dê çawa bertek nîşan bide?’ Yanî wiha nabe. Divê hikumet û dewlet bi eşkereyî giraniya xwe deyne. Heke deyne piştgiriya civakî digire. Wê demê gotinên IYI Partiyê û yên din tu wateyekê îfade nakin.”

‘Divê rapor bê rastkirin’

Karasu diyar kir ku nebawer in ku ji ber opozîsyona IYI Partiyê ev raport wiha nezelal maye û ev tişt gotin: “Ji ber ku bi xwe yên dinivîsin, bixwe mêjiyê desthilatdariyê nezelal e, vîneke lihevkirî û biryardar danayne holê. Nexwe raporê jî wiha derketiye. Ji ber vê yekê em raporê kêm dibînin. Ji ber vê yekê em dixwazin rapor bê rastkirin. Em dibêjin di raporê de divê rastkirineke wiha çêbibe, divê biguhere. Nexwe em nabêjin çima rapor hat nivîsandin. Avakirina komîsyonê jî girîng e, nivîsandina raporê jî girîng e. Behsa demokratîkbûnê tê kirin. Tê gotin ku ev pirsgirêk tenê bi ewlehiyê çareser nabe. Ev helbet girîng in lê dîsa jî divê raporeke yekpare û ya ku ber bi çareseriya rast ve dibe, be. Nexwe wê bêbiryar be û encamê nede. Heke wiha bibe, wê demê ji xêncî amûreke mijûlkirinê tu wateyeke din hilnagire. Em dibêjin bila ev pêvajo nebe pêvajoyeke mijûlkirinê. Em dibêjin bila ev pêvajo mîna pêvajoyên berê bi neyînî bi dawî nebe. Ji ber vê yekê jî em dixwazin helwesteke zelaltir û eşkeretir bê danîn. Rexneyên me di vê aliyê de bûn. Helbet ji niha û pê ve jî dê rexneyên me yên di vê aliyê de hebin.”

‘Sermuzakerevan Rêber Apo ye’

Derbarê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de jî Karasu wiha pêde çû: “Dewlet Bahçelî bang kir û got, ‘Were, rêxistina xwe fesih bike, ji mafê hêviyê sûd werbigire’. Niha pirsgirêkek wiha cidî ye. Ev pirsgirêka Kurd e. Gelê Kurd dibêje, ‘Sermuzakerevanê me’. Em tevgera azadiya Kurd in. Em berpirsiyarê têkoşîna gerîla ya ku bi dehan salan dom kiriye ne. Em tevgerek wisa ne. Her wiha wekî tevgerek ewqas mezin, tevgerek ku bi dehan salan têkoşiya ye, me Rêber Apo wekî sermuzakerevanê xwe îlan kiriye. Niha rewşa me tê nîqaşkirin. Sermuzakerevanê me Rêber Apo ye. Wê çawa were çareserkirin? Pirsgirêka rêxistinê wê çawa were çareserkirin? Bêguman, ewê bi danûstandin û muzakerekirina bi Rêber Apo re were çareserkirin. Di vî alî de wê hem pirsgirêkek ewqas mezin hebe û hem jî wê bi muxatabê vê pirsgirêka mezi dê bi muxatabê fermî re neyê meşandin. Ev nabe.”

‘Pêşveçûna pêvajoyê girêdayî nêzîkatiya li hember Rêber Apo ye’

Têkildarî rewxa xebatê jî Karasu ev nirxandin kirin: “Belê, hin berpirsên dewletê diçin Îmraliyê û hevdîtinê dikin. Lê ev têr nake. Divê Rêber Apo karibe ramanên xwe bi eşkereyî ji raya giştî re vebêje. Divê karibe ji partiyên siyasî re vebêje. Ji ber ku hin partiyên siyasî gumanên xwe li ser vê pêvajoyê tînin ziman. Ew dikarin rasterast vê pêvajoyê ji Rêber Apo fêr bibin. Gelek rêxistinên civaka sivîl û saziyên demokratîk hene. Ew jî dixwazin rasterast ji kesê têkildar fêr bibin bê dixwazin çi bê kirin. Rojnamevan dixwazin fêr bibin. Di vî alî de, divê Rêber Apo karibe azad bixebite. Devlet Behçelî got ku ew ê azad be. Ten got ku nikare biçe derveyî welat. Niha, Devlet Bahçelî dîsa dibêje ku divê pozîsyona siyasî ya Rêber Apo were zelalkirin. Vê yekê dibêje baş e, lê ev gelekî li paş daxuyaniyên berê yên Devlet Bahçelî ye. Ji ber ku berê gotibû ku ew ê pêşî azad be, bikaribe bixebite û wê karibe biçe her derê, tenê nikare biçe derveyî welat. Niha xalek krîtîk ev e: Gelo pêvajo wê pêşve biçe yan pêşve neçe? Ev ê bi nêzîkatiya li hember Rêber Apo diyar bibe. Ger bi awayekî rast nêzîkî muxatab nebin, wê gavê naxwazin pirsgirêk were çareserkirin. Ger bixwazin pirsgirêk were çareserkirin, bêguman divê bi sermuzakerevan re hevdîtinê bikin.”

‘Divê rast nêzîk Rêber Apo bibin’

Karasu bi bîr xist ku di raporê de nêzîkatiyek cidî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tune ye û balkişand ser van xalan: “Di raporê de jî nêzîkatiyek cidî ji bo vê mijarê tuneye. Wekî ku me destnîşan kir, hîn jî têgeva ‘terorîzm’ tê bikaranîn. Yanî wisa nabe. Belê, çareseriya pêvçûnan heye. Li her derê pevçûn çêbûne. Di dawiyê de li hev rûniştine û çareser kirine. Bi sûcdarkirina hev çareserî nabe. Belê şer, mirin û windahî çêbûne. Ji aliyê me û ji aliyê leşkeran jî çêbûne. Di nava şer de bûyerên nayên qebûlkirin çêbûne. Ji ber vê yekê em dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Di vî alî de divê bi awayekî rast nêzîkî Rêber Apo bibin. Divê demildest rewşa wî bêyî dereng bikeve were zelalkirin. Yanî divê Rêber Apo wekî muzakerevan, wekî muxatab were qebûlkirin. Ji bo vê yekê, divê meclis û siyasetmedar biryarê bidin. Niha, ew wekî fîîl tê qebûlkirin, lê qebûlkirina wekî fîîl têrê nake. Dibe ku sibe kesek rabe û bêje, ‘Tu qîmeta wê tuneye.’ Ji ber ku fermiyeta wê tuneye, biryara meclisê, kabîneya wezîran tuneye. Di vî alî de divê rewşa Rêber Apo teqez were zelalkirin. Divê Rêber Apo teqez bikaribe azad bixebite. Divê karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û biaxive. Divê ramanên xwe bîne ziman. Rêber Apo dixwaze bi çapemeniyê re, bi serokên partiyên siyasî re biaxive. Dixwaze bi şandeyên wan re hevdîtinê bike. Dixwaze bi civakê re hevdîtinê. Dixwaze bi gelê Tirkiyeyê re têkilî dayne. Her tim behsa malbatên şehîd û gaziyan dike. Rêber Apo dixwaze bi wan re jî hevdîtinê bike. Ji ber ku şehîd û gazî ne tenê li aliyê Tirkiyeyê çêbûn. Ji gelê Kurd gelek şehîd û gazî hene. Li cîhanê mînaka wê tuneye gelek mirov avêtin zindanan, êşkence dîtin û zilm dîtin. Niha wê ev tişt nayên dîtin. Gelek tişt bi serê Kurdan de anîn. Ji vî alî de nabe ku tenê bi hestyarî nêzîkî pirsgirêkê bibin.”

‘Kurd nebûna Tirk sernediketin’

Li ser têkiliya Kurd û Tirkan a di dîrokê de jî Karasu anî ziman ku Kurd nebûna Tirkan ne dikarî li Anatoliya Navîn bi cih bibîn û wiha pêde çû: “Divê çavkaniya pirsgirêkan bi awayekî rast were tespîtkirin û got, “Jixwe pirsgirêkek girîng e, divê çavkaniya pirsgirêkan rast deynin holê. Niha, Şerê Serxwebûnê yê Tirkiyeyê bi Kurdan re hate kirin. Di Meclisa Yekem de Kurd hebûn. Ger piştgiriya Kurdan nebûya, ger eniya rojhilat, Kurd saxlem nesekinîbana; nikarîbûn şerê serxwebûnê bikin. Çi bû? Piştî sala 23’an, piştî Peymana Lozanê Kurd hatin înkarkirin, hebûna Kurdan tune hat hesibandin. Lê Kurd hezar sal li vir bi Tirkan re bi hev re jiyan. Di vî alî de, çavkaniya pirsgirêkê ev înkar e. Ger civakek were înkarkirin, bêguman ew ê li ber vê rabin. Encamek ji vê xwezayîtir tuneye. Ewqas bi milyonan Kurd hene û ji wan re dibêjin, ‘Na, hûn Tirk in’. Jixwe wê li ber wê rabin. Gelo yên ku li ber vê radibin xeletin an jî yên ku Kurdan înkar dikin xeletin? Ev eşkere ye. Ev ne tenê li dijî Kurdan e. Çavkaniya pirsgirêkên ku sed sal in berdewam dikin ne nerazîbûna Kurdane. Ne gazindên Kurdan in. Erê, Kurdan bertek nîşan dane, nerazîbûn nîşan dane. Lê çima we ev nerazîbûn çêkir? Çima nerazîbûn hebû? Divê em li ser vê yekê bisekinin. Di vî alî de pirsa ku we behs kir pir eşkere ye. Wisa ev pergala zordar, zalim û înkarker bi Kurdan ve girêdan, bi têkoşêran re grêdan, xelet e. Di vî alî de, divê dewlet ji xwe bipirse. Divê dewlet di vî alî de xwe di lêpirsînê de derbas bike.”

‘Me biryar da, divê dewlet jî bersiva vê bide’

Karasu li ser pirsa çima rapora meclisê bi israr li ser biryara fesihkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya rêxistinê sekinî wiha bersiv da: “Di vê mijarê de di hişê wan de tevlihevî û nezelalî heye. Me rêxistin fesih kir û têkoşîna çekdarî rawestand. Me her wiha îradeya xwe ya danîna çekan û vegera Tirkiyeyê nîşan da. Em di vê mijarê de zelal û bi biryar in. Nêzîkatiyeke me ya vegera rêbazên kevin tune. Lê divê dewleta Tirk jî nêzîkatiyekê nîşan bide. Divê bersiva van gavên me bide. Bila gerîla werin. Wê çi bibe? Gelo ew ê karibin siyaseta demokratîk bikin? An jî wê di pirsgirêka Kurd de guhertinek çêbibe? An hat û got, ‘Têkoşîna azadiya Kurd,’ gelo wê wan bavêjin zindanê? Me PKK’ê fesix kir. Li ser me zext hene. Me rêxistinê fesix kir. Çima em bê rêxistinî disekinin? Niha zexta herî girîng a li ser me ev e: ‘Çima partiya me ku 10 sal in vê têkoşîna azadiyê dimeşîne hat fesixkirin? Bêyî fesixkirinê jî dikarîbû ev pêvajo bimeşiya’. Lê Rêber Apo banga fesixkirinê kir. Me jî rast dît. Ji ber ku me bi fesixkirinê xwest îradeya xwe ya ji bo çareseriyê bi zelalî nîşan bidin. Divê ev were fêmkirin. Di vî alî de, tevî ku gelek gav hatine avêtin jî, hîn jî ji me re dibêjin, ‘Wê bikin wê bikin’. Baş e, em bikin lê ji bo çi em ê bikin? Ma rapor nabêje, ‘Berê tenê polîtîkayên ewlehiyê dihatin şopandin, demokratîkbûn tunebû, gavên demokratîkbûnê hewce ne’. Wan ev tişt rêz kirine. Divê ev tişt bibin ku dîsa nerazîbûn çênebin. Da ku rêbazên têkoşînê cûda nebin. Di vî alî de, me rêxistinê fesix kir. Me têkoşîna çekdarî rawestand. Me ne wekî taktîkek, wekî teorîk baweriya xwe bi vê anî. Me paradîgma, stratejî guhert. Yanî ji bo têgihîştina vê rewşê, bêyî ku bikeve rewşek ku pirsgirêkê dijwartir bike, hincetan biafirîne, bi rastî afirandina çareseriyek bi rastî demokratîk, hawîrdorek siyasî ya demokratîk, çareseriyek ku komên çekdar û têkoşîna çekdarî êdî ne hewce ne ku têgihîştinên rêxistinî yên kevin êdî ne hewce ne, divê ji hêla Tirkiyeyê ve were afirandin. Em ji vê yekê re amade ne. Wê gavê Tirkiye wê hawîrdorê biafirîne. Ev di destê Tirkiyeyê de ye, afirandina vê yekê di destê Tirkiyeyê de ye.”

‘Ji bo qirkirina Kurdan hiqûq ji holê rakirin’

Karasu bi bîr xist ku îktîdarê hemû pîvanên hiqûqê ji holê rakirine û wiha dirêjî da axatina xwe: “Desthilatdariyê hiqûq ji holê rakir. Hiqûq tune hesiband. ji ber ku pirsgirêka Kurd, qirkirina Kurd bi hiqûqa asayî ne pêkan bû. Li Tirkiyeyê qanûnên herî paşverû hene, têrê nake. Ji ber ku bi qanûnên rewa û bi destûra bingehîn a vekirî re nikarin qirkirina Kurd pêk bînin. Ji ber vê yekê dixwazin bi rêbazên neqanûnî qirkirina Kurdan pêk bînin. Dibêjin, ‘Bila Destûra Bingehîn jî nebe, ew dadgeh jî nebe, ew sazî jî nebe.’ Sedema wê ew e. Qirkirin wisa bi qanûnên asayî, paşverû jî nayê meşandin. Bi destûra bingehîn a herî xirab jî bi temamî nayê meşandin. Ji ber wê yekê jî her curê pêkanînên derveyî qanûnî û derveyî destûra bingehîn pêk anîn. Niha rapor dixwaze ev bêhiqûqî werin derbaskirin. Baş e, bila werin derbaskirin. Yanî bi wê aliyê xwe ve, dema gotinên demokrasî, bêhiqûqî û piranîparêzî yên raporê dinêrin, lênerînek heye. Lê ger ew lênerîn, ew nirxandin encamê nede, ji xeynî demogojiyê tu tişt nabe. Yan jî şerekî taybet bibe. Yan jî bibe rêbaza mijûlkirinê. Helbet mijarên ku em rexne dikin û kêmanî hene. Qala pirsgirêka Kurd nake, qala terorê dike. Kêmasiyên girîng û cidî hene. Ger ev werin derbaskirin, gelek tişt dikare bê kirin, lê ger neyê kirin ew kêmanî pir bizanebûn hatine danîn. Ji bo gav neyê avêrin hatiye danîn. Wê demê em bibêjin, ji bo pêşkeşkirina zemînê ya ji bo bûyerên neyînî yên li pêş û nevekirina rêya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê, hatine danîn. Bi vê aliyê xwe re, di raporê de mikûrhatinek li dijî serdema borî ku demokratîkbûn lê nebû, heye. Em hêvî dikin ku ew werin derbaskirin.”

‘Êrişên li ser Rojava êrişên li dijî demokrasiyê bûn’

Karasu derbarê geşedanên dawî yê li Rojavayê Kurdistanê pêk hatîn jî ev tişt gotin: “Êrîşên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di rastiyê de êrîşên li dijî demokratîkbûn û demokrasiyê bûn. Bêtehamuliya li dijî demokratîkbûnê bû. Pergala demokratîk nedixwes. Êrîşa dijberên demokrasiyê ne. Ji ber ku jiyana hevpar a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dihat wateya demokratîkbûnê. Ger demokratîk bibin dikarin jiyan bikin. Êrîş di vî aliyê de çêbûn. Hêzên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe piştgirî dan. Niha dîsa xeterî heye. Ji ber ku Rojava herêmek e ku şoreşên demokratîk ên herî girîng ên dîrokê têne jiyîn. Azadîxwaziya jinan heye, rêzgirtina ji bo mafên din heye. Bi temamî nehatiye sazîkirin, lê zîhniyet û têgihiştineke demokratîk heye. Niha Şam di wê rewşê de ye? Ne destûra wî ya bingehîn û ne jî pêkanînên wî demokratîk in. Bi vî aliyê xwe re, helbet hîna têgihiştinên hikûmeta Şamê û rêveberiya Rojava li hev nayê. Li Rojava demokrasî, nêzîkatiya demokratîk û azadî hene. Şam ne wisa ye. Wê niha çawa bibe? Di vî aliyê de pirsgirêk dewam dikin. Yanî xalên rageşî. dewam dikin. Sedema hebûna xalên aloziyê, pevçûna di navbera yên demokratîk û yên nedemokratîk e. Pevçûna rêveberiya Şamê ya heyî û Rojava, pevçûna demokrasî û dij demokrasî ye. Di vî aliyê de, rageşî dewam dike. Helbet em tam nizanin ku bi awayekî şênber çi tê jiyîn, lê em dibînin ku rageşî xwezayî ye. Bi vî aliyê xwe re, ev rageşî di nava pêvajo û têkoşînê e tê meşandin, an jî wê bê xwestin ku bi nakokî û şer re were çareserkirin? Dem wê yekê nîşanî me bike. Helbet, hêzên li Rojava, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dixwazin ev pirsgirêk bi têkoşînekî demokratîk û têkoşînekî demokratîk a qanûnî re were çareserkirin. Dixwazin di nava pêvajoyê de çareser bikin. Gelo niha hikûmeta Şamê wê nêzîkatiyeke li ser bingeha têkoşînê û têkoşîna demokratîk nîşan bide an jî bi gotina, ‘Ez qebûl nakim. Wê bi ya min be’ nêzîkatiyeke hişk raber bike. Pêvajoya li pêşiya me hinek jî wisa ye.”

‘Hêj li ser Kobaniyê dorpêç heye’

Karasu rewşa bêpevçûniyê ya niha bi bîr xist û wiha got: “Helbet, niha bêpevçûnî heye. Hevdîtin û têkilî jî hene, dewam dikin. Nêzîkatiyeke ku pirsgirêk ne bi pevçûn û şer, bi nîqaşê were çarserkirin heye, yanî wisa xuya dibe. Lê dema ku mirov li karektera rejîmê binêre, her tim bi guman nêz dibe. Ji ber ku hîna li Kobanê dorpêç heye. Li Kobanê dorpêç nehatiye rakirin. Her wiha tê gotin ku dorpêça li Kobanê hinek din jî hatiye zêdekirin û di vî aliyê de tevger hene. Ji ber vê yekê, divê gelê Rojava, gelê Kurd a li tevahiya cîhanê û gelê li çar parçeyên Kurdistanê di mijara xwedîderketina li Rojava de li ser piyan be. Divê di vî aliyê de sistbûnê neke. Yanî divê Kurd ji bo her parçeyan bi hestiyar bibin. Divê xwedî li Rojava were derketin. Divê li Başûr, li Bakur û li Rojhilat li dijî êrîşan helwestekî hevpar were raberkirin. Di vî aliyê de, xwedîderketina li Rojava girîng bû. Bandorekî girîng çêkir. Divê ev hestiyarî were zêdekirin. Divê gelê Rojava jî bi hestiyar be. Bêyî berxwedan û têkoşînê tu kes li Rojhilata Navîn maf nade Kurdan. Wê vê yekê bizanin. Di vî erdnîgariyê de, pozîsyon û cihê Kurdan vê tiştê ferz dike. Di vî aliyê de, helbet guncaw e ku pirsgirêkan di rêya demokrasî, demokratîkbûn û muzakereyê de çareser bikin. Ev hewldan guncaw in, lê bêyî paşguhkirina rastiyan divê gel li dijî her curê êrîşan amade bibe. Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê amade be. Bi vî aliyê xwe re, destkeftiyên gelê Kurd a li Rojava, li tevahiya çar parçeyan bi helwesta hevpar a gelê Kurd û têkoşînê were parastin.”

‘Herî baş jin xeteriyê dibînin’

Karasu têkildarî 8ê Adarê Rojava Jinên Cîhanê jî axivî û balkişand ser girîngiya mijarê û wiha axivî: “Eşkere ye ku sosyalîstan berê jî girîngî dane pirsgirêka azadîxwaziya jinê. Lê divê were qebûllkirin ku azadîxwaziya jinê û pirsgirêka jinê bi qasî ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, heta niha nehatiye pêşkêşkirin. Ev pir girîng e. Azadî û demokrasî bi her aliyê xwe re di xeteriyekî mezin de ye. Li dijî vê yên ku vê xeteriyê herî baş dibînin jin in. Ji ber ku di tevahiya dîrokê de zexta herî zêde jiyan kirine û nebûna azadî û nedemokratîkbûnê bi kûrahî jiyan kirine, li dijî êrîşa kapîtalîzê ya li dijî vê azadî û demokrasiyê, herî zêde jin fêm dikin ku ev tê çi wateyê, ji bo wan tê çi wateyê. Ji ber vê yekê mijara jinê, mijara azadiya jinê, mijara şoreşgerî ya herî bingehîn û helwesta şoreşgerî ye. Pozîsyona jinê, di pozîsyona ku şoreşgeriya herî radîkal dike, şoreşgeriya herî bi kok bike û azadîxwaziya herî bi kok bike de ye. Azadîxwaziya jinê, bi pêkanîna reformê di pergala serweriya mêr de, bi temamî pêk nayê. Azadîxwaziya jinê, di pergala serweriya mêr de bi veguherînekî şoreşgerî dikare were pêkanîn. Ji ber ku hemû pergalên heta niha, bi serweriya mêr in. Îro jî hemû pergal bi serweriya mêr in. Mohra mêr hildigrin. Ji ber vê yekê jin jî ji bo guhertina vî têdikoşin. Ji her demê zêdetir di zanebûna vê yekê de ne. Niha jin di ferqa pozîsyona xwe de ne. Ev yek di wan de enerjiyeke mezin a azadî û demokrasiyê derdixe holê. Ji ber ku koletî û desptizmê bi kûrahî jiyan kirine. Kole û mêtingehên ewil dema ku vê kûrahiyê hîs kirin, enerjiyeke mezin a şoreşgerî derdixin. Niha çîna herî şoreşger a mirovahiyê jin in. Ev yek teqez e.”

‘Pirsgirêka jinê pêşeroja mirovahiyê eleqedar dike’

Divê helwesta azadîxwaziya jinê ya bandor ku her curê despotizmê ji holê rake, zext û zilmê ji holê rake, tevlî têkoşînê were kirin û ev yek bibe parçeya herî xurt ê têkoşînê. Di vî aliyê de, mijara pirshirêka jinê bi rastî jî pêşeroja mirovahiyê eleqeder dike. Ger mirovahî dixwaze di pêşeroja xwe de azad û demokratîk bibe, divê pirsgirêka azadîxwaziya jinê cidî bigre û bi giranî li ser vê bisekine. Divê hemû beş û mêr tevlî vê bibin. Mêr jî îro kole ne. Koleyê çi ne? Koleyê serweriya mêr in. Di mêran de kompleksa serweriyê heye. Ev tiştekî pir xirab e. Hema hema kompleksa serweriyê belavî hemû mêran bûye, xwe cuda dibînin, xwe serwer dibînin. Bi serwerî nêzî jinan dibin. Di vî aliyê de, azadîxwaziya jinê wê di serî de mêran ji vê kompleks û koletiyê rizgar bike. Têkoşîneke ku wê ji van zincîran rizgar bike. Divê mêr jî bikevin ferqa vê yekê. Têgihiştina serweriya mêr e ku hemû mêran diafirîne. Heta ku ew neyê şikandin, şoreşger jî bin, demokrat jî bin nikarin ji paşverûtiyên xwe rizgar bibin. Tenê gotina, “Ez şoreşger im, ez sosyalîst im, ez demokratim’ têrê nake. Divê ev rastî bi temamî were fêmkirin. Ev çiqas tê fêmkirin? Belê, qala azadîxwaziya jinê tê kirin, kompleks û têgihiştina serweriyê ku di me de derxistiye holê, bi têra xwe eşkere nake. Em nabînin. Divê vê bi vî rengî diyar bikin. Di vî aliyê de, di 8’ê Adarê de girîngiya xeta azadîxwaziya jinê û xeta ku Rêbertî daniye holê, zêdetir fêm bikin. Divê zêdetir kûr bibin. Xebata herî bingehîn a Rêbertiyê ye. Rêbertî dixwaze bi analîzkirina her curê xirabî, her curê paşverûtî û her curê kêmaniyê dixwaze encamê derbixe. Tu mijarên ku di vir de neyê analîzkirin, nayê analîzkirin. Ger her ku hemû mijar bi têkiliya jin re were analîzkirin, wê mijarên din werin analîzkirin. Pergala qirkirinê ya ku li ser gelê Kurd tê pêkanîn jî di nava de ye. Ji bo çaresekirina van jî divê azadîxwaziya jinê bi kûrahî fêm bikin, paşverûtiya ku serweriya mêr diafirîne fêm bikin û di çareserkirina wê de enerjiya azadîxwaziya jinê jî rast bikarbînin. Di vî aliyê de divê ev 8’ê Adarê pir xurt be, divê hemû civak tevlî bibe û di aliyê me de jî bibe roja pêşin a Newrozê. Divê em di 8’ê Adaran de Newrozê bibînin.”

‘Jinan pêşengiya çalakiyên parastina Rojava kiriye’

Karasu xwest ku xeta azadiya jinê baş bê famkirin û derbirî ku jin di xwedîderketina Rojavayê Kurdistanê de jî pêşengî kirine. Karasu ev nirxandin kir: “Ev pir girîng e. Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên dawî de hevok tam ne wisa jî bin nirxandinên di vî aliyê de kir, ‘Ger tevgera azadiyê ya PKK’ê dimeşe, jin ku vê dimeşînin. Ger xet û têgihiştina azadîxwaziya jinê nebûya, ev tevger dewam nedikir.’ Yanî dibêje ku têkoşîna azadiyê ku ew dimeşîne, ji bo ku têgihiştina azadîxwaziya jinê danîne holê, pergala serweriya mêr di astekî diyar de hatiye çareserkirin, hinek teyisiye vê rêxistinê yan jî xeta azadîxwaziya jinan di jinan de vê helwestê derxistiye holê, têkoşîn îro hatiye vê astê. Divê em vê yekê bibînin. Di vî aliyê de, bila tevahiya civaka Kurd nirx û wate bide xeta azadiyê. Qala azadî, azadiya gelê Kurd, zimanê dayikê û rêveberiya xweser tê kirin. Ji bo ku bi awayekî bi hêz xwe bigihînin van û bi hêz xwedî lê derkevin, divê xeta azadiyê bi kûrahî fêm bikin û di demokratîkbûn, bawerî û têkoşînê de kûr bibin. Yên ku di têkoşînê de kûr bibin, wê milîtaniyê biafirînin, xeta têkoşînê ya bi biryar derxe holê, ev jî bi rast fêmkirina xeta azadiyê dibe. Yên ku xeta azadiya jinê rast fêm dikin, dibin milîtan û têkneçûyî. Ji tu zehmetiya narevin, bi ser zehmetiyan de diçin. Di vî aliyê de, divê tevahiya gelê me di 8’ê Adarê de xwe bi têgihiştina azadîxwaziya jinê nû bikin. Divê hemû mêr xwe bi ruhê azadiya jinê paqij bikin û ji têgihiştina serweriya mêr rizgar bibin. Li ser vê bingehê, 8’ê Adarê di ser de li jinên Kurd, li jinên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku wê têkoşîna wan me hemûyan azad bike.”

Etîket: Abdullah Ocalandewleta TirkKomîsyona MeclîsêKurdistanMustafa Karasu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

27 SIBAT 2026
Hatîmogullari: Êdî dora dewletê ye   Bakirhan: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

Hatîmogullari: Êdî dora dewletê ye
Bakirhan: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

27 SIBAT 2026
Raporo hempar ê Komîsyonê Meclîsî ame qebulkerdene

Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

27 SIBAT 2026
Çavê raya giştî li peyama nû ya Abdullah Ocalan e

Çavê raya giştî li peyama nû ya Abdullah Ocalan e

27 SIBAT 2026
‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

27 SIBAT 2026
Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

Gelê Kurd saleke bang dike: Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Raporo hempar ê Komîsyonê Meclîsî ame qebulkerdene

    Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Aktan: Hin beşên dewletê naxwazin pêvajo serbikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cebar Alp: Êdî hemû cîhan dê bibîne ku Şînok bi Kurdî jî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em bi tilîliyên xwe 8ê Adarê pîroz bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Altan: Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbat ji bo hevdîtinê çûn Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (978)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne