• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir’

Wan / AW

9 COTMEH 2025 - 18:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, daxuyaniyek da û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya Îmraliyê komplo pûç kiriye.

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, li ber Wan AVMê daxuyaniyek da. Girse, li ber AVMê kom bû û xwest bimeşe, lê polîsan bi hinceta “qedexeya walitiyê” nehişt girse bimeşe. Girseyê bertek nîşanî vê pêkanînê da û ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştre cihê ku lê kom bûne daxuyanî dan û pankarta “bi rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” vekirin. Girseyê dirûşmeyên “bê serok jiyan nabe” û “bijî serok apo” berz kirin. Tevî nûner û endamên saziyên demokratîk, endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

                       

‘Abdullah Ocalan komplo bi berxwedana xwe pûç kir’

Rêveberê DBPê Emîn Kûtas metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku 9ê Cotmeha 1998an, ne tenê destpêka komployeke navneteweyî ye ku li dijî Abdullah Ocalan hatibû plankirin, di heman demê de mîladek e ji bo êrîşeke berfireh a li dijî hêviyên aştiyê yên gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Emîn Kûtas, anî ziman ku ev komplo, operasyoneke navneteweyî bû ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, li dijî ramaneke ku dikaribû di Rojhilata Navîn de bibe pêşengê veguherîna demokratîk, hatibû plankirin û got: “Ji ber ku raman û paradîgmaya ku Brez Ocalan pêş xistibû, li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên Modernîteya Kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan bixin bin esaretê. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana Birêz Ocalan, weke rawestiyeke ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de, armanca komployê pûç kiriye.”

‘Em denge aştiyê mezin bikin’

Emîn Kûtas destnîşan kir ku hewldanên Modernîteya Kapîtalîst ên ji bo vemirandina agirê azadiyê yê ku Brez Ocalan pêxistibû, pûç derketin û wiha domand: “Berovajî vê, ev agir roj bi roj zêdetir geş bûye û îro bûye meşaleyek ku rêya azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike. Niha erkê ku dikeve ser milê me, ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya Brez Ocalan vekin. Azadiya Brez Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.”

Daxuyanî, bi dirûşmeya “Bijî serok apo” bi dawî bû.

 

Etîket: KomplomesŞermezarWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

11 ADAR 2026
‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

11 ADAR 2026
Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

10 ADAR 2026
Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

8 ADAR 2026
Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

8 ADAR 2026
Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan: Em li vir in, em Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Awazê Çiya klîbek ji bo ‘Newroza Azadiyê’ amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Ocalan a ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (508)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne