• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partî şahiya karkeran li dar xist

    DEM Partî şahiya karkeran li dar xist

    Ercan Veske yê HPGî li gel 6 hevalên xwe hat bibîranîn

    Ercan Veske yê HPGî li gel 6 hevalên xwe hat bibîranîn

    Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

    Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

    Zarokê 8 salî ê ketiyê çem winda bû

    Zarokê 8 salî ê ketiyê çem winda bû

    Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

    Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 26ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partî şahiya karkeran li dar xist

    DEM Partî şahiya karkeran li dar xist

    Ercan Veske yê HPGî li gel 6 hevalên xwe hat bibîranîn

    Ercan Veske yê HPGî li gel 6 hevalên xwe hat bibîranîn

    Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

    Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

    Zarokê 8 salî ê ketiyê çem winda bû

    Zarokê 8 salî ê ketiyê çem winda bû

    Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

    Li Stenbolê cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 26ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

Aydin / AW

8 ADAR 2026 - 18:49
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, meşiya û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku desthilatdar çavê xwe berdaye mafên jinan û destkeftiyên wan xesp dike.

Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, meşiya û daxuyaniyek da. Meş ji ber Taş Kopruyê dest pê kir û heta Meydana Bajêr domiya. Di meşê de pankrata “Em têkoşîna aştî û azadiyê bilind dikin” hate bilindkirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, û “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin. Gelek jin beşdarî meşê bûn. Li ser navê platformê, metna çapemeniyê ji aliyê Tugçe Gunduz ve hat xwendin.

‘Bêkariya jinan gihîşt ji sedî 45’an’

Tugçe Gunduz bal kişand ser xizaniya jinan a ku bi polîtîkayên desthilatdariyê re kûrtir dibe û diyar kir ku barê malê û kedê her ku diçe li ser milê jinê giran dibe û got: “Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariya jinan gihişt %45an. Bi sed hezaran keçên ku ji ber xizanî, pirsgirêka stargeh û xwarinê nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, ji perwerdeyê dûr dikevin. Bi guhertinên di perwerdeyê de, perwerdeya zanistî, laîk û wekhevparêz tê tunekirin; li şûna wê, ji temenê biçûk ve dabeşkirina kar a zayendperest li ser zarokan tê ferzkirin.”

‘Destkeftiyên me tên xespkirin’

Tugçe Gunduz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kuştina jinan û wiha pêde çû: “Rojê herî kêm sê jin tên qetilkirin. Tenê di meha yekem a sala 2026an de 22 jin hatin kuştin û mirina 14 jinan jî wekî ‘bi guman’ derbasî qeydan bû. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê, kujer hîn jî dibin gef li ser jiyana jinan. Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê û bêbandorkirina Qanûna Hejmar 6284an, dijminatiya li hemberî jin û LGBTİ+yan tê belavkirin. Desthilatdarî bi piştgiriya tarîqat û cemaatan, çavê xwe berdaye mafên me yên di Zagona Medenî de û dixwaze destkeftiyên me yên bi têkoşînê hatine bidestxistin, xesp bike.”

‘Em ê bi piştevaniyê vê tarîtiyê bişikînin’

Tugçe Gunduz destnîşan kir ku şer û krîzên aborî barê jinan girantir dike, desthilatdariya ku destûr û mafên bingehîn binpê dike, daxwazên me yên herî biçûk jî bi zext, binçavkirin û girtinan asteng dike û got: Li girtîgehan jî binpêkirinên giran hene; girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne û bi polîtîkayên tecrîdê şert û mercên jiyanê giran dibin. Lê em dizanin ku bi rêxistinbûn û piştevaniyê, em ê vê tarîtiyê derbas bikin. Ji Rojava heta Filistînê, ji Afganistanê heta Îranê; em ê bi têkoşîna xwe ya ku sînoran nas nake, deng û çalakiya jinan mezin bikin. Em teslîmî tarîtiyê nabîn!”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Etîket: 8ê AdareAydinJinmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

23 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

19 NÎSAN 2026
Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

19 NÎSAN 2026
Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

18 NÎSAN 2026
Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

17 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamoste û şagirta BKMê: Hişê çêkirî ji bo huner û hestan xetere ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî hiqûqa navxweyî, em nikarin bi dewletê re bikevin nîqaşê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Şanoyê di roja 4emîn de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji jinên Kanîreşê biryara têkoşînê: Em keda xwe û welatê xwe nafiroşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (925)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne