Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku 26 sal in di hucreyê de tê tecrîdkirin, li gel tecrîda herî giran jî dîsa ji bo gelên cîhanê li çareseriyê digere û wiha dibêje: “Çareseriya heqîqî ya ji bo gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo cîhanê jî konfederalîzma demokratîk e.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji 15ê Sibata 1999an heta niha di hucreyekê de tê ragirtin û di şertê tecrîda giran de dijî, ne tenê ji bo gelê kurd, her wiha ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn û gelên cîhanê li çareseriya jiyaneke azad, demokratîk û adîlane digere. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên bi parêzer, malbat û şandeyan de her dem ji bo gelê Kurdistanî, Rojhilata Navîn û cîhanê peyamên çareseriya jiyanek bi rûmet û azad pêşniyar kiriye. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pergala Netew Dewletê wekî çavkaniya pirsgirêkan digire dest û li dijî wê rêya çareseriyê modela Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di analîza çareseriya li ser Konfederalîzma Demokratîk de wiha dibêje: “Pêwîste têgîna Konfederalîzma Demokratîk were nîqaçkirin. Ya ez qala wê dikim demokratîkkirina Komarê ye. Têgihiştina min ya ji sosyalîzmê re wiha ye; Sosyalîzma pêkhatî jî di navê de, ez têgihiştina sosyalîzmeke ku xwe dispêre dewletê rast nabînim. Têgihiştina min ya Konfederalîzma demokratîk jî ev e. Heta ku demokrasî neyê pêşxistin sosyalîzm jî nabe. Bi desthilatiya Sovyetan jî ev çareser nebû. Sovyet, mîna dewleta rahibên Sûmeran bûn. Çîn jî wisa. Ji ber vê yekê jî nekarîn xwe li hember DYE ser lingan bigirin. Rewşa Rojhilata Navîn a heyî, ne ji jor de DYEyê, ne jî di jêr de gel qebul dike.”
Çareserî konfederalîzma demokratîk e
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di modela Netew Dewletê de rêveber jî di vê navberê de tengav bûne û wiha berdewam dike. “Ya wê xwe biguherînin, yan jî wê di bin zextên DYEyê de biçewisin. Pêla neteweperestiyeke nû çawa bû sedem ku dema borî da wendakirin, wê îro jî bide wendakirin. Li vir Konfederalîzma Demokratîk mîna dermanekî ye. Dibe ku DYE bi sorkirina neteweperestiyê re rê li ber wendakirina sedsaleke veke. Neteweperestî sedsalekî da wendakirin, ji bo ev sedsal jî ne de wendakirin tê xwastin ku konfederalîzma demokratîk ji binîve were birêxistin kirin. Ev xeta serekeye. Tê xwastin ku sosyalîzmeke xwe dispêre demokratbûnê hebe. Esasê vêya ew her şeş xalên ku min di bernameyê de dabû diyarkirine. YE niha demokratîk dibe, Tirkiye demokratîk dibe, tevgera kurd demokratîk dibe. Divê ev sentezekê çêbikin. Bila şaş neyê fêhmkirin, ez nabêjim bila Tirkiye konfederalîzm be. Bila pêkhateya xwe ya unîter jî bi parêze, lê ez dibêjim bila li gel vêya komara demokratîk be. Ez li dewsa dewleta Barzanî-Talabanî dibêjim Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê. Divê ev bi Komara Tirkiyê re dost be.”
Îsraîl û Fîlîstîn jî dikarin bi hevre konfederalîzma demokratîk ava bikin
Abdullah Ocalan di berdewamiya nîrxandinên li ser konfederalîzma demokratîk de van agahiyan zêde dike: “Konfederalîzma demokratîk ne neteweperestiya kurd e. Ji netewparêziya dewletî dûr mayîn, girîngî dayîna netewetiya demokratîk û pêvajoya Yekîtiya Ewrûpa wek sentezekê were fêhmkirin. Li ser vê bingehê dixwazim gel seferber bibe. Bi vî rengî em ê netewperestiyê ji xeterbûnê derbixînin. Konfederalîzma Demokratîk diyarî tevahî gelên cîhanê û Rojhilata Navîn dikim. Çareseriya heqîqî ya ji bo gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo cîhanê jî konfederalîzma demokratîk e. Konfederalîzma demokratîk rêxistingeriya netewa demokratîk a ne dewlet e. Konfederasyona demokratîk rêxistiniya hindikahiya ye; rêxistiniya çandî, dînî, heta ya cinsî û mîna wê ye. Ez ji vêya re dibêjim netewa demokratîk û rêxistiniya çandî. Ji her gundek komînekî demokratîk dikare derbikeve. Yekbûna hemû rêxistinên çandî dibe konfederasyon. Divê wekî xet were nîçandan. Ez ji vêya re dibêjim konfederasyona demokratîk ya ne dewlet. Mînakên vê yên dîrokî hene. Beriya niha demokrasiya Atîna hebû. Di Sûmeran d ejî rêxistiniyeke heman hebû. Konfederalîzma Ewrûpa çêdibe. Konfederalîzma Rojhilata Navîn jî dibe. Ji bo kurdan jî li Rojhilata Navîn Konfederalîzma Kurd di cî de ye. Îsraîl û Flîstîn di navbera xwe de dikarin konfederalîzma demokratîk saz bikin. Ji bo 22 dewletên Ereban, di navbera xwede konfederalîzmeke demokratîk ya demokrasiyê li ber çavan bigire, dibe. Tirk di navbera xwede dikarin konfederalîzma demokratîk ya Tirk saz bikin. Hun nikarin tevahî Tirkan di bin yek aleke dewletê de bînin bahev. Ji ber ku tev dewletên netewîne. Lê di navbera xwede dikarin konfederalîzma demokratîk saz bikin.”
Divê sînoran wekî pir bibînin
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dixwaze kurd ji bo xwe sînoran asteng nebînin û wekî pir bibînin û wiha lê zêde dike: “Ev ji bo Kurdan jî baş û di cîh de ye. Kurd dikarin di navbera xwede, bêyî ku dest bidin sînoran, konfederalîzma demokratîk a Kurd damezrînin. Hemû parçeyên Kurdistanê, bêyî ku dest bidin sînoran û sînoran ji xwere wek asteng bibînin, divê sînoran mîna pirekê bibînin û bivî awayî konfederalîzma xwe ya demokratîk pêşbixînin. Wê Kurd dinavbera xwede têkiliya siyasî, çandî û polîtîk pêk bîne. Ez na bêjim hilweşandina sînoran, dibêjim divê sînoran jixwere bikin pir. Ti zirer û ziyanekî vêya ji ti kesî/ê re nîne. Eger ev neyê kirin wê her devereke Kurdistanê bibe gola xwînê. Kurd tenê bi vî awayî dikarin ji pêvajoyeke bixwîn rizgar bibin. Demokrasiya Kurd ya bêxwîn encax wiha pêçbikeve. Di rewçeke berovajî de wê pêvajoyeke bixwîn ya mîna Filîstîn-Îsraîl were jiyankirin. Ev çareserî, wê pevçûna ku di derdora netewe-dewleta Kurd de pêçbikeve asteng bike. Ji bo vê yekê hilbijêrka tenê ewe ku dewlet netewe ji demokrasiyê re vekirîbe. Wê dest tê wernedin netewbûna demokratîk ya kurd û li hev bikin. Ev wê pir bide qezenckirin. Pêwîst e Tirkiye, Îran, Sûrî û heta dewletoka kurd jî li pêşiya vêya nebin asteng.”