• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji bo endamê HPGê û endama YJA-Starê meşiyan

Amed / AW

30 ÎLON 2025 - 15:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gelê Amedê ji bo endama YJA-Starê Celîle Turk û endamê HPGê Ridvan Çelenk ku di dîrokên cuda de li herêma Zapê jiyana xwe ji dest dabûn meşiya û serdana şînê kir.

Malbatên endamên HPGê Celîle Turk (Fîlîz Dêrsim) û Ridvan Çelenk (Têkoşer Dorşîn) ku di dîrokên cuda de li herêma Zapê ya girêdayî bi ser Başûrê Kurdistanê ve jiyana xwe ji dest dabûn li Mala Şînê ya Şaklatê ya li navçeya Peyasê ya Amedê şîn danîn. HPGê duh ragihandibû ku endamê wan Ridvan Çelenk di 22yê Tîrmeha 2019an de û Celîle Turk jî di 18ê Tebaxa 2019an de li herêma Zapê jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê malbatên Turk û Çelenk ji bo zarokên xwe şîn danîn. Gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên saiyên sivîl tev li şînê bûn.

Meş hate lidarxistin

Gelek kes di pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê de bi girseyî li Parka Zarokan heta mala şînê ya Şaklatê meşiyan. Berî meşê polîsan bi deqeyan girse dorpêç kir û xwestin ku meşe asteng bikin. Lê di encama israra dayikan de girse bi çepik û tilîliyan li Parka Zarokan heta mala şînê meşiya. Girseyê dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ey şehîd rêya te rêya me ye” berz kirin.

‘Divê em şehîdên xwe bêtir nas bikin û bidin nasîn’

Di şînê de hevserokê MEBYA-DERê yê Amedê Ramazan Dengiz axivî û diyar kir ku têkoşerên gelê Kurd ji bo wan nemirî ne û wiha got: “Şehîd namirin, şehîd dibin rêberê tekoşîna me. Ji Heqî, ji Kemalan heta roja îro gele Kurd berdêlên pir giran dan. Bi saya van şehîdan gele Kurd îro li hemû dinyayê tê nasîn. Tişta dikeve ser mile me ew e ku em hemû şehîdên xwe bêtir nas bikin, bidin nasîn, têkoşîna wan ji xwe re esas bigrin. Ya rastî di vê mijarê de em kêm dimînin. Em ji malbata her du şehîdan re sersaxiyê dixwazin, dibêjin bila sere gele Kurd sax be.”

Şînê bi serdana gelek kesan berdewam kir.

Etîket: HPGMEBYA-DERmesşînYJA-STAR
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

MEBYA-DERa Wanê Kongreya xwe ya 4emîn li dar xist

12 HEZÎRAN 2026
Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

7 HEZÎRAN 2026
Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

7 HEZÎRAN 2026
‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

‘Heta niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin’

7 HEZÎRAN 2026

HPGê Pêngava 1ê Hezîranê pîroz kir: Em ê dest ji armanca azadiya Rêbertî û gelê xwe bernedin

1 HEZÎRAN 2026
Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

27 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne