• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan di peyama xwe ya nû de çi dibêje?

Navenda Nûçeyan / AW

27 SIBAT 2026 - 12:53
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniya salvegera Banga 27ê Sibatê de çarçoveya merheleya dema pêş wekî ‘serdema entegrasyona pozîtîf’ pênase dike. Abdullah Ocalan pîvanên welatîbûnê, çêkirina qanûnên aştî û azadiyê, qadên divê qanûn bên çêkirin û rêbazên pêşxistina pêvajoyê rave dike.

Bi boneya salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê peyamek weşand. Di daxuyaniyê de Abdullah Ocalan cardin çarçoveya pêvajoyê xêz dike û balê dikişîne ser berpirsyariyên dewletê. Ligel girîngiya tevahiya daxuyaniyê hin xalên girîng jî derdikevin pêş.

Qesta Abdullah Ocalan ji ‘serdema pozîtîf’ çiye?

Abdullah Ocalan bi gotina, “Divê em niha ji merhameya negatîf derbasî merhaleya pozîtîf bibin” balê dikişîne ser cihê ku pêvajo gihîştiyê. Abdullah Ocalan bi vê gotinê qesta xwe ji wekî, “Ji serdemek nû ya siyasetê û stratejiyê re deriyek vedibe” pênase dike. Abdullah Ocalan di hevdîtin û nirxandinên xwe yên berê de jî bal kişandibû sere heman mijarê û diyar kiribû ku serdema nû tê wateya ku dewlet qanûnên entegrasyon û azadiyê çêbike.

Paragrafa Onder nivîsandî destnîşan dike

Di daxuyaniya îro de jî Ocalan cardin bingeh û zemîna hiqûqî destnîşan dike û wiha dibêje: “Hedefa serdema nû ew e ku deriyê siyaseta li ser bingeha şidetê bigire û pêvajoyek li ser bingeha civaka demokratîk û hiqûqê veke.” Gotina, “siyaseta demokratîk û hiqûqê” di Banga 27ê Sibatê de ji hêla Endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sûreya Onder ve wekî notekê hatibû nivîsandin û di daxuyaniyê de hatibû xwendin. Bi gotinek din Ocalan ji bo çareseriyê bi israr zemîna siyasî û hiqûqî tîne bîra dewletê û dixwaze ku pêwistiyên wê bi cih bên. Abdullah Ocalan bang li herkesî dike ku ji bo vê yekê berpirsyariyê bigirin ser milê xwe û bi têkoşîna demokratîk pêş bixe.

Ji bo Abdullah Ocalan sê hêmanên girîng

Abdullah Ocalan di daxuyaniyê bi awayek zelal balê dikişîne ser hişmendiya serdema nû û sê hêmanên ji bo vê yeke pêwist û girîng destnîşan dike. Ev jî ‘civaka demokratîk’, ‘lihevhatina demokratîk’ û ‘entegrasyon’ in. Bi vî awayî Abdullah Ocalan tenê çêkirin an jî guherîna hind qanûnan destnîşan nake, di heman demê de bale dikişîne ser pêwistiya guherandina hişmendiya şidet û înkarê dihewîne. Li gorî Abdullah Ocalan merhaleya pozîtîf ango dema pêş di serî de ji bo dewletê û hemû alîyan rêbazên têkoşîna bi riyên çekdarî red dike.

Abdullah Ocalan bi rêbaza xwe bawer e

Di berdewama daxuyaniyê de pêbaweriya Abdullah Ocalan a ji bo hêza xwe ya teorik û pratîk cardin derdikeve holê. Wekî gelek caran gotî, di daxuyaniya dawî de jî bi gotina, “Di înşaya pozîtîf de armanca bi destxistina saziyekê nîne, armanc berpirsyarî girtina welatiyan a di inşaya civakî de ye. Armanca bi civakê re û di nav civakê de înşakirin e. Bindest, komên etnik, olî û çandî dikarin bi têkoşînek demokratîk a rêxistinî û domdar xwedî li berhemên xwe derkevin. Divê dewlet di vê pêvajoyê de ji li hember guherîna demokratîk re hestiyar be” bang li tirsa dewletê dike. Abdullah Ocalan ewqas ji hêz û ramana xwe bawer e hewl dide fikarên dewletê ji holê rake.

Ji dewletê re dibêje ‘netirs e’

Xuya ye di mijara ‘dewlet dê çiqas li hemberî guherîna demokratîk, ango civaka demokratîk çiqas tehamûlkar be’ de gumanên Abdulllah Ocalan hene. Bi vê nirxandinê derdikeve holê ku dewlet ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ditirs e, fikarên wê hene ku bi vê pêvajoyê saziyên sazûmaniya dewletê bikeve destê Kurdan. Abdullah Ocalan bi gotina, “Armanca bi destxistina saziyekê nîne” dixwaze tirs û fikarên dewletê ji holê rake. Xalet din a divê li vir binê wê bê xêzkirina nêzîkatiya Abdullah Ocalan a rêgezî ye ku ne ji kes û komekê re ji hemû bindest, gel, bawerî û cudahiyan re heman mafan dixwaze.

Pêvajoyê wekî teşekirina Komarê dibîne

Di daxuyaniyê de Abdullah Ocalan bi gotina, “Entegrasyona demokratîk qasî destpêka Komarê girîng e. Di bingeha wê de modela civaka demokratîk heye” vê pêvajoyê wekî ji nûve teşekirina sazûmaniya Komarê dibîne. Abdulllah Ocalan di heman demê de bersivê dide derdorên îdîa dikin ku entegrasyon tê wateya asîmîlasyonê jî wiha dibêje: “Entegrasyon alternatîfa rêbazên cudakarî û asîmîlasyonîst e.”

Ji bo çareseriya civaka demokratîk kîjan şertan dubare dike?

Abdullah Ocalan wekî di hemû hevdîtin û nirxandinên xwe yên berê de cardin ji bo entegrasyona demokratîk pêk bê, pêwistiya çêkirina qanûnên veguhastin û aştiyê dubare dike. Abdulllah Ocalan qanûnên entegrasyon û aştî/azadiyê wekî çareseriya demokratîk pênase dike. Abdullah Ocalan mijarê bi awayek razber nahêle û di daxuyaniyê de şênber dike. Hevoka, “Ji bo çareseriya civaka demokratîk mîmariyek di qadên çandî, aborî, civakî û siyasî de heye. Ev yek jî tesîskirina hiqûqê pêwist dike.” Bi kurtasî Abdullah Ocalan dibêje ku ji bo çareseriyê divê di hemû qadan de qanûnên hev temam dikin bên çêkirin. Ev qad di hemû paraznameyên Abdullah Ocalan de ji 2005an heta niha tên destnîşankirin.

‘Pêwistî bi misogeriya hiqûqî heye’

Kurtasîya nirxandinên Abdullah Ocalan îşaret bi çêkirina qanûnan dike. Dema em rapora Komîsyona Meclisê jî bînin bîra xwe nirxandin watedartir dibin. Ev jî tê wateya ku merhaleya duyemîn merhaleya çêkirin û guherîna qanûna ye. Abdullah Ocalan bi tespîta, “Dewlet dê ji civaka demokratîk re zemîn veke, dê pêşiya demokrasiyê veke û dê misogeriya vê ya hiqûqî pêk bîne.”

Abdullah Ocalan pîvanên ‘welatîbûnê’ pênase dike

Di daxuyaniyê de xalek girîng jî nirxandinên Abdullah Ocalan ên derbarê pîvan û pênaseya welatîbûnê de ye. Abdullah Ocalan çerçoveya pîvanên welatîbûnê wiha pênase dike: “Têkiliya welatîbûnê divê ne li ser aîdiyeta miletî be, divê li ser têkiliya bi dewletê re bê pênasekirin. Em welatibûna azad ku di ol, netew û ramanê de azad esas digirin. Çawa ziman û ol nayê ferzkirin, divê netew jî neyê ferzkirin. Têkiliya welatîbûnek makeqanûnî ya di nav sînorên demokratîk de û yekparetiya dewletê esas digire, mafê xwe îfadekirina azad a hebûna olî, bîrdozî, nasnameyî, neteweyî û mafê rêxistinbûnê dihewîne.”

Destnîşankirina guherandina makeqanûnê

Pênasekirina welatîbûnê jî nîşan dide ku berdewama merhaleya duyemîn de pêşbîniya guherandina makeqanûnê dike. Abdullah Ocalan heta niha di daxuyaniyên ji raya giştî de behsa welatîbûnê di vê zelaliyê de nekiribû. Mijara welatîbûnê jî dikeve çarçoveya guherîna makeqanûnê û xuya ye Abdullah Ocalan difikire ku dema nîqaşkirina vê yekê jî hatiye. Bi vê boneyê jî Abdullah Ocalan dixwaze ku zimanek talîmatwarî û otorîret neyê bikaranîn û çanda xwe vegotin û hev guhdarkirinê esas bê girtin.

Wekî encama daxuyaniyê û peyama herî sereke ew e ku merhaleya duyemîn dê bi nîqaş, guherîn û çêkirina qanûnan pêş bikeve.

Etîket: Abdullah OcalanPeyama Nû ya Abdulla Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

27 SIBAT 2026
Hatîmogullari: Êdî dora dewletê ye   Bakirhan: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

Hatîmogullari: Êdî dora dewletê ye
Bakirhan: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

27 SIBAT 2026
Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

27 SIBAT 2026
Çavê raya giştî li peyama nû ya Abdullah Ocalan e

Çavê raya giştî li peyama nû ya Abdullah Ocalan e

27 SIBAT 2026
Karasu: Gerek komîsyon verî Rayber Apoyî de pêvînayîş bikero

Mustafa Karasu: Pêvajoyê girêdayî nêzîkatiya li hember Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd e

27 SIBAT 2026
‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

    Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan di peyama xwe ya nû de çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cebar Alp: Êdî hemû cîhan dê bibîne ku Şînok bi Kurdî jî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Altan: Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em bi tilîliyên xwe 8ê Adarê pîroz bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (980)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne