• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    Li Helebê malbatek Kurd hat kuştin

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê  armanca şehîdan bi cih bînin

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê armanca şehîdan bi cih bînin

    Li Îranê heta niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine kuştin

    Li Îranê heta niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine kuştin

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de tên cem hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de tên cem hev

    Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

    Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE

    Li Helebê malbatek Kurd hat kuştin

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    CPT: Îranê 196 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê  armanca şehîdan bi cih bînin

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê armanca şehîdan bi cih bînin

    Li Îranê heta niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine kuştin

    Li Îranê heta niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine kuştin

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de tên cem hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de tên cem hev

    Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

    Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

Navenda Nûçeyan/ AW

8 ADAR 2026 - 13:06
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Addullah Ocalan bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek şand û got: “Têkoşîna Azadiya Jinê ya 8ê Adarê Pîroz dikim. Çi ji destê me were em ê bikin û sedsala 21an dê bikin sedsala azadiya jinan.”

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi munasebeta 8ê Adar3e Roja Jinan a Cîhanê ji jinan re peyamek şand.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Ez têkoşîna we silav dikim ku hûn dixwazin sedsala 21ê bikin sedsala jinan!

‘Mijara azadiya jinê ji hemû mijaran pêşdetir e’

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya jinan wekî mijareke bingehîn a sosyalîzmê destnîşan dikin û çareseriya wê ya hemdemî wekî bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî dibînin. Meseleya azadiya jinê ji hemû mijarên din pêşdetir e.

‘Şerta sosyalîstbûnê têkilliya bi jinê re ye’

Meseleya azadiya jinan pirsgirêka herî girîng a serdema me ye. Şertê gihîştina civaka demokratîk, şertê bingehîn ê sosyalîstbûnê, têkiliya demokratîk, wekhev û azad a bi jinan re ye. Bi rêya paradîgmaya modernîteya demokratîk û bi rêya jineolojiyê ku me bingeha çarçoveya têgehî û teorîk pêş xistiye, di vî warî de pêşketinên girîng in. Lêbelê, siyaseta pratîkî ya vê yekê, ango avakirina wê, berpirsyarî û peywira me ya bingehîn e.

‘Jin hêza avakar a civakbûna mirovahiyê ye’

Pir girîng e ku têkiliyeke rast di navbera dîrok, îro û siberojê de bi awayekî jinparêz bê avakirin. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de, jiyana civakî bi saya hêza avaker a fîgura jin-dayik pêkan bûye. Ev hêza avaker bûye sedema civakîbûna mirovahiyê. Xala herî girîng li vir ev e ku avakirina mirovahiyê ji hêla jinan ve û li ser bingeheke komunal hatiye kirin. Ev yek pir girîng e û rasterast bi azadiya jinan a îro û siberojê ve girêdayî ye. Ev her du xal hem ji bo bihişmendîkirina li ser koletiya jinan û hem jî ji bo avakirina jina azad a îro û siberojê girîng in. Herwiha, divê mirov baş têbigihîje bê ka pirsgirêka civakî çawa dest pê kiriye.

‘Bêyî têgihiştina koletiya jinê, jina azad nayê afirandin’

Bêyî têgihiştina çawaniya civaka dayiksalarî ya bi destê jinê li ser bingeha komunal ava kirine; dûre mêrên nêçîrvan ên kujerên qestî civaka dayiksalar çawa parçe kiriye û bi vê yekê re dîroka koletiyê hem ji bo jinan û hem jî ji bo civakê çawa dest pê kiriye; jina azad nayê afirandin, civaka demokratîk nayê avakirin. Civaka dayiksalar civaka jinan e. Parçekirina civaka dayiksalar ji aliyê kujerê qestî ve û destpêkirina pêvajoya bajarî, çînî û dewletî ku em jê re dibêjin şaristaniya dewletê, îfadeya koletiya jinan e. Berevajî vê, xala me ya destpêkê ya bingehîn ew e ku em bi rêya têgihîştineke komunalîst a demokratîk a şaristaniyê û modernîteya demokratîk hemû nirxên ku di civaka dayiksalar de winda bûne veguherînin bingeha civaka nû, şaristaniyê û modernîteyê.

‘Sosyalîzma reel ji ber nebûna çarçoveya dayiksalar pêş neket’

Ji ber vê yekê, nîqaşeke rast a sosyalîzmê ku em dikarin jê re bibêjin nûjenkirina sosyalîzmê jî, rêya rast e ji bo derbaskirina sosyalîzma reel. Nebûna çarçoveya durist a pirsgirêkên civakî di teoriya sosyalîzma reel de, nekirina formula rast a civaka dayiksalar bûne sedem ku analîzkirina rast a şaristaniya dewletperest a ku li ser vê bingehê pêş ketiye, çênebe. Ji ber vê yekê, rexneya di Manîfestoyê de û çareseriya ku ji bo wê hatiye pêşxistin pir hêja ne. Bi avakirina azadiya jinan, civaka ekolojîk û civaka sosyalîst a demokratîk a dij-kapîtalîst ku sê stûnên modernîteya demokratîk in, em dikarin behsa rêyeke rast a sosyalîst bikin. Lêbele li ser vê bingehê ji bo tevgera sosyalîst a cîhanê û tevgerên dij-kapîtalîst manîfestoyeke nû dikare bê pêşxistin û civakeke nû a sosyalîst a demokratîk û çarçoveya wê ya rêxistinî û têkoşînê ya rast bê afirandin.

‘Jin şahbanuyan metayan a kapîtalîzmê ye’

Analîza kapîtalîzmê bi perspektîfa nirxa zêde, meta û metabûnê ya ji aliyê Marks û Marksîstan ve di du sedsalên dawî de bûye sedema analîzeke sînordar a kapîtalîzmê, lê bûye sedema têkçûna pratîkî ya demdirêj a sosyalîzmê. Me ji bo bikaranîna jinan a ji aliyê pergalê ve pênaseya “şahbanûya metayan” pêş xist. Di pergala kapîtalîst de, jin wek şahbanûya metayan hatiye veguherandin û bi vî awayî bûye hêmaneke hilberîner a pergalê. Ji ber vê yekê, li şûna metayê analîzkirina rewşa jinan ku wek şahbanûya metayan hatiye veguherandin, dê rêya herî rast be ji bo têgihîştina kapîtalîzmê. Lêbelê wê demê mirov dikare teoriyeke rastîn a sosyalîzmê pêş bixe. Incax wê demê teoriyeke realîst a sosyalîzmê dikare were pêşxistin.

‘Laşê jinê tê perçekirin, metakirin û îstîsmarkirin’

Hewce ye mirov ne metayekê, jina ku wek şahbanûya metayan hatiye veguherandin analîz bike. Ji bo têgihîştina pergala ku li dora jinan hatiye avakirin, divê mirov metakirina jinan ronî bike. Ji ber ku metakirinan jinan û veguherîna wan a gav bi gav bo şahbanûbûna metayan destpêka pirsgirêkê ye. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî şahbanûyên metayan li ser pirsgirêka jinan disekine. Bi diyarkirina vê yekê, em tenê aliyên wêjeyî an siyasî yên pirsgirêkê diyar nakin; em dixwazin metakirina jinan bê fahmkirin. Di pergala dewletê de, jin metayek e, hem jî şahbanûya metayan e. Ji ber ku her beşek ji laşê wê metayek e ku yek bi yek hatiye metakirin; ew xala destpêkê ya mekanîzmayên îstismarkirin, xerîbkirin û hilweşandinê ye.

‘Fêrbûna îdarekirina mêran trajedî ye’

Şahbanûya metayan tê wateya metaya herî biqîmet. Dema ku pêdivî pê hebe, ew objeya evîn, hezkirin an arezûyê ye; dema ku êdî pêdivî pê nebe, ew bi awayekî hovane tê qetilkirin. Kujer bi piranî evîndarên wan, bav an birayên wan in û ev rastî aliyekî din ê trajediyê eşkere dike. Jinê temasî jiyana kujerê xwe kiriye, jê hez kiriye û bi wî re jiyaye. Jina ku derdora wê bi mirinê dorpêçkirî ye, ji bo ku li ser pêyan bimîne neçar maye ku fêrî hunera îdarekirina mêran bibe. Ev jî aliyekî din ê trajediyê ye.

‘Divê jin feraseta kujerê qestî baş nas bike’

Ev rêze kuştinên ku wekî “jinkujî” tên binavkirin, qirkirina jinan e. Îlhama xwe ji pratîkên kujerê qestî yên destpêka dîrokê digire. Mêrên ku kujerên qestî ne, civaka komunal desteser dikin, dikujin, zarok û jinan dîl digirin. Zarok wekî koleyan tên mezinkirin, jin wekî amûrên arezûyê tên dîtin û dibin koleyên xizmetkar. Yên ku li ber xwe didin an jî bêkêr tên hesibandin, bêrehmî tên kuştin. Binhişê mêran ev qelskirina jinan rewa kiriye û heta îro domandiye. Dema ku zilm li jinan dikin, dikujin û wekî amûran bi kar tînin, ew kiryarên xwe napirsin; ew van kiryaran wekî mafê xwe dibînin. Bêrêziyeke zêde li hember jinan heye. Berê rêz hebû, lê bi pêşketina kapîtalîzmê re ew jî ji holê rabû. Zîhniyeta kujerê qestî ev e. Hewce ye jin vê zîhniyetê baş nas bikin, fahm bikin û li gorî wê bigihîjin rastiya jiyanê.

‘Sosyalîzma rast pirsgirêkên jinê dide pêş’

Bi parastinên min ên berê re girêdayî di Manîfestoyê de me hewl da ku analîzeke teorîk li ser vê mijarê bikin. Di bingeh de, pêdivî ye ku ev bibe pirsgirêkeke bingehîn a zanista civakî. Sosyolojîyeke rast divê pirsgirêka jinan bide pêşiyê. Sosyalîzma rastîn divê pirsgirêka jinan esas bigire. Herwiha sosyalîzma rastîn divê ji pirsgirêka jinan dest pê bike. Sosyalîzma ku ji pirsgirêka jinan dest pê neke, nikare bibe sosyalîzma rastîn a azadî, wekhevî û demokrasiyê. Ger hemû pirsgirêkên azadiyê heta niha kêm mabin an jî têk çûbin; ger ji azadiya takekesî bigire heya azadiya neteweyî pirsgirêkên herî bingehîn hîn jî mijarên nîqaşê bin; sedema sereke ya vê yekê ew e ku nêzîkatiyên azadîxwaz ên jinparêz, bingeha azadiyê û pê re jî bingeha azadiya civakî ya li ser bingeha jinan, nehatiye esasgirtin.

Bi Jineoljiyê ve derbaskirina cudakariya modernîteyê

Heta niha dîrokê, bi taybetî jî dîroka mêrperest, hebûn, ontolojî û pirsgirêkên jinan paşguh kiriye û jin ji heqîqeta wan a dîrokî wekî hebûn dûr xistiye. Jin di mîtolojî, felsefe, ol, zanist û saziyên civakî de nehatine dîtin. Di seranserê dîrokê de, tevî modernîteyê ku wekî serdema azadiyan tê binavkirin, jin rastî cudakirinê hatine. Me xwest bi “jineolojiyê” vê rewşê derbas bikin. Wekî îdeolojiyeke azadiya jinan, jineolojî di cîhana akademîk û di çapemeniya pêşverû ya cîhanê de bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û bi beşdariyan dewlemend bûye. Dikare were gotin ku di vî warî de pêşketineke berbiçav çêbûye. Bêguman destpêkeke rast hatiye danîn. Lêbelê, divê ev tenê wekî destpêkeke rast bê dîtin. Berçavkirin û kûrkirina vê gava destpêkê ya rast, ji niha û pê ve bi çalakiya siyasî ya pratîkî pêkan e bê bidestxistin.

‘Avakirina komînal ewilê berpirsyariya jinê ye’

Avakirina komunê ji bo jiyaneke azad girîng e. Bêguman, formulekirina pirsgirêkê bi awayekî teorîk pir biqîmet û pêwîst e. Lêbelê, bidestxistina çareseriyên pratîkî li ser bingeha prensîbên saxlem ji bo jiyaneke azad û birûmet girîng e. Bicihanîna pratîkî ya teoriyê komunalîzm e. Jiyaneke azad û birûmet tenê bi avakirina komunan di her aliyê jiyanê de dikare bê bidestxistin. Jiyana azad a jinan û pê re jî ya civakê, bi rola avaker a jinan û komunalîzmê ve girêdayî ye ku jin pêşengiya wê dikin. Ji komunanên jinan bigire heya hemû aliyên jiyanê di civakê de wek aborî, tenduristî, perwerde, ziman, çand, ekolojî, hwd. rola avaker a jinan pir girîng e. Çawa ku jinan di pêvajoya civakîbûna yekem a mirovahiyê de civaka komunal a dayiksalar ava kirin, ew dikarin îro jî komunalîzmeke nû, guhertoyeke nûjenkirî ya vê yekê jî pêk bînin. Ji ber vê yekê, avakirina komunal divê di serî de berpirsiyariya jinan be.

‘Jineolojî çareseriyên Paradîgmaya Şarastaniya Demokratîk nîşan dide’

Felsefeya bingehîn a Manîfestoyê li ser nêzîkatiyeke wisa ye. Di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de jineolojî û çareseriyên li ser bingeha wê bi awayekî rast hatine nîşandan. Ji ber vê yekê, di serdema pêş de, ji bo serkeftina pêşveçûna tevgera sosyalîst a nû, sosyalîzma civaka demokratîk û enternasyonala nû, girîng e ku mijar û azadiya jinan wekî pêşîniyê bê nirxandin. Pir girîng e ku her welatek şert û mercên xwe yên taybet wekî xalek destpêkê ji bo avakirina bername û rêxistinan bi kar bîne.

‘Divê çanda xwedawenda bê pêşxistin’

Di têkoşîna me ya hebûn û azadiya gelê me de ku em li gor şert û mercên xwe didomînin, bi gotineke din, di têgihîştina me ya modernîteya demokratîk de, me ev wekî kevirê bingehîn, wekî sêlingekî, rojane kiriye. Têkoşîna mezin a ku di vî warî de tê meşandin û pratîkên ku derketine holê pir hêja û dîrokî ne. Bêguman, nirxa herî girîng a azadiyê di xebat û hewldanên me yên şoreşgerî de jina azad e. Girseyeke mezin a jinan derketiye holê. Ev berevajî şêwazên din ên jiyana klasîk e. Divê jin bingeha civaka komunal a kevin nû bikin. Divê ew çanda xwedawenda dayikê pêş bixin. Divê jin bi îradeya xwe ya azad xwe pêş bixin.

‘Jin çavkiya jiyanê, avakarên rastîn ên azadiyê ne’

Ez bi jinên ciwan re xebitîm. Ji bo min, ev her tim çavkaniya wêrekiyê bûye. Jin çavkaniya bingehîn a jiyanê ne. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî. Jin avakerên rastîn ên aştiyê ne. Jin dikarin aştî û demokrasiyê bînin. Jin dikarin bi rêya komunalîzmê jiyaneke nû ava bikin. Jin êdî ne şahbanûya metayan e, êdî xwedawenda azadiyê ye û bi jiyaneke nûjen û azad re rû bi rû ye. Piştî bi hezaran salan ku wekî şahbanûya metayan derbas kiriye, pêşketina bo xwedawenda jiyana azad pêkanîneke pir birûmet û hêja ye.

‘Em sedsala bê bikin sedsala jinê’

Di serdema pêş de, divê ev destkeftiya dîrokî û birûmet wekî bingeha her tiştî were avakirin. Tam li vir divê em behsa felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bikin. Xala destpêkirina me, ku li ser vê felsefeyê ye, bêtir berbiçav û jiyandarkirina wê, bingeha hemû nirxên pîroz, gavên siyasî yên azadîxwaz û heta çareseriya hemû pirsgirêkên heyî pêk tîne. Pêşketinên ku di vî warî de hatine çêkirin pir biqîmet in. Eşkere ye ku divê çi ji destê me bê em bikin da ku sedsala bê bibe sedsala azadiya jinan. Tu dijwarî nikare bi qasî wê têkoşînê biqîmet be ku li dijî çanda tecawizê ya ku dîroka wê vedigere deh hezaran salan tê dayîn.

Ez Sosyalîzma Demokratîk a Civakî û têkoşîna xwedawenda azad silav dikim. Ez bawer dikim ku ev meşa pîroz dê roj bi roj bi serkeftineke mezintir pêş bikeve.

Bi van fikr û ramanan, ez 8ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî pîroz dikim, Têkoşîna Jinên Azad silav dikim û hemû jinên ku di vê têkoşînê de cih digirin, serkeftinê ji wan re dixwazim.”

8ê Adara 2026an

Abdullah OCALAN

Etîket: Peyama 8ê AdarêRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSedsala 21anSedsala Azadiya Jinê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

6 ADAR 2026
Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

6 ADAR 2026
Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

5 ADAR 2026
Çîgdem Dogu: Em ê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ têbikoşin

Çîgdem Dogu: Em ê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ têbikoşin

4 ADAR 2026
Gungen: Gotin têr nake, divê gavên şênber bên avêtin

Gungen: Gotin têr nake, divê gavên şênber bên avêtin

4 ADAR 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

3 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pêşniyara Abdullah Ocalan bo Îranê: An demokratîkbûn an parçebûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê meşa 8ê Adarê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rohilatê Kurdistanê Sembola berxwedanê ya jinên Kurd a Îranê: Zeynep Celaliyan – 3

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (323)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne