Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina ku di 14ê Çile ya 2013an de bal kişand ser kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar û dîplomat ku li Parîsê hatin kuştin û got: “Guleyên li 3 jinan hatin dayîn li demokrasiya Ewropayê hate dayîn. Pêvajo gelek hasas e û divê hemû kes baldar be. Heke ev pêvajo bê blokekirin dê rojên zor bên jiyîn.”
Heyeta ewil di 3ê Çileya 2013an de çû Îmraliyê. Heyeta ku ji Parlamentera BDPê Ayla Akat Ata û Hevserokê KCDê Ahmet Turk pêk dihat çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê di 9ê Çileya 2013an de li Parîsê 3 jinên kurd ên siyasetmedar û dîplomat Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin. Piştî wê di 14ê Çile de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di 14ê Çileya 2013an de çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Mehmet Ocalan anî ziman ku kekê wî Abdullah Ocalan têkildarî komkujiya li Parîsê got: “Biryareke siyasî ya li qada navneteweyî hate girtin e. Guleyên li serê 3 jinan hatin dayîn li demokrasiya Ewropayê hate dayîn”
Di 14ê çileya 2013an de birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Dayîka Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz û Xweşka Cumalî Karsu Pervîn Oduncu bi Kêşiya Tuzla a ku dihat gotin 538 rojin xirabeye çûn Gireva Îmraliyê. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina di 14ê çileya 2013an de ji DÎHAyê re axivîbû û anîbû ziman ku birayê wî têkildarî suîkasta li dijî 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên li Parîsê got ‘Biryara siyasî ya li qada navneteweyî hate girtin e. Ev mirov li navenda Ewropayê hatin qetilkirin. Guleyên li 3 jinan hatin dayîn li demokrasiya Ewropayê hate dayîn. Ev bûyer ji aliyê hêzên pêvajoyê neyî bi bandor bikin pêk anîn. Pêşiya pêvajoyê hêj nehatiye vekirin hê li mifteyê tê gerîn’ Mehmet Ocalan anibû ziman ku kekê wî got ‘Pêvajo gelek hasas e û divê hemû kes baldar be. Heke ev pêvajo bê blokekirin dê rojên zor bên jiyîn. Divê gel gelek baldar be û tedbîran bigirin. Heke pêvajo wisa biçe dibe ku bûyerên weke ya Parîsê bên jiyîn. Heke komkujî bê ronîkirin dê tevkariyê bide pêvajoyê. Di vê bûyerê de berpirsiyariya herî mezin dikeve ser Fransa û hemû welatên Ewropayê.’ û bal kişan ser girîngiya ronîkirina bûyerê.”