• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

Îzmîr / AW

7 ADAR 2026 - 18:02
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de çalakiya “zincîra jinan” li dar xist. Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiyê de axivî û got: “Em li pişt pêvajoya ku birêz Ocalan bi pêş xistiye ne.”

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îzmîrê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek li dar xist. Jinên ku li ber Sumerbanka kevn a Konakê hatin cem hev, zincîreke mirovî çêkirin û ber bi Îskeleya Konakê ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Jinên birêxistinkirî jiyana azad hûnandin. Jin, jiyan, azadî” û “Em bi raperîna xwe berxwedanê, bi berxwedana xwe jî jiyaneke azad û wekhev dihûnînin” hatin vekirin û dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.

‘Werin em di 8ê Adarê li qadan bin’

Burcugul Çubuk di meşê de axivî û diyar kir ku jin dest ji pêşeroj û rêxistiniya xwe bernadin û got: “Em li dijî tundiya mêran û tundiya siyasî serî natewînin. Em ê ber bi 8ê Adarê, ji wir ber bi Newrozê, 1ê Gulanê û ber bi aştiya xwe ve bimeşin. Ji bo vê yekê, em sibe saet 14.30an de li Meydana Gundogduyê bicivin.”

‘Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in’

Paşê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyeke aştî û civaka demokratîk heye ku bi bangawaziya 27ê Sibatê destpêkiriye û got: “Birêz Ocalan li dijî hişmendiya ku Rojhilata Navîn kiriye deryaya xwînê, banga aştiyê li hemû gelan dike. Em wekî jinên DEM Partiyê yên ku li pişt bangawaziya 27ê Sibatê ne, careke din ji qadan dibêjin: Em li pişt pêvajoya ku birêz Ocalan pêş xistiye ne.”

‘Em li aliyê aştiyê ne’

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku sîstema mêr-serwer bi şeran gelan tîne beramberî hev û got: “Ev pêvajoya birêz Ocalan, deriyê aştiyê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn vedike. Parêzvanên herî mezin ên vê aştiyê jî em jin in. Lewre em dizanin ku di hawirdoreke aştiyane de têkoşîna azadiya jinan mezin bike. Aştî ji bo me wekî nan û avê girîng e.”

Çalakî bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.

Etîket: İzmirJinOcalanpêvajozîncîra Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

14 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026
MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

13 HEZÎRAN 2026
Jinan li dijî pakêta darazê dengê xwe bilind kir: Em ê mafê nafaqayê misoger bikin

Jinan li dijî pakêta darazê dengê xwe bilind kir: Em ê mafê nafaqayê misoger bikin

13 HEZÎRAN 2026
Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

13 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (408)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne