Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyamek şand û got: “Wê her daîm rêberê têkoşînê bin û dê di nav têkoşîna me de bijîn.”
PKKê di biryarên kongreya xwe ya 12emîn de ragihandibû ku damezrîner û pêşengên PKKê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan e. Ji bo Kaytan û Altûn li taxa Tûzlûçayirê ya bi ser navçeya Mamaka Enqereyê ve bernameya bîranînê tê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bîranîna Kaytan û Altûn peyamek bîranînê şand.
Peyama Ocalan di bîranînê de ji hêla parêzer Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.
Peyam bi vî rengî ye:
“Hevrêyên hêja,
Min bi xemgîniyeke mezin şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bihîst û hîn bûm.
Ez ê paşê ji bo bîranîna hevrêyan nirxandineke berfireh bikim. Niha ez bi rêzdariyeke mezin wan bibîr tînim.
Cihê wan di têkoşîna me ya hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de her daîmî ye.
Dê di sazîbûna paradîgmaya me ya nû de bibin nirxên bingehîn ên îlhamê. Di vî warî de wê heta dawiyê bi rola xwe rabin.
Wê her daîm rêberê têkoşînê bin û dê di nav têkoşîna me de bijîn.
Bi vê wesîleyê ez biryarên ku di kongreya 12emîn de hatine girtin û peyamên ji bo siberoja me bi rêzdarî silav dikim.
Abdullah OCALAN
Îmrali / Bursa
12.05.2025”