• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo aştiyê divê dewlet demildest gavan biavêje’

Fexredîn Kiliç / AW

13 GULAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê yê Amedê Celal Alphan ku derbarê kampanyaya partiya xwe ya ji bo vegotina pêvajoya heyî daye destpêkirin de axivî û destnîşan kir ku divê dewlet û desthilat rol û misyona xwe bilîzin û ji bo aştiyê gav bên avêtin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di vê çarçoveyê de mal bi mal digere û dixwazin bangê civakî bike. Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî ji bo vegotina geşedanên heyî û banga dîrokî, di 22yê Nîsanê de starta kampanyaya “Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gel re dicivin” da destpêkirin. Hedefa kampanyayê ew e ku li bajar bi milyonek û 145 hezar kesan re bên gel hev. Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Celal Alphan ku ji Karên Rêxistinkirinê Berpirsyare derbarê kampanyaya partiya xwe de axivî.

‘Me xwest destên qasidên aştiyê xurt bikin’

Celal Alphan, destnîşan kir ku li ser bingeha banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya xwe kirine û wiha got: “Me xwest bi awayekî berfireh li ser banga aştiyê bisekinin û di serî de birêz Abdullah Ocalan destên qasidên aştiyê ku vê pêvajoyê bi rê ve dibin xurt bikin. Me li Amedê xebateke berfireh da destpêkirin. Ev pêvajo li hemû navçeyên me berdewam dike. 4 navçeyên navendî û 13 navçeyên din niha xebatên me berdewam dikin. Heta niha 340 komîsyonên me li qadê ne û ev her roj berfireh dibin. Nêzî hezar û 500 hevalên me niha li qadê dixebitin. Li Amed û navçeyên wê 275 hezar avahî hene. Hevalên me kolan bi kolan, tax bi tax li wan avahiyan digerin. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin milyonek û 145 hezar mirovan. Ne tenê hilbijêrên me em diçin malên her beşên civakê û vê pêvajoya aştiyê vedibêjin.”

‘Li Amedê ji sedî 98,7 civak piştevaniya pêvajoyê dike’

Celal Alphan da zanîn ku ev xebata daye destpêkirin gelek erênî hatiye pêşwazîkirin û ev tişt gotin: “Di civakê de kelecaneke mezin heye. Hemû civak li bendê ye ku ev dem bi awayekî serkeftî encam bigire ku careke din xwîn nerije û dayik negirîn. Li gorî daneyên di destên me de li Amedê civak ji sedî 98,7 piştigiriya vê pêvajoyê dike. Hevalên me her şev derdikevin qadan û nameyên Hevserokên Giştî yên têkildarî pêvajoyê belav dikin. Serdana malbatan dikin û bi wan re dan û stendinê dikin. Rewşeke erênî heye, herkes deriyê xwe vedike, bi kelecaneke zêde pêşwazî dike. Di malên xwe de û her derê vê pêvajoyê dişopînin. Hêvî dikin ku ev pêvajo encam bibe.”

Xwegihandine 20 hezar kesan

Celal Alphan hin daneyên serdanên xwe yên malan wiha parve kirin: “Li navçeya Rezanê 351 malbat hatine ziyaretkirin, hezar û 700 name hatine belavkirin û xebat berdewam dikin. Li navçeya Peyasê 560 malbat hatine ziyaretkirin, 2 hezar û 300 name hatine belavkirin. Li vir jî hevalên me her roj li qadan e. Li Bajarê Nû 409 malbat hatine ziyaretkirin 2 hezar û 300 name li wir jî hatine belavkirin. Li navçeya Sûrê 170 malbat hatine ziyaretkirin û hezar û 300 name hatine belavkirin. Li navçeya Farqînê hezar û 207 malbat hatine ziyaretkirin û 7 hezar name hatine belavkirin. Me ev herêm kiribû herêma yekemîn a xebatan. Li navçeya Erxeniyê 270 malbat hatine ziyaretkirin hezar û 700 name hatine belavkirin. Li navçeyên din jî xebatên me hene lê hinek dane hêj negihiştine destê me. Bi giştî heta niha 2 hezar û 500 malbat hatine ziyaretkirin û hevalên me xwe gihandina 20 hezar kesan. Ji ber şîna birêz Sirri Sureya Onder a li vir me sê rojan navber dabû. Dû re me dîsa dest bi xebatên xwe kirin. Her roj komîsyonên me zêde dibin. Em hêvî dikin ku wê hejmara me bigihije 3 hezar û 500 kesî. Em di wê baweriyê de ne ku Amed dê di vê pêvajoyê de rola xwe ya sereke bilîze. Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne bila gelê me jî bi hêvî be. Heta ku ji destê me were em nahêlin xwîn birije û ji bo ku li ser vê axê aştiyeke mayînde çêbibe çi pêwîst be em ê bikin.”

‘Em li benda gavên erênî ne’

Celal Alphan xwest ku gel piştgiriyê bide vê kampanyaya wan û komîsyonên wan berfirehtir bikin û wiha pê de çû: “Em ê pêvajoyê di nava du mehan de bi dawî bikin. Em ê rola xwe ya têkildarî pêvajoyê bileyizin. Ji aliyê siyasî û hiqûqî jî çi hewce be divê bê kirin. Em bawer in dê li Tirkiyeyê jî piştevaniyeke mezin çêbibe. Em li benda gavên erênî ne. Civak amade ye. Hêviya gel mezin e. Aştî were ew ê herkes serbikeve, dê li vê axê nan û av bibe para herkesê, dayik bigihin zarokên xwe, xwîn bisekine û bihar were ser vê axê.”

‘Divê destpêkê birêz Abdullah Ocalan were azadkirin’

Celal Alphan bi lêv kir ku PKKê di vê pêvajoyê de kongreya xwe pêk anî, biryara çekdanînê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Peywîra herî mezin dikeve ser milê dewletê û desthilatê. Divê rol û misyona xwe bilîzin û gavên erênî yên ji bo aştiyê bên avêtin. Heke gav neyên avêtin wateya aştiyê jî nabe. Em li bendê ne ku tiştên tên gotin di gotinê de nemînin. Bi lez û bez werin pêkanîn. Heke bixwazin Tirkiye bikeve nava aştî û aramiyekê, civak hev hembêz bike neçarin gavan biavêjin. Ev gav avêtin çi ne? Divê destpêkê birêz Abdullah Ocalan were azadkirin, girtiyên siyasî demildest bên berdan. Divê bingeha çekdanînê were avakirin. Ji aliyê hiqûqî û qanûnî ve çi hewce bike divê werekirin. Astengiyên li pêş zimanê kurdî bên rakirin. Heke hûn bixwazin bi rêxistinekê re dan û standinan bikin û aştiyeke mayînde çêbibe divê hûn Serokê wê rêxistinê berdin. Ne tenê rêxistina PKKê çavê hemû gelê Kurd li serbestberdana birêz Abdullah Ocalan e. Divê şert û mercên wî sererast bibin. Em bi her awayî piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Ji bo ku aştiyeke mayînde pêk were çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

Etîket: AmedCelal AlphanDEM Partîkampanyarêxistinkirin.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

13 HEZÎRAN 2026
Jinan li dijî pakêta darazê dengê xwe bilind kir: Em ê mafê nafaqayê misoger bikin

Jinan li dijî pakêta darazê dengê xwe bilind kir: Em ê mafê nafaqayê misoger bikin

13 HEZÎRAN 2026
Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

12 HEZÎRAN 2026
Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

12 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

10 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (408)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne