• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedî: PKK û Abdullah Ocalan her tişt kirin, divê dewlet gav biavêje

Omer Demîr / AW

13 GULAN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Welatiyan têkildarî xwefesixkirina PKKê diyar kirin ku PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tiştî kirin û gotin: “Divê dewlet êdî mafê Kurdan nas bike û gavên şênber biavêje.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27ê Sibatê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û xwest ku PKKê kongreya xwe bike û xwe fesix bike. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) 1ê Adarê agirbest îlan kir. Dijî biryara PKKê êrîşên dewleta Tirk berdewam kir. PKK 9ê Gulanê daxuyanî da û diyar kir ku di bin êrîş û dorpeçkirina PDKê de navbera di 5 û 7ê Gulanê danezana kongreya xwe ya 12emîn pêk aniye. 12ê Gulanê PKKê encamê danezana kongreya xwe ya 12emîn aşkere kir. Di encama kongreyê de hat gotin ku xebatên li ser navê PKKê bi dawî bûyê û PKKê xwe fesix kiriye. Têkildarî xwefesixkirina PKKê welatiyên Amedê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Divê dewlet mafê me bide’

Welatiya bi navê Remziye Oluç destnîşan kir ku ew dixwazin aştiyê pêk were û wiha axivî: “Em dixwazin di nav aştiyê bijîn. Êdî bila şer tune be wekî xwişk û biratî bijîn. Divê dewlet di serî de mafê zimanê me û mafê me bide. Ev çend sal e em bindest in. Me gelek zext dît û me gelek berdel da. Divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad êdî fikrên xwe bibêje.”

‘Serokê me azad nebe me jî azad nabin’

Welatiyê bi navê Omer Erdogan da zanîn ku çekberdana PKKê gelek balkeş e û wiha got: “Divê herdu alî dilrast bin. PKKê gav avêt divê dewlet gel nexapîne. Gel di nav aştiyê de bijî. Gelê kurd dixwazê ku wekî gelên din wekhev bijî. Çawa ku nasnameya gelên din heye em jî nasnameya xwe dixwazin. EMmperwerdeya zimanê kurdî dixwazin. Ev ne daxwazên zêde ne mafên me ne. Em zor û zordarî kesî nakin. Me ne gotiyê yek milet yek al. Em dibêjin ku di nav aştiyê de wekhev bijîn. Azadiya fizîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Serokê me azad nebe me jî azad nabin.”

‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî pêk nayê’

Welatiyên bi navê Harûn Akinci diyar kir ku biryara PKKê berê pêk bihata lê yê ku aştî nedixwazan hebûn û ev tişt anî ziman: “Lê em hêvîdarin ku vê carê aştî çêbibe. Divê dewlet gav biavêje. Girtîgeh vala bibe. Zext û zordariya ser gel êdî biqede. Tevahiya cihanê yê ku nexweş di girtîgehê de namîne lê li Tirkiyeyê hene. Bi sedema aştiyê em hêvî dikin ku tevahî girtî bên berdan. Azadiya Abdullah Ocalan pêk were. Jixwe Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî pêk nayê.”

‘Divê êdî mafê gelê kurd were dayîn’

Welatiyên bi Devran Bulut jî diyar kir ku biryara PKKê gelek girîng e û ev tişt got: “Di vê rê de gelek kes canê xwe feda kir. Em kêfxweş in ku êdî kes namire. Yê ku ciwanê in dimirin, tevahî yên me ne. Hêsirên tevahiya dayikan yek reng e. Divê êdî mafê gelê kurd werr dayîn. Îro dayika min tirkî nizane. Dayika min dema ku tê li Îzmîrê balafirgehê gelek zimanên didin anons dikin lê bi kurdî nakin. Dayika min nikare pirsgirêkên xwe bibêje. Ji bona wê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Gelek kes berdel dane îro di girtîgehê de ne. Îro em bi keda wan hatine vê astê.”

Divê Birêz Abdullah Ocalan jî azad bibe

Abdulkudus Kaynak jî destnîşan kir ku gelê kurd her dem aştiyê dixwest û wiha got: “Em hêvîdarin ku wê her tişt baş bibe. Êdî bila aştî pêk were. Birêz Abdullah Ocalan ev salen dirêj di girtîgehê de ye. Divê Birêz Abdullah Ocalan jî azad bibe. Azadiya Abdullah Ocalan wê pêvajoyê jî pêş bixe.”

‘Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û were nava gelê xwe’

Welatiyê bi navê Siddik Baran jî diyar kir ku ji bo pêvajoyê we gelek kêfxweş in û wiha axivî: “Aştî pêk were wê li welatê mea ramî çêbibe. Şer welatê me dûr bikeve. Divê girtiyên siyasî werin berdan. Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û were di nava gelê xwe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

15 GULAN 2026
Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

15 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026
Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

15 GULAN 2026
Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

15 GULAN 2026
Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne