Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 11 sal berê di hevdîtina mijdara 2013an de ku bi heyeta DBPê re kiribû, bal kişandibû ser şoreşa Rojava û wiha gotibû: “Şoreşa Rojava şoreşa me ye. Tu kes nikare vê şoşerê înkar bike.”
Heyeta DEM Partiyê di 28ê kanûnê de çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di 29ê kanûnê de jî peşamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di xalek peyama xwe de dîsa bal kişand ser rewşa Sûrî û Rojhilata navîn û diyar kiribû ku pirsgirêk bi destê hêzên derve çareser nabe. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 11 sal berê jî dîsa bi rêya heyeta Îmraliyê bal kişandibû ser rewşa şoreşa Rojava û xwestibû ku her kes li vê şoreşê xwedî derkeve.
11 sal berê heyeta DBPê ku parlamentera Îdirê Pervîn Buldan jî di navde bû, di mijdara 2013an de çûbû Îmraliyê û hevdîtin kiribû. Buldan piştî hevditinê bal kişandibûn ser nirxandinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha gotibû: “Di hevdîtina li Îmralî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotiye, ‘Heya dawiyê xwedî li şoreşa Rojava derkevin” û destnîşan kir ku, her kes neçar e mafên ku di encama têkoşînê de li Rojava hatine bidestxistin nas bike. Birêz Abdullah Ocalan ji me re got, ‘Şoreşa Rojava şoreşa me ye. Min li ser pişta şêr têkoşîn da. Min li wir 20 salan bi gelê Rojava re têkoşîn da meşandin. Şoreşa Rojava encama têkoşîna wê demê ye. Tu kes nikare vê şoreşê înkar bike. Helwesta herî bi rûmet û bi biryar xwedîderketina li şoreşa wir e.’ û bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava.”