Di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Gomeçê de, banga Abdullah Ocalan a ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” û hate destnîşan kirin û ji bo pêşketina pêvajoyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bilind kirin.
Newroza Balikkesîrê li Hola Daweta Gomeçê ya li navçeya Gomeçê bi diruşmeya, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pêk hat. Qada Cejna Newrozê bi pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” hate xemilandin. Di heman demê de jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de, sloganên, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Newroz pîroz be û “Bê Serok Jiyan nabe” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ahmet Asena, her wiha gelek nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk, partiyên siyasî û welatî beşdarî pîrozbahiya newrozê bûn.
‘Newroz berxwedan, azadî û hêvî ye’
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan, bi bîranîna Endamê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim dest bi axaftina xwe kir û sersaxî ji gelê Kobaniyê û gelê Kurd re xwest. Dilan Kunt Ayan, teqez kir ku Newroz ne tenê cejnek e û wiha got: ” Newroz berxwedan, azadî û hêvî ye.”
‘Ew agir wê her pê bikeve’
Dilan Kunt Ayan, diyar kir ku gelê Kurd dê li her derê agirê Newrozê pêxe û wiha domand: “Gelê Kurd, çi kesek be, çi deh kes be, çi jî bi mîlyonan be, agirê Newrozê ji her derê pêdixe.” Dilan Kunt Ayan, silav ji kesên ku têkoşîna azadiyê berfireh dikin re şand û her wiha Cejna Nowrozê li Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş pîroz kir.
‘Em ê banga Ocalan mezin bikin’
Dilan Kunt Ayan wiha pêde çû: “Dem dema mezinkirina têkoşînê, pêkanîna hiqûqê, demokrasî û bi destxistina statûya gelê Kurd e. Birêz Abdullah Ocalan bi vê armanca ji Îmraliyê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Em dê li her derê vê bangê bilind bikin û têkoşîna wê bimeşînin.”
‘Wekî Kawa li berxwe bidin’
Hevberdevkê YSPê Ahmet Asena jî axaftinek kir û cejna Newrozê pîroz kir. Asena diyar kir ku Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de rojek têkoşîn û berpirsiyariyê ye jî. Asena wiha got: “Li ber xwe bidin û wekî gel tiştê ku Kawa kir ji nû ve pêk bînin. Ev wekî karekî mezin li pêşiya me ye.”
Newroz piştî axaftinan bi dirûşm û govenda li ber muzîkê bi dawî bû.













