Ahmet Hakan ê ku Tahir Elçî hedef nîşan dabû, vê carê jî rojnamevan û saziyên ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyanî dan û didin kir hedef.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, piştî ji hêla Ahmet Hakan ve weke hedef hatibû nîşandan, di 28ê Mijdara 2015an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê hatibû kuştin. Ahmet Hakan, di qunciknivîsa xwe ya rojnameya Hurriyetê ya îro de jî kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan parast. Ahmet Hakan, qebûl kir ku rojnamevan ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHAyê hatine kuştin û îdia kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ne rojnamevan in.
Ahmet Hakan rojnamevan Bîlgîn û Daştan bi îdiayên “Endamên propagandayê yên rêxistinê” û “parçeyeke şerê li herêmê” tawanbar kir. Ahmet Hakan vê carê jî rojnamevan, siyasetmedar û saziyên nerazîbûn nîşanî kuştina rojnamevanan didin hedef nîşan da. Hakan ji bo lêpirsînên hatine destpêkirin jî got “Divê kesek li ber van lêpirsînan ranebe.”