Akademîsyenê ji Zanîngeha Amsterdamê Mîchîel Leezenberg di Sempozyûma 3emîn a Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de axivî û diyar kir ku argumanên dibêjin Kurdî nabe zimanê perwerdehiyê bê wate ne û got ku Kurdî xwedî bingeheke wêjeyê ya bi hezarên salan e.
Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li dar dixe. Sempozyûm li eywana konferansê ya Yekîtiya Baroyên Tirkieyê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê tê lidarxistin. Ji gelek welatên wek, Lubnan, Kafkasya, Efrîkaya Başûr, Îrlanda, Îskoçya, Îspanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava (zoom) gelek mêvan beşdarî sempozyûmê bûn.
Ewilî Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş axivî û qala mabesta sempozyûmê kir.
Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak, Serokê Giştî ya Perwerdehiya Enternasyonal Mugwena Maluleke û Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak jî axivîn û qala girîngiya mafê zimanê zikmakî kirin û gotin divê perwerdehiya hemû zimanan were dayîn.
Piştî axaftinan rûniştina yekêm a sempozyûmê dest pê kir. Di rûniştina yekemîn de mijara “Li Tirkiyeyê û Cîhanê Polîtikayên Ziman” hat gotûbêjkirin.

‘Ziman mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye’
Moderatoriya rûniştinê Ramzan Gurbuz kir. Di serî de Dr. Elçîn Aktoprak li ser “Zimanê Dayikê Zimanê kê ye; Welatîbûn, Nasname û Polîtîkayên Ziman” rawestiya. Elçîn Aktoprak anî ziman ku bi ziman dayikê hişê mirov dikare dinyayê bibînê û wiha got: “Ziman mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye. Mirov bi zimanê xwe dinyayê dibîne. Di dinyayê de jî gelek mînakên berxwedana ji bo ziman hene. Li Tirkiyeyê jî di rapora hevpar de gotiye mafên xwezayî lê ew pir muxlak e. Mafê zimanê dayikê mafekî nebe nabe ye. Bê ziman tu gel nikarin bijîn.”
‘Kurdî xwedî bingeheke pir xurt e’
Akademîsyenê ji Zanîngeha Amsterdam a Holandayê Mîchîel Leezenberg jî li ser mijara “Rastiyên Perwerdehiya Pirzimanî li ser bingeha Zimanê Dayikê” axivî. Mîchîel Leezenberg destnîşan kir ku mirov bi zimanê xwe yê dayikê dikare ji hişmendiya mêtingeriyê rizgar bibe û wiha got: “Ez dixwazim li ser zimanê Kurdî û Berberî mînak bidim. Berberî zimanê koçberên Fasê yê li Holandayê ne. Ew ziman bi demê re li malan nehat axaftin û piştî 2000î ew ziman di makeqanûnê de hat qebûlkirin û ji bo wê xebat hatin kirin. Kurdî jî bi wêje û helbestan dewlemend e. Weke nimûne helbestvanê mezin Feqiyê Teyran û wêjekarê mezin Ehmedê Xanî. Taybet jî berhema Mem û Zîn girîng e. Ji bo wê em nikarin bêjin bingeheke Kurdî tune ye. Bingeheke xurt a Kurdî heye. Zimanekî pir dewlemend e. Zaravayê Kurmancî di dema Osmaniyan de weke zimanê medreseyê bû. Kurdî xwedî mîrateyeke pir mezin e. Bingeha wê ya wêje û çandê digihîje bi hezarên salan. Ew argumanên ku dibêjin Kurdî nabe zimanê perwerdehiyê bê wate ne û bingeha wan tune ye. Ev ne zimanên çiyayî tenê ne zimanê şaristaniyê ye jî. Ji bo wê divê ev ziman wisa were nirxandin.”
‘Em ê ji bo zimanê dayikê têkoşîna xwe bidomînin’
Nivîskar Nejla Kurul jî li ser mijara “Li Tirkiyeyê Polîtikayên Ziman û Perwerdehiya Zimanê Dayikê” rawestiya. Nejla Kurul bi lêv kir ku li Tirkiye kesên ji xwe re dibêjin em “Rewşenbîr in” jî ji hişmendiya nijadperestiyê rizgar nebûne û wiha got: “Di nav me de jî gelek hevalên me dema me digot divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî jî li dijî derdiketin. Tirkiye ji bo welatên biyanî dibêjin bila perwerdehiya pir zimanî hebe. Dema hinek derdikevin derveyî welat dibêjin zimanê xwe ji bîr nêkin. Lê li Tirkiyeyê heman tiştî napejirînin. Ew jî nakokiyeke mezin e. Zimanê neteweyekî nabe hilbijartin. Em ê ji bo zimanê dayikê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nivîskar Baskin Oran jî li ser mijara “Di Hiqûqa Navneteweyî de û li Tirkiyeyê li Ser Bingeha Zimanê Dayikê Perwerdehiya Pirzimanî ya di Çarçoveya Hiqûqî de” axivî. Baskin Oran diyar kir ku li gorî xalên Lozanê jî divê mafên zimanên li Tirkiyeyê hene, werin parastin û lê Tirkiye ev xal tu carî pêk neaniye.
‘Mafê zimanê dayikê nabe mijara muzakereyê’
Akademîsyên Fatma Gok jî li ser mijara “Li Tirkiyeyê Polîtikayên Zimanî û Perwerdehiyê: Rewşa heyî û derfet” axivî û bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û wiha got: “Pirsgirêka Kurdan a perwerdehiyê heye, nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Hê nehatiye çareserkirin. Kurdan ji bo azadiya zimanê xwe gelek bedel dan. Zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Ji bo vî mafî pêwîstî bi muzakereyê nîn e. Ev maf divê were bicihanîn.”
7 hezar ziman hene
Akademîsyên Cemîl Guneş jî li ser mijara “Li Ser Bingeha Zimanê Dayikê li Tirkiyeyê Perwerdehiya Pirzimanî Derbarê Mît û Rastiyê de” axivî. Cemîl Guneş anî ziman li ser erdnîgariya dinyayê 7 hezar ziman hene û ji van zimanan pir kêm zimanan statuya wan heye û di perwerdehiyê de tên bikaranîn. Cemîl Guneş li ser nêrînên şaş ên li ber perwerdehiya bi zimanê dayikê dibin asteng rexne kir û got zimanê Kurdî zimanê perwerdehiyê ye.
Piştî axêveran rûniştina yekem bi dawî bû.
Sempozyûm dê bi rûniştina duyemîn a li ser bingeha zimanê dayikê modelên pirzimanî yên cîhanê berdewam bike.













