Aktîvîsta TJAyê Rojbîn Bor ji ber axaftina xwe ya di 18ê Sibatê de li çalakiya qeyûm a li Wanê kir, hat binçavkirin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor, piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin di 18ê Sibatê de tev li çalakiyekê bûbû û di çalakiyekê de axivî. Îro polîsan ji bo îfadeyê gazî Rojbîn Bor kir. Rojbîn Bor a ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Wanê, bi îdîaya “Gel sor kiriye û arasteyî kîn û dijminatiyê kiriye” hat binçavkirin.
Tê payîn ku Aktîvîsta TJAyê Rojbîn Bor sibê sewqî dozgeriyê bê kirin.