• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aktîvîstên TJAyê: Aştî birûniştinê nayê

Fexredîn Kiliç / AW

26 ÎLON 2025 - 08:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Aktîvîstên TJAyê Çîmen Fîdan û Hulya Alokmen ên têkildarî meşa xwe ya di 1ê Cotmehê de dest pê dike axivîn, diyar kirin ku armanca wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kirin ku aştî û azadî bi rûniştin, sekinandin û libendemayînê nayê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bihêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar bixe. TJAyê têkildarî meşê duh bi tevlibûna gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl ên civakî li Qonaxa Cemîl Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da û xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe. Aktîvîstên TJAyê Çîmen Fîdan û Hulya Alokmen têkildarî meşa xwe ji ajansa me re axivîn.

‘Ji bo aştiyeke mayinde xebat tên meşandin’

Aktîvîsta TJAê Çîmen Fîdanê diyar kir ku armancê meşa wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Em ê di 1ê Cotmehê de dest pê bikin heta 7ê Cotmehê dê berdewam bike. Em ê li Amedê dest pê bikin ber bi Enqereyê ve bimeşin û em ê li Enqereyê bi dawî bikin. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ji bo civakeke demokratîk, aştiyeke bi rûmet û mayînde bangawaziyek kir. Di vê navberê de xebatên cûr bi cûr hatin meşandin. Ji hêla TJAyê û tevahî rêxistinan ve hatin meşandin. Di meha Cotmehê de komploya navnetewî jî heye. Bi meşê em dixwazin ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hemû girtiyan bê pêkanîn û di heman demê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fîzîkî bê bidestxistin.”

‘Dewletê hêj gavek neavêtiye’

Çîmen Fîdanê bal kişand li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin û wiha domand: “Yê ku vê pêvajoyê bi rê ve dibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. PKKê xwe fesix kir û di heman demê de çek şewitandin. Ev gavên ber bi çav in. Lê mixabin heta niha ji aliyê dewletê ve gaveke ber bi çav nehatiye avêtin. Ji ber kesê vê pêvajoyê bi rê ve dibe birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan bikare bi her beşa civakê re hevdîtinê bike divê azad bibe.”

‘Ji bo jiyaneke azad divê herkes tev li pêvajoyê bibe’

Çîmen Fîdanê anî ziman ku TJA ji pêvajoyê re pêşengtiyê dike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema ev pêvajo dest pê kir jinan, TJAyê gotin em ê pêşengtiya vê pêvajoyê bikin. Di şeran de bedelên herî mezin jin didin. Jin di vê pêvajoyê de rol û rista xwe dilîzin. Pêwîste jin, ciwan tevahiyê gel tev li vê pêvajoyê bibin. Şer û pevçûnên ku têne meşandin ji xwezayê bigire heta ciwanan, ji gel bigire heta jinan zirareke pir mezin dide. Ji bo jiyaneke wekhev divê her kes di nava vê pêvajoyê de cihê xwe bigire.”

‘Aştî bi rûniştinê nayê’

Aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmenê jî anî ziman ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekê dimeşe û wiha got: “Weke civak bi taybetî jî jin em qet li benda pergalê nesekînin ka dê çi bike çi gavan biavêje. Weke TJAyê em her tim di nava bezekê de ne. Meş, komcivîn, bi gel re hevdîtin pêk anîn ji wê rojê ve em weke TJA herdem di nava xebatan de ne. Wekî din pirsgirêk pirin. Mînak hêj qeyyum berdewam dikin. Aştî bi rûniştin, bi sekine, bi hêviyê nayê.”

‘Divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd bên guhertin’

Hulya Alokmen di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo ev pêvajo bimeşe me heta ku aktorê vê pêvajoyê dimeşîne neazad be ev pêvajo li cîhekî dixitime. Ji bo wê jî ji bo ku ev pêvajo bimeşe herkes dizane ku divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên guhertin. Hêj jî tecrîd bi awayekî berdewam dike. Ji bo wê jî em jin azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin. Ji ber vê yekê em ê vê xwesteka xwe bi meşekê bînin ziman û bajarên ku em tê re derbas bibin jî em ê daxwazên xwe bînin ziman û hêza xwe nîşan bidin.”

‘Xwedî li vê meşê derkevin’

Hulya Alokmen di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em weke jinan weke TJA bang dikin. Ne tene gelê me hemû gel û baweriyên cuda divê xwedî li vê meşê derkevin. Bi hêzeke zêde piştgiriyê bidin vê meşe. Ji bo ku meşa me bigihe armanca xwe em bang li hemû gel û jinan dikin ku piştgiriya meşa me bikin.”

 

Etîket: Çîmen FîdanHulya AlokmenmesRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

28 ADAR 2026
Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

28 ADAR 2026
Heyetê DEM Partî şi Îmrali

Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya

27 ADAR 2026
Şandeya DEM Partiyê derbasî Girava Îmraliyê bû

Şandeya DEM Partiyê derbasî Girava Îmraliyê bû

27 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026
Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn

Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne