Navenda Nûçeyan – Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl anî ziman ku pêvajoya diyaloga ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirinê ji bo biçe serî divê ewilî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê rawestin e û got: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd ne tunebûna Tirkiyeyê berovajî wê hebûna gelên Rojhilata Navîn mîsoger dike.”
Êrişên komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 meh in bênavber didomin. Li dijî êrişên Tirkiye û hezên paramîlîter, Hezên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîniyên Parastina Gel (YPG) parastina herêmê dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrişan ji 8ê Çileyê ve li Bendava Tişrînê nobede digire. Tirkiye û komên xwe paramîlîter bi SÎHAyan êrişî welatiyên sivîl ên nobedê digirin dike û heta niha 24 welatiyan di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane û nêzî 300 kes jî birîndar bûne. Lê tevî êrişan jî nobeda welatiyan li ser Bendava Tişrînê berdewam dike.
Dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev geşedan diqewimin, Serokê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) Ahmet El Şeraa (Colanî) bi kongreyekê xwe weke Serokkomarê Sûriyeya Ereb ragihand. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî vê yekê daxuyanî da û gotin ku ew li dijî vê biryarê ne. Piştre jî Colanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin pêk anî. Piştî van geşedanan di navbera Îsraîl û Amerîkayê de jî hevdîtin pêk hatin û piştî daxuyaniyên Trump diyar dibe ku ew hevdîtin wê bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn bikin. Ji bilî van geşedanan jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê nîqaşkirin ku di rojên pêş de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wê bangeke dîrokî bike. Çavê raya giştî ya Kurdistan, Tirkiyeyê û cihanê jî li ser vê bangê ye. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê û geşedanên dawî ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Netewa Demokratîk dikare hemû gel û baweriyan bîne cem hev’
Aldar Xelîl anî ziman ku li dijî êrişên Tirkiyeyê û hezên paramîlîter ên giredayî wê berxwedaneke mezin tê dayin û wiha got: “Piştî hilweşandina rejîma Baas pêvajoyeke nû li Sûriyeyê destpêkir. Piştî êrişên HTŞ li ser Helebê komên çete yên giredayî Tirkiyeyê jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Plansaziya wan ew bû ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin lê li bendava Tişrînê pêşiya wan hat girtin û nekarîn derbas bibin. 2 meh in li bendava Tişrînê êriş berdewam dikin. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di vî şerî de cihê xwe digirin û parastina herême dikin. Ew berxwedan ya hebûn û tunebûne ye. Ew êriş di çerçoveya armancên Tirkiyeyê li ser herêmê de pêk tên. Bi berxwedana gelan a li ser bendava Tişrînê diyar bû ku projeya Netewa Demokratîk dikarê hemû gelan û baweriyan bîne cem hev.”
‘Tirkiye zextê li Şamê dike ku bi HSDê re nekevin diyalogê’
Aldar Xelîl da zanîn ku di navbera Fermandariya Giştî ya HSDê û rêyedarên HTŞê de hevdîtin çêbûnê û ji ber zextên Tirkiyeyê li ser HTŞê ew hevdîtin neçûye serî. Aldar Xelîl bi lêv kir ku Tirkiye li pêşiya aramiya Sûriyeyê asteng e û wiha axivî: “Fermandarê HSDê bi HTŞê re li Şamê hevdîtinek pêk anî. Wisa hatibû plankirin ku şande ava bibin û hevdîtinan bikin. Armanca wan hevdîtinan hev naskirin bû û ji bo pêşerojê dan û standina li ser herêmê bû. Lê mixabin piştî ku ew hevdîtin qediya hê şandê nehatibûn amadekirin dewleta Tirk mudaxale kir. Hê jî peywendiyên me qût nebûne lê plansaziya berê hatibû kirin ji ber mudaxaleya Tirkiyeyê pêk nehat. Tirkiye zextan li Şamê dike ku ji HSDê re nekevin diyalogê. Ji ber wê jî pirsgirêk derketin. Koalîsyona navneteweyî ya li vir hewl dide diyalogê di navbera HSDê û HTŞê de pêk werin lê dewleta Tirk dibe asteng. Helwesta me ya ji bo Sûriyeyê diyar e. Beriya niha jî me bi HTŞê re parve kiribû. Colanî jî wê demê bi awayekî erênî nêzî helwesta me ya ji bo Sûriyeyê bûbû. Nerîna me zelal e ji bo aştî û aramiya Sûriyeyê. Ji bo pergaleke demokratîk li Sûriyeyê pêk bê weke prensîb in ji bo me. Dibêjin bila HSDê çekên xwe deyne. Jixwe ew prensîbên em dibêjin pêk werin, hewcedarî bi çekan namîne. Lê hê jî ew prensîbên ku me digotin pêk nehatine. Mudaxileya Tirkiyeyê ne ji bo berjewendiya Sûriyeyê ye. Heke Tirkiye mudaxile bike aramî li Sûriyeyê pêk nayê. Em jî dibêjin werin em bi Sûrî-Sûrî pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.”
‘Li Sûriyeyê tevliheviyên mezin derkevin’
Aldar Xelîl bal kişand ser hikûmeta nû ya Şamê ku Colanî weke Serokkomar ragihandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo hikûmetek ava bibe divê şêwr hebe. Heke yek rabe û xwe weke hikûmet ragihînê çênabe. Gelê Sûriyeyê ji bo demokrasiyê li dijî rejîma Baas derket. Niha jî HTŞê heman tiştî dûbarê dike. Wê demê gelê Sûriyeyê çi sûde hilweşîna rejîma Baas bigre. Ew şaş e. Divê dan û standin hebe dîalog pêşbikevin. Li Sûriyeyê netew û baweriyên cûda hene. Divê dema hikûmet ava bû nerîna van hemûyan bihata girtin. Bi tenê grubên çeteyan kom bike û bêje me kongreyek li darxistiyê çênabe. Ew taqlîd kirina rejîma Baasê. Wê demê gelê Sûriyeyê nebêje me ji bo çi li dijî rejîma Baas serî rakir. Di hikûmeta ku hatiyê avakirin de îradeya bawerî û gelên cûda ya jin û cîvanan tune ye. Ew destpêke ne baş e û encam nagre. Gelên Sûriyeyê vê yekê qebûl nake. Çawa li dijî rejîma Baas serî rakir wê dîsa serî rakir. Bi vî awayî nikarin mayinde bibin û wê bibe sedem ku li Sûriyeyê tevliheviyên mezin derkevin.”
‘Projeyeke nû wê li Rojhilata Navîn dest pê bike’
Aldar Xelîl derbarê hevdîtinên Serokê Amerîkayê Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû de jî destnîşan kir ku ew hevdîtin wê bandor li Sûriyeyê jî bike û ev yek wiha nirxand: “Trump bi hêza Yahûdiyan bû desthilat. Ji bo wê jî wê projeya Îsraîl pêk bîne. Trump dixwaze li dijî gelê Filistîn û Xezeyê ye. Jixwe Trump got ku erdnîgariya Îsraîlê biçûk e û Rojhilata Navîn mezin e. Ew jî te wê wateye ku projeyeke nû wê li Rojhilata Navîn dest pê bike. Dibe ku Trump û rêyedarên Îsraîlê li ser projeyên cuda jî bi hev re bixebitin. Detayên wê plansaziyê em nizanin wê çawa bibin lê diyarê ku Amerîka dixwazê bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn bike. Dibe ku ji bo bandora Îsraîl di Rojhilata Navîn de zêde bikin projeyên cûda cûda pêkbînin. Bêguman bandora vê yekê wê li ser Sûriyeyê jî bike. Jixwe Amerîka ji bo berjewendiya xwe li vir e. Ne ji bo xatirê Kurdan. Tişta ku em bikin jî ew ê ku weke miletê Kurd bi netewên herême ve projeya demokratîk kirina Sûriyeyê bidin meşandin. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareser kirin jî têkoşîna xwe didin. Amerîka li vir be jî ew têkoşîn wê berdewam bike, biçe jî ew têkoşîn wê berdewam bike. Lê bêjin em ê biçin jî divê dewletên derdorê jî qebûl bikin ku ji bo herême statuyek bê naskirin. Ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê bên çareser kirin alternetîf projeya Netewa Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiyê rûniştandin e.”
‘Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye’
Aldar Xelîl bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin hatine destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Serok Apo pirsgirêkên Rojhilata Navîn hemûyan dinirxînê û ji bo aloziyên heyî çareseriyan pêşniyar dike. Dema me jî nerînên Serok Apo xwendin me dît ku çareseriya herî guncav a ji bo pirsgirêka Kurd ev nêrin in. Ji bo wê jî di sala 2011an de me xwe spart paradîgmaya Rêber Apo û li ser wê projeya xwe pêş xist. Heke îro dewleta Tirk bi Rêber Apo re li hev bike û diyaloga li pêş bixe, helbet wê ev bandor li ser herême jî bike. Heke ew pêvajo biçe serî divê pêşî êrişên Tirkiyeyê li ser herême jî rawestin. Mînak di salên 2013an û 2015an de dewleta Tirk êrişî herêmê nedikir. Ji ber ku pêvajoyek bi Rêber Apo re hebû lê piştî pêvajo xera bû êrişên wan dest pê kirin. Ew ê jî bibînin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye, berovajî wê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn pêşxistina demokrasiyê ye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd ne tunebûna Tirkiyeyê ye, berovajî wê ji bo hebûna gelê Tirk, gelê Ereb û hemû netewên Rojhilata Navîn mîsoger dike.”