Amed – Alî Haydar Elyakut ê piştî 32 salan hatiye berdan got: “Heya ku deriye Îmraliyê venebe, hevalên me azad nebin aşitî ne pêkan e.”
Girtiyê bi navê Alî Haydar Elyakut ê di 17 saliya xwe de li Amedê hatibû girtin, piştî 32 salan girtî ma, di 24ê Îlona 2025an de ji Girtîgeha Tîpa T ya Karabukê hate berdan. Alî Haydar Elyakut bi dorê Li Gîrtîgehên Amed, Semsûr, Amasya, Kirikkale, Îzmîr, Enqere û Karabukê hat ragirtin. Cezayê Alî Haydar Elyakût ev 2 sal in ji ber hincetên cezayê dîsiplînê dihat taloqkirin.
Malbata wî di 24ê Îlonê de li ber deriyê gîrtîgeha jê hatiye berdan Alî Haydar Elyakut pêşwazî kir û ber bi Amedê ve ketin rê. Alî Haydar Elyakut îro piştî nîvro saet di 15.00an de li pêşiya Parkormanê ya Navçeya Peyasê bi tevlêbuna endam û nûnerên TUHAY-DER, MED TUHAD-FED, DBP, DEM Partî û gelek kesan bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girseyê di dema pêşwaziyê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedanan zîndanan” berz kir.
‘Heya Deriyên Îmraliyê venebin…’
Piştî pêşwazîkirinê Alî Haydar Elyakut axaftineke kurt kir û wiha got: “Heya ku deriye Îmraliyê venebe, hevalên me azad nebin aşitî kem e. Derve an jî hindir ji bo me astengî nîn e. Em ê ji bo Pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk karê xwe xurttir bimeşînin. Kengî civak azad be em ê wê wextê azad bin. Bijî berxwedana gelê me.”