Hate zanîn ku pêguhertina dîlgirtiyan ku diviya îro pêk bihata dê destpêka hefteyê çê bibe. Hate ragihandin ku ji bo pêguhertina girtiyan amdekarî berdewan dikin.
Amadekeriya pêguhertina girtiyan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de berdewam dike. Pêguhertina diviya îro pêk bihata ji ber sedemê tenkînî taloqî destpêka hefteya pêşiyê hate kirin.
Pêguhertin dê destpêka hefteyê pêk bê
Di çarçoveya amadekariyên pêguhertinê de komên nû yên di girtîgehên HSD û Hêzên Asayîşê de ber bi Hesekê ve hatin şandin. Çavkaniyan dan zanîn ku duh êvarê û îro sibehê çend komên dîlgirtiyan ji bajarê Qamişloyê ber bi Hesekê ve hatine veguhastin. Hat diyarkirin ku ev koma gihîştiye Hesekê tê amadekirin da ku bi dîlgirtiyên di girtîgehên Hikûmeta Demkî ve bên pêguhertin.













