• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amed ji bo şanoyê dibe navnîşana hunera navneteweyî

Lezgîn Akdenîz / AW

3 MIJDAR 2025 - 08:10
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Di Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de wê komên şanoyê ji welatên mîna Ûkrayna, Rûsya, Îsraîl, Filistîn, Azerbaycan û Ermenîstanê werin ba hev, lîstikên xwe yên li dijî şer pêşkêş bikin û bi rêya hunerê peyama diyalogê bidin.

Şanoya Bajêr a Amedê, bi hevkariya Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI Worldwide), cara yekem festîvaleke şanoyê ya navneteweyî li dar dixe. 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di navbera 24ê Nîsanê û 2yê Gulana 2026an de bi temaya “Diyalog Ji bo Aştiyê” wê li Amedê bê lidarxistin.

Şanoger Yavuz Akkuzu têkildarî vê festîvala dê bê lidarxistin û amadekariya wê tê kirin ji Ajansa Welat re axivî.

Ev festîval ne tenê şahiyek e, hunera welatan e

Şanoger Yavuz Akkuzu diyar kir ku di pêvajoyeke ewqas girîng de wê li Amedê dest bi bernameyeke girîng bikin û got ku di festîvalê de wê komên şanoyê ji welatên mîna Ûkrayna, Rûsya, Îsraîl, Filistîn, Azerbaycan û Ermenîstanê werin ba hev, lîstikên xwe yên li dijî şer pêşkêş bikin û bi riya hunerê diyalogê ava bikin. Yavuz Akkuzu da zanîn ku mebesta wan ew e ku komên şano yên li welatên şer lê didome bînin cem hev û wiha got: “Em dixwazin dewletên di şer de ne, komên wan bînin Amedê û bi lîstikên dijî şer, peyameke mezin bidin. Şer tiştên neyînî derdixe holê, em aştiyê dixwazin. Em dixwazin Amed bibe navenda diyaloga aştiyê. Şanoya Kurdî jî wê di vê peyam û pêvajoyê de bi xwedî roleke sereke rabe.”

Ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê peyama diyalogê

Akkuzu da zanîn ku her lîstik wê bi Kurdî, Îngilîzî û Tirkî bê nivîsandin da ku peyam bigihîje her kesî û ev yek anîn ziman: “Ev festîval ne tenê ji bo Amedê, lê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê peyameke hêvîdar e. Hunermend şer naxwazin, ew aştî dixwazin. Şanoya Kurdî wê di navenda vê diyalogê de be û Amed wê bibe navenda aştîyê ya hunerî.”

Piştgiriya navneteweyî

Seroka ITI Worldwide Dr. Jessica Atwooki Kaahwa û Marharyta Korniushchenko ji Ukraynayê jî beşdarî civînên amadehiyê bûn û piştgiriya xwe ragihandin. Civîna mezin a destpêkê li Berlînê hate kirin. Xebatên aborî yên festîvalê didomin. Armanc ew e ku dewlet û sponsor alîkariyê bikin. Heta niha name ji 20 welatan re hatine şandin û piraniya bersivan erênî bûn e. Ji zêdetirî 20 welatan dê komên şanoyê tev li festîvalê bibin. Heta niha 15 kom tevlibûna xwe ya festîvalê pejirandin e. Tê xwestin 20-25 kom amade bin. Atolye û panelên li dijî şer jî dê ji bo şagirt û ciwanan werin lidarxistin.

 

Etîket: Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI Worldwide)Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedêşanoger Yavuz AkkuzuŞanoya Bajêr a AmedêŞanoya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoger Angay: Nefermîbûna zimanê Kurdî bandorê li ser hunerê jî dike

Şanoger Angay: Nefermîbûna zimanê Kurdî bandorê li ser hunerê jî dike

20 SIBAT 2026
‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

15 COTMEH 2025
Li Zanîngeha Dîcleyê şanoya Kurdî derket ser dikê

Li Zanîngeha Dîcleyê şanoya Kurdî derket ser dikê

13 COTMEH 2025
‘Dawiya dawî’ diçe Almanya û Holandayê

‘Dawiya dawî’ diçe Almanya û Holandayê

13 COTMEH 2025
Şanoya Bajêr bi lîstika ‘Jinên Azad’ dest bi serdemê kir

Şanoya Bajêr bi lîstika ‘Jinên Azad’ dest bi serdemê kir

2 ÎLON 2025
Li Cizîrê şanoya Bekoyê Ewan hat lîstin

Serlêdanên pêşbirka nivîsandina lîstikên şanoya Kurdî dest pê kir

11 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pêşniyara Abdullah Ocalan bo Îranê: An demokratîkbûn an parçebûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (295)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne