• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

Enqere / AW

7 ADAR 2026 - 19:10
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi mabesta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo jinan bernameyek li darxist. Di bernameyê de Nivîskar Nesrîn Onur qala pirtûka xwe kir û helbestvan Cevahîr Bedel helbest xwendin û Koma Anatoliya Jin jî stran gotin.

Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo jinan bernameyek li dar xist. Di bernameyê de nivîskar Nesrîn Orun li ser pirtûk û wêjeyê axivî û helbestvan Cevahîr Bedel jî helbest xwendin. Piştrê jî Koma Anatoliya Jin derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî beşdervanên jin kirin. Gelek jin tevlî bernameyê bûn.

Di serî de Hevseroka Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê Reyhan Yildirimcî axivî. Reyhan Yildirimcî anî ziman ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe û wiha got: “Pergal jinan di malan de radigire û dixwaze heqîqeta jinan a civakî tune bike. Lê jin estetîkbûna civakê ye. Em bi wesileya 8ê Adarê careke din dibêjin a ku civakê xweşik bike tevlîbûna jinan li hemû qadên civakê ye. Ji Rozayan heta Sakîne û Nagîhan Akarsel em têkoşîna jinan silav dikin û 8ê Adarê ji hemû jinan pîroz dikin.”

Piştî axaftinê jinan bi yek dengî dirûşmeya, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Wêjeya jinan

Piştî axaftinê bernameya hevpeyvînê ya nivîskar Nesrîn Orun û helbestvan Cevahîr Bedel destpê kir. Nesrîn Orun bi lêv kir ku ew ê bi mabesta 8ê Adarê qala wêjeya jinan bikin û qala pirtûka xwe ya dawî ya bi navê “Li baxçeyê kesên lerizînê şahî (Sarsılmışlar bahçesinde şenlik)” kir. Nesrîn Orun bi lêv kir ku qada wêjeyê jî weke hemû qadên civakî ji zilaman dagirtiye û got ku divê jin li hemû qadan hebin.

Helbestvan Cevahîr Bedel jî bi lêv kir ku pirtûkek wê ya li ser jinan heye û qala helbestên xwe kir û çend helbest xwendin. Cevahîr Bedel jî bal kişand ser kêmbûna jinan di qada wêjeyê de û da zanîn ku ji ber jin di qada wêjeyê de cih ji xwe re nabînin wê navê pirtûkên xwe bi navê Cevahîr çap kiriye.

Piştî hevpeyvîna li ser wêjeya jinan Koma Anatoliya Jin derket ser dikê û stran gotin. Girseyê jî bi coşeke mezin stran guhdar kirin. Bername bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.

Etîket: 8ê AdareBernameNavenda Çand Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

13 HEZÎRAN 2026
Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

15 GULAN 2026
Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

15 GULAN 2026
Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

14 GULAN 2026
Ji Komeleya Çanda Anatoliya bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Ji Komeleya Çanda Anatoliya bernameya Cejna Zimanê Kurdî

13 GULAN 2026
‘Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê’

Li Enqereyê dê ji bo statuya Kurdî meş bê lidarxistin

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (381)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne