• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Stenbol de bi hezaran kes yeno qada Newroze

    Kesên li Newroza Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê ADARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

    Stenbol de bi hezaran kes yeno qada Newroze

    Kesên li Newroza Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Jinên Botanî bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    Îran, leşkeran dikişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê ADARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedî: Divê gel rêveberên xwe hilbijêre

Omer Demîr / AW

23 NÎSAN 2025 - 08:11
Kategorî: CIVAK
A A
Amed – Şêniyên Amedê anîn ziman ku pêwist e zagona rêveberiya herêmî bê guhertin û xwestin şarêdar walî, qeymeqam û hemû rêveberên navçe û bajaran ji aliyê gel ve bên hilbijartin.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji 2016an heta niha qeyûm tayînî şaredariyên bajarên Kurdan dike. Di 9 salên dawî de 3 carin qeyûm tayînî şaredariyên bajar û navçeyên Kurdistanê dikin. Hikûmeta desthilatê bi tayînkirina qeyûman destûr nade ku Kurd xwe û bajarên xwe bi rêve bibin. Tevî ku gelê Kurd di hilbijartinan de şaredariyên bajar û navçeyên xwe bi dengekî zêde bi dest dixin jî dîsa hikûmeta AKP-MHPê qeyûm tayîn dike û şaredariyan desteser dike. Bi tayînkirina qeyûm êdî her tişt dikeve kontrola walî û qeymeqamên dewletê û vîna gel tê binpêkirin. Gelê Amedê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn û diyar kirin ku divê zagona rêveberiya herêmî ji nûve bê sazkirin.

‘Divê rê li pêşiya qeyûm bigirin’

Welatî Veysî Saydam diyar kir ku divê rêveberên bajar ji bo berjewemendiyên gel bixebitê û got: “Ez ji Hevşarêdarên Bajarê Amedê razî me. Lê divê êdî qeyûm tune be. Qeyûm ji gel dûr e. Dema qeyûm tune be şarêdarî ji bo gel kar dike. Ji ber ku walî û qeymeqam girêdayî dewletê ne, xizmeta gel nakin.”

‘Em dixwazin gel walî û qeymeqam hilbijêre’

Welatî Mûhemmed Menteş jî da zanîn ku ji ber qeyûm tayinî şarêdariyan dikin şarêdarî nikarin bixebitin û got: “Mirov nikare ji walî û qeymeqam tiştekî bixwaze. Ji ber ku ew gel nas nakin. Em kê hilbijêrin divê ew xizmeta bajarê me bike. Ji ber vê yekê em naxwazin walî û qeymeqam bajarên me bi rêve bibe. Em dixwazin gel walî û qeymeqaman jî hilbijêre.”

‘Gel kî hilbijartibe divê ew bixebite’

Welatî Mustafa Yilmaz jî diyar kir ku qeyûm ji bo berjewemendiya gel xetereye û wiha axivî: “Divê walî û qeymeqam jî bên hilbijartin. Divê gel wan hilbijêre. Gel kê hilbejerê divê ev bixebite. Lê em dibînin gel şarêdaran hildibijêre, lê qeyûm tayin dikin.”

Welatî Abdulkadîr Çetîn jî bibîrxist ku pêwiste rêveberên herêmî ji bo daxwaza gel amade be û xwest ku kêmasiyên bajar bê çareserkirin. Abdulkadîr Çetîn anî ziman ku divê rêveberên herêmî ji bo gel hebin.

Welatî Abdullah Ozbay jî diyar kir ku ew ji şarêdarên xwe keyfxweş in û wiha got: “Em ji şarêdarên xwe kêfxweş in. Em şaredariyan hildibijêrin. Lê divê qeyûm tayîn nekin. ”

Mehmet Ogûz jî xwest ku rêveberên herêmî her dem ji bo gel bixebitê û wiha got: “Gelek kêmasiyê bajar hene. Walî û qeymeqam ne welatiyên bajêr in. Ew jo bo gel tu karî nakin. Divê em tevahiya rêveberên herêmî hilbejerin.”

 

Etîket: hilbijartinQeymeqamŞaredarîWalîwelatî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

3 ADAR 2026
Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

Mexmûr hevşaredarên xwe yên nû hildibijêre

3 ADAR 2026
Şaredariya Artemêt Peymana Kar a Komî (TÎS) îmze kir

Şaredariya Artemêt Peymana Kar a Komî (TÎS) îmze kir

24 SIBAT 2026
Damezrandina Meclîsa Jinan hat ragihandin

Damezrandina Meclîsa Jinan hat ragihandin

19 SIBAT 2026
Li Herêma Kurdistanê krîza avakirina hikûmetê: PDK û YNK li hev nakin hilbijartin bêwate dibin

Gelê Başûr ji avanekirina hikumetê bêzar e

14 SIBAT 2026
Piştî serweriya ewlehiya hundir Şaredariya Şêxlerê dest bi kar kir

Piştî serweriya ewlehiya hundir Şaredariya Şêxlerê dest bi kar kir

11 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (916)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne