• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Rojavayê Kurdistanê Cejn: Gel herikî pakrewangehan, YPJê soza têkoşînê nû kir

    Li Rojavayê Kurdistanê Cejn: Gel herikî pakrewangehan, YPJê soza têkoşînê nû kir

    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Rojavayê Kurdistanê Cejn: Gel herikî pakrewangehan, YPJê soza têkoşînê nû kir

    Li Rojavayê Kurdistanê Cejn: Gel herikî pakrewangehan, YPJê soza têkoşînê nû kir

    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Artemêt Peymana Kar a Komî (TÎS) îmze kir

Wan / AW

24 SIBAT 2026 - 17:33
Kategorî: ROJANE
A A
Di navbera Şaredariya Artemêt û Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (Tum Bel-Sen) de Peymana Kar a Komî (TÎS) hat îmzekirin. Şaredariyê bi vê peymanê, modela şaredariyê ya “Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” ya ku diparêze, bi awayekî fermî xist meriyetê.

Di merasîma îmzeyê de Hevşaredar Rabia Başak Koç û Cemil Komi, Serokê Şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (Tum Bel-Sen) Ekrem Pala, Sekreterê Hiqûqê yê Şaxê Vural Aytürk, Sekreterê Çapemeniyê Fehîm Yalçin û nûnerên sendikayê yên cihê kar Saîme Demîrcîoglû û Hekîm Mukemre amade bûn. Ev peyman ne tenê şert û mercên aborî yên xebatkaran çêtir dike; her wiha ji wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî şidetê heta mafê zimanê dayikê gelek xalên girîng di nav xwe de dihewîne.

Mafên darayî yên karmendên ku tundûtûjiyê dikin dê bên betalkirin

Li gorî peymanê, personelê ku were tespîtkirin şidetê bi kar tîne, hemû mafên wî yên darayî yên ku ji peymanê çêdibin wê ji destê wî werin girtin û rasterast ji hevjîna wî ya ku rastî şidetê hatiye re were dayîn. Her wiha, xebatkarên ku pîrjiniyê (pirhevjînî) dikin, nikanin ji mafên peymanê sûd werbigirin. Di bûyerên şidetê de prensîba “gotina jinê bingeh e” wê were pejirandin û bi lez lêpirsîn were destpêkirin.

Ji bo xebatkarên jin cudaxwaziya pozîtîf

Peymana nû ji bo karmendên jin gelek mafên erênî di nav xwe de dihkewêine. Şaredarî bi vê peymanê armanc dike ku şert û mercên jinan baştir bike. Di peymanê de ji bo jinan ev maf cîh digirin:

*Karmendên jin mafdar in ku mehê rojekê destûra hîzbûna jinê (regl) bistînin.

*Dê ji hemû karmendên jin re di 8ê Adarê û 25ê Mijdarê de destûra îdarî were dayîn.

*Ji bilî dema qanûnî, heşt hefteyên zêde yên destûra dayiktiyê dê were dayîn.

 *Ji bilî destûra qanûnî, heşt hefteyên zêde yên destûra dayiktiyê.

 *Dê ji aliyê şaredariyê ve ji bo hemû xebatkarên jin ên ku bixwazin, piştgiriya vaksînasyona HPV ya belaş were peydakirin.

Rêkeftinên aborî yên girîng

Ji bo parastina asta refaha xebatkaran, destkeftiyên girîng di peymanê de cîh digirin. Li gor peymana nê xebatkar dibin xwediyê van mafan:

*Tazmînata Hevsengiya Civakî, wekî %120ê meaşê herî bilind ê karmendên dewletê hat diyarkirin.

*Di 1ê Gulanê, Cejna Remezanê, Cejna Qurbanê û meha Mijdarê de wekî “Alîkariya Sotinê”, salê çar caran îkramiyeya tam wê were dayîn.

*Alîkariya xwarinê ya rojane ku 310 TL ye, her 6 mehan carekê li gorî rêjeya enflasyonê wê were nûkirin da ku nehêle.

 

Etîket: DEM Partîîmze kirŞaredarîTÎS
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026
Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

26 GULAN 2026
Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

26 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

25 GULAN 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Cejna Qûrbanê civakîbûyînê diparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhat Çakmak: Heke gavên hiqûqî nayên avêtin metirsiya sabotajê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Heften: Kurd êdî li ser dikê ne, kî vê heqîqetê bibîne wê bi ser bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (705)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne