• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amedî: Ji bo em ji dewletê bawer bikin divê Abdullah Ocalan azad bibe

Omer Demîr / AW

12 NÎSAN 2025 - 09:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Gelê Kurd û saziyên Kurdan ku piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan dikin ku ji bo baweriya wan bi dewletê bê divê dewlet demildest deriyê Îmraliyê veke û Rêberê Gelê Kurd Azad bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nameyek parve kir û xwest êdî her kes ji bo civaka demokratîk berpirsiyariyê bidin ser xwe. Piştî banga Abdullah Ocalan gelê Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdan piştgiriyek mezin da bangê. Banga Abdullah Ocalan li qada cîhanê jî bi erênî hat pêşwazîkirin û piştgiriyek mezin girt. Piştî bangê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ewil hemû partiyên li meclisê ziyaret kirin û piştre li Hewler û Silêmaniyê partiyên siyasî ziyaret kirin. Herî dawî şandeyê di 10ê Nîsanê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKPê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê li ser rewşa pêvajoyê welatiyên Amedê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn. Welatiyan diyar kirin ku ew her dem li pişt Rêberê Gelê Kurd in, lê baweriya wan bi dewleta Tirk nayê. Welatiyan xwest ji bo baweriya wan bi dewletê bê divê dewlêta Tirk demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

‘Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan’

Welatî Sûleyman Kizilay diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn gelek girin e û wiha axivî: “Divê êdî dayîk negirin. Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Ji bo pêvajo pêş bikevê divê ne tenê gelê Kurd, divê gelê Tirk jî piştgiriyê bidin pêvajoyê. Aştî ji me tevahan re hewceye. Divê gelê Tirk me baş fêm bike û mil bide milê me. Ji bo aştî pêk bê hêviya me her dem heye. Ji ber ku em têkoşînek mezin didin. Em ji xwe bawer in. Divê her tişt bi gel re bê parvekirin da ku gel ji pêvajoyê û dewletê bawer bike. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê em divê em jî bêtir têbikoşin.”

‘Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe’

Sûleyman Kizilay da zanîn ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û axaftina xwe wiha dawî kir: “Daxwaza Birêz Abdullah Ocalan her dem aştî bû. Îro jî aştiyê dixwazê em jî wekî gelê Kurd li pişt birêz Abdullah Ocalan in. Ew 40 sal e gelê Kurd ji bo aştiyê liberxwe dide. Berê maf û nasnameya gelê Kurd hatiba naskirin dê ev şer pêş neketibûya. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka me ye. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebê kes azad nabe. Heta Abdullah Ocalan fizîkî azad nebe ev pêvajo pêş nakevê. Pêwîst e dewlet gavên şênber biavêje.”

‘Em li pişt Abdullah Ocalan in’

Welatî Sadik Kiliçer diyar kir ku ji bo baweriya dewletê bê divê dewlet gav biavêje û wiha got: “ Em her dem li pişt Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Lê baweriya me dewletê nayê. Dewlet dibêje aştî lê hej gelê me tê girtin. Aştî welê nabê. Dewlet bi navê aştiyê dixwazê me bixapîne. Ji ber ku baweriya dewletê re werê divê dewlet gavên fermî biavêje. Girtiyên siyasî û birêz Abdullah Ocalan azad bibe”

‘Divê dewlet gav biavêje’

Welatî Selahattîn Oner jî diyar kir ku gelê Kurd li pişt daxwaza aştiyê ye û axivî: “Divê şer bê rawestanin êdî xwîn neyê rijandin. Ji aştiyê xweştir tiştek nîne. Niha em dibêjin em aştiyê dixwazin lê dewlet êrişê xwe berdewam dike. Em behsa aştiyê bikin divê êriş bisekine. Divê êrişên li ser Rojava û Başûr bê rawestandin. Divê bi tevahiya Kurdan re aştî pêk bê. Divê dewlet her tiştî aşkerê bike ku gel her tiştî bizanê û baweriya gel bi pêvajoyê bê. Divê dewlet gavên çareseriyê biavêje. Daxwaza me ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026
Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

10 ADAR 2026
Îranê pêla 34emîn a êrîşan da destpêkirin

Îranê pêla 34emîn a êrîşan da destpêkirin

10 ADAR 2026
Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

10 ADAR 2026
Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

10 ADAR 2026
Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (394)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne