TRT Sporê biryar girt ku li şûna maça Erokspor-Amedsporê ya şampiyontiyê eleqedar dike dê maça Îstanbûlspor-Erziromsporê pêşkeş bike. Beriya maça girîng were lîstin Serokê Amedsporê Nahît Eren bang li TRTyê kir.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dê sibê Erokspor û Amedspor di hefteya 34emîn de li Stenbolê saet di 20.00an de bên hemberî hev. Ev maç di rêya şampiyontiyê de ji bo Amedsporê gelek girîng e. Amedspora ku hefteya borî di sehaya xwe de Bolûspor 6 û 1 têk bir dixwaze Eroksporê jî têk bibe û ji bo şampiyontiyê û çûyîna Lîga Super a Tirkiyeyê serkeftineke girîng bidest bixe. Dihate mereqkirin ku maça Amedsporê dê zindî were weşandin an na.
TRTê biryar da ku maça Erziromê pêşkeş bike
Vê hefteyê Erziromspor jî dê bibe mevanê Îstanbûlsporê. Ev maç jî dê sibê saet di 20.00an de bê lîstin. Ji ber ku her du maç di heman saetê de ne dihate mereqkirin ku TRT Spor dê kîjan maçê pêşkeş bike. TRT Sporê îro biryar da ku maça Îstanbûlspor û Erziromsporê pêşkeş bike. Serokê Amedsporê Nahît Eren ê ku ji Amîda Haberê re axivî bang li TRT Sporê kir û wiha got: “Çavên hemû fûtbolhezan dê li vê maçê be. Divê TRT Spor jî ji ber vê girîngiyê maça Amedsporê û Eroksporê zindî bide. Heta niha têkildarî weşana zindî tiştek ji me re negotin. Hêviya me ji TRT Sporê ew e ku vê maçê zindî bide. Çavê bi milyonan kesan li vê maçê ye. Heke TRT Spor maça me bide pêşkeşkirin dê reytînga wê bigihe lûtkeyê.”













