Amedspor û Şanliûrfaspor di hefteya 15emîn a Lîga 1emîn de li stada Amedê lîstin. Amedspor 2-1 Şanliûrfaspor têk bir û bi 3 pûanan bi ser ket.
Di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de pêşbaziya tîmên sporê berdewam dike. Di hefteya 15emîn a Lîgê de Amedspor û Şanliûrfaspor li stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Lîstikvan ango futbolîstên Amedsporê beriya maç dest pê bike, bi rasthatina 10-17ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan bi pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e, Hefteya Mafên Mirovan pîroz be” derketin sehayê.
Di beşa ewil a maçê de lîstikvanê Amedsporê Mûrat Ûçar di deqîqeya 12emîn de gol avêt Şanliûrfasporê. Maç bi 1-0ê berdewam kir. Di deqîqeya 44emîn de penalti çêbû û Şanliûrfasporê jî golek avêt û beşa ewil bi 1-1ê bi dawî bû.
Di beşa duyemîn a maçê de fûtbolîstê Şanliûrfasporê faûl li lîstikvanê Amedsporê kir û hakimê maçê faûl da Amedsporê. Di deqîqeya 69emîn de fûtbolîstê Amedsporê faûlê lêda û lîstikvanê Şanliûrfasporê bi şaşî gogê avêt qaleya xwe. Di encama maçê de Amedspor 2-1 Şanliûrfaspor têk bir û bi ser ket û 3 pûan bi dest xist.
Ev serketina Amedsporê ji aliyên alîgirên wê yên li stadê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û lîstikvanan dirûşm berz kirin.