Amerîkayê eşkera kir ku di ser Pakistanê de şertên hevdîtinê ji Îrane re şandine. Îranê îro jî êrişê Erebistana Siûdî û Kuweytê kir.
Li gorî agahiya rojnameya The New York Timesê Amerîkayê ji bo hevdîtina rawestandina şerê Îran dest pê bike 15 xalan we şertên destpêka hevdîtinê di ser Pakistanê de ji Îranê re şandiye. Îranê îdiayên “Îran dixwaze hevdîtina bi Amerîkayê re dest pêbike” red dike û Îranê Îro jî bi moşek û dironan êrişê Erebistana Siûdî û Kuweytê kir.
‘Amerîkayê ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn pêşniyareke 15-xalî ji Îranê re şand’
Tê ragihandin ku plana ku bi rêya Pakistanê ji Îranê re hatiye şandin, mijarên têkildarî bernameyên moşekên balîstîk û nukleera Îranê, her wiha mijarên derbarê Kendava Hormuzê de ye. Li gorî agahiya rojnameya The New York Timesê ya di hejmara duh de hat parvekirin behsa mijarê dike û dibêje: “Amerîka planeke 15-xalî pêşkêşî Îranê kiriye ku armanca wê bidawîkirina şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn e.” Tê ragihandin ku plan, a ku bi rêya Pakistanê ji Îranê re hatiye şandin, mijarên têkildarî bernameyên mûşekên balîstîk û projeya nukleera Îranê, her wiha mijarên derbarê Kendava Hurmuzê de ye.
N12 News: Divê şer bisekine û Tendave Hurmuzê vebe
Li gorî raporeke N12 Newsê ku behsa sê çavkaniyên agahdar ên ji hûrgiliyên plana muhtemel dike destnîşan dike ku Amerîka li ser ragihandina agirbesteke mehekî difikire ku di dema wê de danûstandinên li ser peymanê bên kirin.
Li gorî rapora ji plana 15-xalî divê hemû kapasîteyên nukleerî yên heyî yên Îranê ji holê bê rakirin, Îran soz bide ku dev ji hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina çekên nukleerî berde û hemu uranyuma dewlemendkirî ji Îranê bê derxistin. Di plana pêşniyarkirî de ji rejîma Îranê dixwaze ku fînanse û çekdarkirina hemû hêzên xwe yên vekirî li herêmê rawestîne û di çarçoveya peymaneke muhtemel de, Kendava Hurmuzê wekî herêmeke derbasbûna azad were ragihandin û vekirî bimîne.
Trump got ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li Ofîsa Ovalê ji nûçegihanan re got ku danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin û Îran “bi rastî dixwaze” bigihîje peymanekê. Her wiha Trump got: “Em bi rastî bi mirovên rast re diaxivin, û ew ewqas bi israr peymanekê dixwazin ku hûn nikarin bifikirin ka ew çiqas wê dixwazin.” Trump destnîşan kir ku Îranê berê jî qebûl kiribû ku dev ji hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina çekên nukleerî berde.
Siûdî: Me 3 dronên Îranê yên çekdar xist
Wezareta Parastinê ya Siûdî ragihand ku Erebistana Siûdî sê dronên Îranê xistine. Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Siûdî îro ragihand ku sê dronên Îranê yên çekdar hatin xistin.
Îranê êrişê Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê kir
Li gorî agahiya Reutersê Saziya Hewayî ya Sivîl ya Kuweytê îro di saetên sibê de nagihand ku dronek li depoyeke sotemeniyê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê ketiye û bûye sedema şewatê, lê ti zirarên canî çênebûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku prosedurên awarte yekser hatin aktîfkirin û tîmên agirkujiyê bersiv dan şewatê û raporên destpêkê nîşan didin ku tenê zirareke madî çêbûye.













