• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bexdayê şeva xwe bi teqînan derbas kir

Navenda Nûçeyan / AW

17 ADAR 2026 - 11:37
Kategorî: CÎHAN
A A
Amerîka û hêzên wekîl yên rejîma Îranê yên girêdayî Heşdî Şabî duh bişev bi moşek û dironan êrişî çend cihên hesas û krîtîk yên Paytexta Iraq Bexdayê kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê duh bi şev li Bexdayê şevek ne aram bû. Hat diyarkirin ku bi diron û moşekan êrişî çend cihên hesas û giring hat kirin. Di agahiyê de hat aşkerakirin ku êriş ji aliyê Amerîka û komên çekdar ve pêk hatin û di encama van êrişan çend teqînên mezin jî pêkhatin.

Agahiya destpêkê ji bo êrişa bi ser sefaretxaneya Amerîkayê re hat dayîn. Di agahiyê de hat gotin ku li dijî Sefaretxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê êrişa bi diron û moşekan pêk hat û di encama êrişê de şewat derket û dukêla şewatê di ser Bexdayê de wek şemsiye veda.

Heşdî Şabî bi 3 moşek û 4 dironan li Sefareta Amerîkayê xist

Li gor agahiya ajansê piştî êrişê sîstema parastina asîmanî ya sefaretxaneya Amerîka bersiva êrişên bi diron û mûşekan daye. Li gor heman agahiyê bi 4 diron û 3 moşekan êrişa bi ser sefaretxaneya Amerîkayê re pêk hatiye. Her wiha hêzên ewlehiyê derdora devera Kesk dorpêç kirin û hêzên dije terora Iraqê li derdora devera Kesk belav bûn.

Piştre li taxa Cadirye ya li nava Bexdayê ye, avahiyek bi moşekek hat teqandin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên hêzên ewlehiyê yên Bexraşê hatine girtin ew xanî yê payebilindekî hêzên Heşdî Şabî bû.

Serokê Tevgera Seyîd Şuheda hat kuştin

Li gor çavkaniyên nêzî Heşdî Şabî, di wî xanî de 6 kes hatine kuştin û çend kesek jî birîndar bûne. Heta hin çavkanî dibêjin ku ev xanî yê Serokê Tevgera Seyid Şuheda, Ebo Ela Welayî bû. Lê heta niha ev agahî nehatiye piştrastkirin.

Beriya van bûyeran hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê êrişên bi dironan yên li ser balafirgeha Bexda û derdora wê şermezar kiribû.

Berî çend rojan jî li nava Bexdayê xaniyek du caran hatibû bombebarankirin. Li gor çavkaniyên ewlehiyê, êriş ji a liyê Amerîkayê ve pêkhatiye û di encama êrişê de çend çekdarên hêzên Heşdî Şabî hatin kuştin.

Ji dema despêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve bi dehan car baregeh û navendên Heşdî Şabî hatine bombebarankirin. Di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin. Êriş heta niha jî didomin.

Etîket: BexdaHeşdî ŞabîŞerê DYA-Îsraîl û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

18 HEZÎRAN 2026
Tom Barrack li Bexdayê ye

Tom Barrack li Bexdayê ye

15 HEZÎRAN 2026
Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

14 GULAN 2026
Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

Trump gefa ‘êrişên tund’ li Îranê xwar

8 GULAN 2026
Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

6 GULAN 2026
Dîsa êrişî Kampa Sûrdaşê hate kirin

Dîsa êrişî Kampa Sûrdaşê hate kirin

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (724)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne