Wan – Çîrokbêj Amîne Aktaş ku di temenekî mezin de hînî Kurdî dibe, piştî 25 salan cara yekem ji dayîka xwe çîrokên Kurdî dibihîze û dest bi berhevkirin û gotina çîrokan dike.
Di nav civaka Kurdan de çîrokbêjî cihekî pir girîng digire. Ev kevneşopî ne tenê çavkaniyeke şahî û kêfê ye di heman demê de yek ji stûnên sereke yên parastina nasname, ziman û bîranîna dîrokî ye. Çîrokbêjî di jiyana rojane ya Kurdan de wekî pirekê ye û di navbera nifşên kevn û yên nû de bi awayekî zindî radigihîne. Çîrokbêj Amîne Aktaş (32) jî yek ji parêzvanên vê kevneşopiyê ye. Amînê Aktaş di van salên dawî de bi taybetî bi çîrokbêjiya Kurdî ya devkî tê nasîn. Di nava civakê de ew bi navê “Çîrokbêj Sitî” jî tê zanîn. Di 25 saliya xwe de dest bi rêwîtiya guhdarîkirina çîrokan kiriye, bajar bi bajar geriyaye, çîrokên devkî berhev kiriye û niha weke çîrokbêjeke pispor li ser dikan çîrokên Kurdî vedibêje.
Ev 7 sal in çîrokan vedibêje
Amîne Aktaş bi zimanê Kurdî mezin nebûye û ev yek ji bo wê bûye pirsgirêkek mezin. Amîne Aktaş ku li Amedê dijiya tevî ku dê û bavê wê Kurdî diaxivîn jî ew hînî Kurdî nebûye. Rojekê hevalekî wê jê re dibêje ku ‘Tu Kurdî lê Kurdî nizanî, ev yek çawa dibe?’ Amîne Aktaş piştî vê gotinê li xwe vegeriya û niha bi awayekî herikbar zimanê dayika xwe diaxive. Her wiha Amîne Aktaş beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Mûşê qedandiye û roj bi roj ji aliyê ziman ve xwe bi pêş ve dibe. Ev 7 sal in jî çîrokan dibêje û ev salek e dikare bibêje “Ez çîrokbêj im.”
Destpêka mereqa wê ya çîrokan
Dema ku zanîngeh dixwend, mamosteyên wê ji xwendekaran re berhevkirina çîrok, destan, nifir, dua hwd. dixwaze. Çîrok gelekî bala Amîne Aktaşê dikişîne û berê xwe dide dayika xwe. Ew piştî 25 salan cara yekem ji dayika xwe çîrokan guhdar dike û berhev dike. Dayika Amîne Aktaşê şevekê 3 çîrokan dibêje û ew biryara xwe dide ku bajar bi bajar bigere û çîrokên Kurdî berhev bike. Amîne Aktaş têkildarî wê rojê hestên xwe wiha vedibêje: “Rê ev e, jiyan ji bo min ev e. Ez ê bajar bi bajar bigerim û çîrokên Kurdî berhev bikim û qeyd bikim.”
Dayika Tetwanî li ser wê bandoreke mezin dike
Piştî biryara berhevkirina çîrokan ew diçe navçeya Tetwanê ya Bedlîsê. Diçe ba dayikekê ku navê wê nayê bîra wê. Amîne Aktaş ji dayikê çend çîrokan dixwaze, lê belê dayik dibêje ku ew 25 sal in çîrokan nabêje. Li ser israra Amîneyê dayik 2-3 çîrokan dibêje. Piştî vegotina çîrokan, dayik digirî. Amîne Aktaş sedema rondikên dayikê dipirse. Dayik jî dibêje ku ji ber negotina 25 salan a çîrokan ew hestiyar bûye. Ev yek li ser Amîneyê bandoreke mezin dike. Dayikê çîrok ji dayika xwe û dayika wê jî ji dayika xwe girtibû. Lê niha ev çîrok di tûrîkê wê de ne. Amîne Aktaş jî biryar dide ku dest bi çîrokbejiyê bike.
‘Bila netirsin, derbikevin û bibêjin’
Çîroka yekemîn a Amîne Aktaşê ji bo zarokan bû. Hevalekî wê ku ji Êlihê bû, li wê digere û jê dixwaze di bernameya wan a zarokan de çîrokekê bibêje. Amîne Aktaş ji bo bernameyê çîroka “Pîrê û Rovî” hildibijêre û nêzî 2 mehan amadehiya vegotina wê dike. Ew li mamosteyê xwe yê zanîngehê digere û alîkariyê jê dixwaze. Mamosteyê wê jê re dibêje ku divê ew netirse û derbikeve û çîroka xwe bibêje. Li ser vê yekê ew derdikeve ser dikê. Amîne Aktaş ji bo kesên dixwazin bibin çîrokbêj ev şîret kir: “Bila netirsin, derbikevin ser dikê û bibêjin. Bila keç û xortên Kurdan bi zimanê xwe çîrok, destan û stranan bibêjin.”













