• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rahmî Koç bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt

    Rahmî Koç bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şaredariya Farqînê bi Kurdî û Tirkî tabelayên navçeyê nû kir

Amed / AW

19 SIBAT 2026 - 11:14
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Şaredariya Farqînê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser girîngiya zimanê dayîkê tabelayên navnîşanan ên li navçeyê bi zimanê Kurdî û Tirkî nû kir.

Şaredariya Farqînê di çarçove 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji bo balê bikişîne ser girîngiya zimanê dayîkê tabelayên navnîşanan ên li navçeyê bi zimanê Kurdî û Tirkî nû kir. Şaredariyê di çarçoveya vê xebatê de tabelayên tax, kolan û cadeyan bi du zimanan amade kir û li gelek cihan ve daliqandin. Di tabelayên nû de navên cihan hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî hatine nivîsîn. Şaredarî bi vê xebata xwe armanc dike ku dewlemendiya çandî berbiçav bike û di jiyana navçeyê de ferasetekê bide avakirin. Şaredarî her wiha hedef dike ku bi vê xebatê li qadên cemaweriyê xwegihandina xizmetên bi zimanê dayîkê bên xurtkirin.

Ev gava Şaredariya Farqînê ji aliyê welatiyan ve wekî xebateke girîng a ji bo parastin û geşkirina çanda herêmî hat pêşwazîkirin. Hat diyarkirin ku danîna tabelayan li gelek xalên cuda yên bajêr berdewam dike.

Şaredariyê têkildarî vê xebatê li ser hesabata xwe ya medya dîjîtal wiha got: “Ji bo ku her kes bikare xwe bigihîne xizmetên cemaweriyê yên bi zimanê dayîkê em xebatên xwe didomînin. Em bi feraseta şaredartiyeke wekhev, tevgir û dewlemendiya xwe ya çandî berbiçav bikin, bajarê xwe bi hev re xweşik dikin.” Rayedaran diyar kir xebatên wan ên di vî warî de dê berdewam bikin û dê di demekî nêzîk de vê xebatê li tevahiya navçeyê temam bikin.

‘Em ê nîşan bidin ku çawa bi Kurdî kar tên kirin’

Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen jî ser hesaba xwe ya medya dîjîtal têkildarî mijarê bal kişand ser xebatên xwe yên du salan yên bi zimanê dayîkê û wiha got: “Em ê nîşan bidin ku çawa bi Kurdî kar û xebat û xizmet tên kirin. Di vê çarçoveyê de şaredariya me gaveke girîng avêt. Êdî navnîşan li gel Tirkî Kurdî jî hene. Me navê kuçe, kolan û taxan kirin Kurdî jî. Weke şexs ev xeyala min a bi salan bû. Ji ber ev yek bi şaredariya me hate kirin keyfxweş in. Bi vê wesîleyê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê li gelê me pîroz dikim û bang li gel dikim ku xwedîderketina xwe ya ziman bilindtir bikin, li her derê bi Kurdî biaxivin û nîşan bidin ku Kurdî zimanê jiyanê ye.”

Etîket: Kadrî EsenŞaredariya FarqînêTabelayên Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Ma waştişê xo Şamî rê vatî, ma paweyê cewabî yê

Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyeya dadgeriyê lihevkirinên nû çêbûn

11 GULAN 2026
Hozan Şiyar li ser gora xwe hat bibîranîn

Hozan Şiyar li ser gora xwe hat bibîranîn

22 NÎSAN 2026
Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

1 NÎSAN 2026
‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

30 ADAR 2026
Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

22 SIBAT 2026
Li Farqînê lehî rabû

Li Farqînê lehî rabû

9 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pira Sêrtê ku zêdetirî çar meh in xerabe ye nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (133)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne